Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Halîde Turkoglu: Modela me ji cîhanê re bû mînak

Berdevka Meclisa Jinan a HEDEP'ê Halîde Turkoglu di Konferansa Desteya Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk de axivî û got: "Em ê di hilbijartinê de çi ji me hatine dizîn em ê carek din bigirin."

Desteya Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) têkildarî hilbijartinên herêmî li navenda partiyê  bi dirûşma “Bi jin jiyan azadiyê ber bi rêveberiyên xwecihî yên azad ve!” konferans li darxist. Konferans piştî rêzgirtinê bi temaşekirina sînevîzyonê dest pê kir.

Piştî temaşekirina sînevîzyonyonê jinan dirûşma “Jin jiyan azadî” berz kirin. Axaftina vekirinê ya konferansê ji hêla Berdevka Meclisa Jinan a HEDEP’ê Halîde Turkoglu ve hat kirin.

Halîde Turkoglû di axaftina xwe de wiha got: “Jinên ku tu carî dev ji gotina ‘Hevserokatî xeta me ya binefşî ye’ bernedaye, jinên ku li Rojava bi avakirina gund û koperatîfên jinan baweriyê me ya jinan  zindî hiştîne û jinên ku li Şengalê ji rêveberiya herêmî re pêşengtî kirine re silav. Jinên ku kolan, qadên jiyanê û her wiha zindanan veguherandin qadên berxwedanê silav dikin.

Tayînkirina qeyûman tê wateya êrîşê

Modela ku me di sînevîzyonê de dît di sala 2016’an de bi tayînkirina qeyûman re hat xespkirin. Meclisa Jinan a Rêveberiyên Herêmî tu carî dev jî xebatên xwe yên jinûve avakirinê û berxwedanê bernedan. Tayînkirina qeyûman tê wateya êrîşa li hemberî pergala me, vîna Gelê Kurd û têkoşîna wekheviyê. Divê mirov wisa bigire dest. Dema em li dijî qeyûman derdikevin jî em di nava gelê xwe de jî nîqaşa em ê çawa bi hev re xebatên jinûve avakirinê bidin meşandin nîqaş dikin. Me gelek xebat da meşandin. 20 salî zêdetire tecrûbeyên me yên rêveberiyên herêmî hene. Me di şexsê jinan de modelek ava kir. Ev model ji Tirkiyeyê re, ji Rojhilata Navîn û cîhanê re bû mînak.

Modela me ji cîhanê re bû mînak

Jiyaneke demokratîk çawa tê avakirin, demokrasiya herêmî çawa ye, derbarê wan mijaran de bi salan e xebat tên kirin û modelek jî hatiye afirandin. Rojava mînak e û li vir qonaxeke demokrasiya herêmî heye. Li Şengalê jî modelek tê afirandin. Bi taybetî li cîhanê gelek tevger hewl didin modela ku Tevgera Kurd afirandî pratîze bikin. Ji ber vê sedemê em dibêjin ku tayînkirina qeyûman tê wateya avakirina rejîma li dijî jin, maf û demokrasiyê.

300 hatin kuştin

Îktîdara AKP û MHP’ê ji sala 2016’an heta îro konsepteke şer dimeşîne. Ev konsept bi rejîma qeyûman re veguherî revêberiyê. Ev rêbaza rêveberiyê êrîşê destkeftiyên me dike û her wiha bû sedema belavbûna şîdetê jî. Belavbûna şîdetê bi tasfiyekirina destkeftiyên jinan bêtir zêde bû. Zêdebûna kuştin û şîdeta li hemberî jinan ji ber zîhniyeta qeyûman pêk tê. Tayînkirina qeyûman xespkirina destkeftiyan û hewldana dezgehên darazê jî bû sedema xespa hemû saziyan. Tenê di 10 mehên dawiyê de 300 jin hatin kuştin. Di nava wan de jî mirina 190 jinan jî bi guman e.

Pergala hevserokatiyê

Bi tayînkirina qeyûman re Pergala Hevserokatiyê û dezgehên ku ji bo jiyana wekhev hatî avakirin hatin xespkirin. Îro em teşhîra vê yekê dikin. Derbarê vê mijarê de me kargehan organîze kir û xebat dan meşandin. Nabe ku Pergala Hevserokatiyê bê terorize û marjînalizekirin. Ji roja ewilî heta îro têkoşîna azadiya jinên kurd ji bo azadî û wekheviyê bû her wiha ji bo edaletê bû. Îktîdar tehemûlê jinan û kurdan nake û dijminatiyê pêş dixe. Lê em ê ji bo Pergala Hevserokatiyê di tevahiya jiyanê de pêk bê têkoşîna xwe bidomînin.

Em ê jiyaneke wekhev biafirînin

Ji bo Rojava  piştevaniyeke mezin pêk hat, ji bo Kobanê jî piştgireyeke mezin hebû. Îktîdar di sala 2016’an de kesên ku piştevaniya Kobanê kir darizand. Îro li hemberî Rojava, Kobanê û Şengalê jî êrîşan pêk tîne. Îktîdar bi zelalî helwesta xwe ya alîgir nîşan dide. Îktîdar li cem zîhniyeta DAIŞ’ê ye. Li Rojava jin çawa bi têkoşînê jiyana azad û wekhev afirand, em ê jî li vir heman jiyanê biafirînin.

Ji bo têkbirina tecridê têkoşin

Ev serpêhatiyên li hemberî gel girêdayî tecrîdê ye. Me çawa di civînên jinan û kargehên ku hatin lidarxistin de anî ziman û carek din jî tînin ziman; ji bo ji holê rakirina rejîma qeyûmê divê em ji bo têkbirina tecrîdê têbikoşin. Tecrîd bingeha xwe ji rejîma qeyûmê digire. Azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan dê di konferansê de bibe mijar.

Modela me ya rêveberiyên herêmî

Modela me çi ye? Model avakirina jiyana azad, wekhev û demokratîk e. Ev model bi xwe fikriyata avakirina netewa demokratîk e. Rêveberiyên herêmî bi xwe avakirina rêya 3’yemîn e. Ji bo hilbijartinên herêmî demek kurt maye. Em dev jî pergala xwe ya hevserokatiyê bernadin. Îktîdar çi dike bila bike Pergala Hevserokatiyê destkeftiyeke me ya jinan e. 20 salî zêdetire modelek me ya rêveberiya herêmî heye.

Polîtîkaya partiya me ya rêveberiyên herêmî heye, mekanîzmayên ku pirsgirêkan çareser dike heye. Em ê her tiştî bi jin û ciwanan re pêk bînin. Em ber bi hilbijartina herêmî ve diçin, çend şîdet hebe berxwedan û afirandinek jî heye. Li ku derê newekhevî hebe, li vir têkoşîna me ya wekheviyê hebe. Li ku derê xizanî hebe em ê li vir bi kooperatîf û rêxistinbûna xwe berxwedanek dê hebe. Li ku derê texrîbateke ekolojiyê hebe, em ê li vir bajarên azad ava bikin. Li dijî polîtîkayên şer ên taybet ên li hemberî ciwanan modela xwe ya rêveberiyên herêmî dê bikevin meriyetê. Ji bo astengdarên jin bajarên bêasteng avabikin.

Hûn dizanin ku gelek tişt hene ku bên kirin. Em ê di hilbijartinê de çi ji me hatine dizîn em ê carek din bigirin. Em ê hewl bidin ku hemû texrîbatên ku hatî kirin ji holê rakin. Bila rêya me vekirîbe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar