Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Pazartesi - 25 Kasım 2024

Dayikên Şemiyê çalakiya xwe li darxistin

Dayikên/Mirovên Şemiyê yên tevî biryara AYM’ê 30 hefte ne destûr nayê dayîn ku bikevin Qada Galatasarayê di encama israra wan de tevî astengkirinê jî qûrnefîlên di destên xwe de danîn qadê.

Çalakiya Dayikên/Mirovên Şemiyê ku ji bo aqûbeta mirovên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin bipirsin didomînin, di hefteya 971’emîn de jî berdewam dike.

Di çalakiya vê hefteyê ku gelek malbatên windakiriyan û parazvanên mafên mirovan tê de cih girtin de polîsan tevî biryara “binpêkirinê” ya Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ku têkildarî qadê daye jî hemû rêyên derdikevin qadê bi bariyeran girtin û hewldan Dayikên Şemiyê asteng bikin.

Polîsan Dayikên/Mirovên Şemiyê û parazvanên mafên mirovan ên li Cadeya Îstîklalê bi qûrnefîlan xwestin ber bi Qada Galatasarayê ve bimeşin dorpêç kirin. Polîsan gef li girseya kom boyî xwarin ku heke belav nebin dê binçav bikin.

Yek ji Mirovên Şemiyê Masîde Ocak a bertek nîşanî polîsan da anî ziman ku daxuyaniyê nadin çapemeniyê tenê dê qûrnefîlan deynin qadê û derkevin. Ocak, axaftina xwe wiha domand: “Weke welatiyekê mafê min heye ku li vir bimeşim. Ez îro li ser daxwaza dayika Davût Altûnkaya yê 12 salî dixwazim vê qûrnefîlê deynim Qada Galatasarayê. Em tenê dixwazin biryara AYM’ê were bicihanîn. Heke hûn binçav bikin jî bikin. Em dixwazin qûrnefîlên xwe deynin Qada Galatasarayê.”

Li ser van gotinên Ocak, polîs êrişên bombeyî yên berê li ser Cadeya Îstîklalê çêbûn bi bîr xistin û wiha got: “Dema em destûrê bidin çalakiya we divê em destûrê bidin çalakiyên hemû sazî û dezgehên sivîl ên civakî. Li vê derê bi hezaran daxuyaniyên çapemeniyê tên dayîn. Walîtiyê hemû çalakî, yên çandî jî di nav de qedexe kirine.”

Li ser israra çalakvanan Masîde Ocakê qûrnefîla di destê xwe de danî qadê. Dayikên/Mirovên Şemiyê pişt re ji herêmê veqetiyan û kes nehate binçavkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar