Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Çarşamba - 28 Ağustos 2024

18 roj in tu agahî ji Silêman Ehmed nayê girtin

Ji rojnameger û edîtorê beşa erebî yê Rojnews’ê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 18 roj in agahî nayê girtin. Her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin, PDK ji ewlehî û jiyana Silêman Ehmed berpirse.

Edîtorê beşa erebî ya Rojnews me Silêman Ehmed roja 1’ê cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê cotmehê dema xwest di ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 18 roj in agahî jê nayê girtin.

Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê bi daxuyaniyek  tejî berovajîkirin û nerast gotin ku qaşo revandina rojnameger Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamegeriyê ye’ û bi aşkere gefa cezakirinê li rojnameger Silêman kirin û îtiraf kirin ku wî revandine.

Silêman Ehmed nêzî 5 sal in di beşa erebî ya Rojnews’ê de wek edîtor dixebite.

Ajansa Rojnews’ê der barê mijarê de wiha got: “Em weke Ajansa Rojnewsê, tometbariyên nerast yên Asayîşa Duhokê ya PDK’ê bi tundî red dikin û şermezar dikin. Em daxwaz dikin ku aqûbeta Silêman Ehmed di zûtirîn dem de were aşkerekirin û berdan.

Li gel ku bertek û helwestên dijî revandina Silêman Ehmed zêde dibin, her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed  jî zêde dibin. PDK ji ewlehî û jiyana edîtorê ajansa me Silêman Ehmed berpirse.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar