Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Em ji jiyana Rêber Abdullah Ocalan fikar in

Komeleya Malbatên Şehîd û Windayan a Kurdistanê (KOMAW) têkildarî tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek nivîskî weşand. KOMAW’ê radiyar kir ku dewleta tirk sûcê dermirovahî dike û wiha got: “Em ji jiyana Rêber Apo û hevalên wî bi fikar in.”

Rêber Apo bi komployeke navdewletî radestî Tirkiyeyê hat kirin û ev 25 sal in li Îmraliyê di bin tecrîdeke mutleq de tê ragirtin. Komeleya Malbatên Şehîd û Windayan a Kurdistanê (KOMAW) têkildarî tecrîdê û rewşa Rêber Apo de daxuyanî da. KOMAW’ê diyar kir ku mîna ku ev jiyana tecrîdkirî û êşkenceyê têrê nake, vê carê jî ji malbat û parêzerên xwe hate dûrxistin, mafê hevdîtinê yê qanûnî ji holê hatiye rakirin û wiha got: “Abdullah Ocalan ku 15’ê Sibata 1999’an bi komployeke navneteweyî ji Kenyayê hate revandin û birin Tirkiyeyê, ji hingî ve li hucreyeke yek kesî tê hiştin. Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ku anîn gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li zindana Îmraliyê di huaacreyê de têne hiştin. Hem di hiqûqa navneteweyî de hem jî di hiqûqa welatan de kiryara nehiqûqî ya li dijî birêz Ocalan û girtiyên li wê derê tê zanîn û tê ziman. Lê belê hikûmeta tirk ku vî sûcê li dijî mirovahiyê dikin, hîn jî van kiryarên xwe dewam dike.aa

KOMAW’ê bêdengiya saziyên navneweyî şermezr kir û wiha domand: “Em ji jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hevalên wî bi fikar in. Weke saziya malbatên mexdûrên vî şerî KOMAW em jiyana wan û jiyana xwe di heman astê de dinirxînin. Ji ber ku Abdullah Ocalan weke îradeya herî mezin û bingehîn dibînin ku dikare vî şerî rawestîne û aştiyê misoger bike. Ji xwe wî bi xwe jî ji hikûmeta tirk re got, ‘Derfetê bidin min, ez ê vî şerî di nava hefteyekê de rawestînim’. Weke KOMAW’ê em van kiryarên li dijî mirovahiyê û êrîşkariya hikûmeta tirk, her wiha piştevanên wê yên ku li hemberî van kiryaran bêdeng dimînin li nava mirovahiya cîhanê gilî dikin.”

KOMAW’ê herî dawî wiha bang li her kesî kir: “Em bang li saziyên navneteweyî; di serî de Neteweyên Yekbûyî, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Parlamenta Ewropayê dikin; li gorî armancên di xalên bername û rêziknameyên we de ji bo mirovahiyê hatine destnîşankirin, berpirsyariyên xwe bi cih bînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar