Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Nasnameya gerîlayê şehîd hat aşkerekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê gerîlayê şehîd de, ev tişt diyar kirin: “Di meha Adarê de ku êrîşên dijmin ên li ser herêma Zapê zêde bûn, hevrêyê me Bîrhat Cîlo di tunelên berxwedanê de cih girt û bi têkoşîna xwe bû mîlîtanekî mînak.

Hevrêyê me Bîrhat bi sekna xwe ya zelal a di mîlîtaniya Apoyî de, bi kêrhatinên xwe yên di şer de û bi fedakariya xwe ya di tevlîbûna jiyanê de mîlîtanekî mînak bû. Bi têkoşîna xwe bû yek ji mînakên herî baş a berxwedana fedayî ya li dijî êrîşên dijmin. Hevrêyê me Bîrhat du salan bêyî navber bi îradeya Apoyî ya xurt û bi derfetên kêm, li herêma Zapê ku dijmin bi hemû derfetên xwe berê xwe dabûyê, şer kir. Bi têkoşîna xwe îspat kir ku serkeftin bi têkoşîneke bêyî teredut û bi biryar wê pêk were. Hevrêyê me Bîrhat bi vê aliyê xwe ve bû xwedî sekneke ku bi tarzê jiyan û têkoşîna xwe mînak were girtin. Her tim wê rê nîşa me bide û bibe sedemê têkoşîna me.

Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Bîrhat, em ji hemû gelê welatparêz ê Heleb û Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyê me Bîrhat Cîlo de, bi vî rengî ne:

Nasnav: Bîrhat Cîlo

Nav û Paşnav: Îsmaîl Alî

Cihê Jidayikbûnê: Heleb

Navê Dayik – Bav: Fatma – Hisên

Cih û Dîroka Şehadetê: Adara 2023’an / Zap

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar