Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de polîsan di 8’ê hezîranê de bi ser gelek malên rojnamegeran de girtin. 18 rojnameger, di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin û di 16’ê hezîranê de hatin girtin. Rojnameger 13 meh piştre di danişîna ewil de hatin berdan. Duyemîn danişîna dozê ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatiye vekirin li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Rojnamegerên negirtî tên darizandin Omer Çelîk, Mehmet Alî Ertaş, Mehmet Şahîn, Lezgîn Akdenîz, Serdar Altan, Elîf Ungor, Esmer Tunç, Rohat Bulut û parêzerên wan di danişînê de amade bûn. Rêveberên Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), hiqûqnasên endamên Clonney Foundatıon for Justıce (Weqfa Clooney a ji bo Geórgia Canura û Carolina Saad jî di danişînê de amade bûn.
Danişîna rojnamegeran piştî îfadeyê taloqî 1’ê sibata 2024’an hat kirin.