Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Êzidîtî koka ejdadê kurd e

Ez dema li Romayê bûm, dîsa min muzîkek nas kiribû. Kilama Derwêşê Evdî bû Bavê Salih digot.Min li vê kilamê di rojên xwe yên bi tengasî yên li girtîgehiya min a nexweşxaneyê de guhdarî kiribû. Min çîroka destê nizanîbû, lê muzîka wê bi tesîr bû. Hozên dema vê destanê dixwîne, ne diyare ku çiqasî haya wî ji naveroka wê heye. Li gorî min ev destan behsa dewletdariya kurd dike ku ji dema Ehmedê Xanî ve hesreta wê heye. Di vê destanê de behsa perpitîna vê dewletdariya Kurd tê kirin ku çawa li ber ruh dide. Dîsa bi serhatiya min re li hev dikir. Hesta min a ji dest diçû, min ji dest dabû der barê dewletdariya neteweya kurd bû. Di tewazuna dinya heyî de, li ser xeta Moskova-Romayê, di bin bandora şopandina dijwar a Gladîo de ev hesta min li ber ruh dida. Dengên rîtmîk ên muzîkê ev heta bi dil û hinavên min dida hiskirin. Çawa ku tê zanîn, Derwêşê Evdî hem êzidiyan û hem jî di şexsê wan de kurdîtiya li dijî asîmîlasyon û îmhayê hewl dide li ser piyan bimîne û di şexsê Edûlê de jî berxwedana bêhêvî tê îfadekirin. Tevî ku bi devê hozanê mêr tê gotin, her gotina Edûlê, mîna nefesdayîna dawî ya çandeke hezar salan li ser piyan mabû xuya dikir. Derwêş her cara xwe ji Çiyayên Şengalê ber dide Deşta Mûsilê, ya rastî li dijî feodalîzma ereb a misilman berxwedaneke bi qehremanî nîşan dide. Ev jî rêûresmeke hezar salan bû. Koka wê heta bi Sumeran, belkî jî bêhtir kevin diçe. Koka wê diçe heta bi şerê di navbera qebîleyên çolê yên Semîtîk û qebîleyên deşt-çiya yên Aryenîk de diqewimîn. Derwêşê

Evdî nûnerê dawî yê vê rêûresmê ye. Derwêş ji hespê dikeve û birîndar dibe, ya rastî ev ketin û birîndarbûna dîrok û civakbûnekê ye. Mirina hêdî hêdî ya Derwêşê birîndar li ser zimanê Edûlê dibe vegotineke wisa ku bi hêsanî têrê dike, dîrokeke hezar salan û rêûresmeke gel a herî kevin îfade bike.

Ez yeqîn dikim ku hê berê sala 1995 di dema vebûna Med TV de, bi Aram Tîgran bi riya telefonêaxiv bûm û weke strana ez jê hez dikim min navê strana ‘Delalo’ dabû. Li gorî min, di wê demê de straneke bi îhtîşam bû. Paşê ez hîn bûm ku strana Delalo fragmaneke kurt ango parçeyekî Destana Derwêşê Evdî ye. Ez digihandim heman encamê. Nuqteya ku ez lê matmayî bibûm ew bû, fîgureke jinê mîna Edûlê çawa karîbû rastiyeke ewqasî kûr a dîrokî û civakî îfade bike. Bi ya min, ev yek ji pirsgirêka bingehîn a wêjeya kurd e ku hê ji hev nehatiye derxistin. Bêguman aliyên mijarê yên bi şexsê min re têkildar hebûn. Ne bi tenê li Çiyayê Şengalê û Deşta Mûsilê,hewl didan li ser xeta Şam-Heleb-Atîna-Moskova-Duşanbe-Roma-Naîrobiyê derbê li min bidin.

Nabe ku mirov di navbera herduyan de têkiliyê daneyne. Ya balkêş ew e, tevî ku min kaset gelek caran da guhdarîkirin, hejmareke zêde keç û xortên li dora min bi min re heman his û hest parve nedikirin. Heta dema ku ez li Romayê bûm, hozan Şivan Perwer tevî wêjevan-helbestan Mehmûd Baksî hatibûn serdana min. Şivan dîsa di hewaya xwe ya berê de bû. Mirov nikarîbû jê li bendê be ku karibe bi kûrahiya dîrokî-civakî ve dakeve. Rewşa Mehmûd Baksî bêhtir mirov xemgîn dikir. Min hevpeyvîna dawî bi wî re kir. Xwesteka wî ji min ew bû, li çiyayekî cenazeyên gerîlayan hatibe veşartin ew jî bê veşartin. Mîdeya wî têkçûbû. Rojên wî yên bi jimar mabûn.

Ew jî hêdî hêdî dimir. Li ber çavên min weke Derwêşekî Evdî yê modernîteya Ewropayê wî hêdî hêdî dikuşt û bi qasî hemdem bû weke karîkaturê wî çêkiribe xuya dikir. Pirr hewl dabûn wî li dijî min bi kar bînin. Lê girêdana xwe ya ji dil ti carî ji dest nedabû. Ez di rojên xwe yên dawî yên li Romayê de careke din bi ber bayê bandora çîrokên trajîk ên kurdî yên ji rêûresmê ketibûm û li gorî min ev bi qasî ku balkêş bû, ewqasî jî manedar bû. Paşê tevî ku hîç adeta min nebû, ji bo bîranîna Destana Derwêşê Evdî ev rêz ketin hişê min:

Ez li Çiyayê Şengalê li cem Derwêşê Evdî bûma!

Min ê li ser pişta hespên spîbozî xwe berda Deşta Mûsilê.

Dema Derwêş derb xwar min ê ew rakirina bibira çiyayên Kurdistanê.

Min ê ji wî re bigota “Binêre, bi hezaran Edûlê û Duwanzdekan hene”

Min ê bigota, li van çiyayên xwedawendan textê xwe danîne xweş razê.

Mirin ji ku, ji kê û çawa tê bila bê êdî xeman nexwe,

Kurdîtî û jiyana azad a misogerbûyî rastiyên ebedî ne.

Dema ku mirov ji nêz ve li êzidî û elewiyan binêre, bi taybetî temsîla karakterên demokratîk, azad û wekhevên çanda Zerdeştî wê li cem jinan were dîtin. Tevî ku pir hatine tepisandin jî, aliyê wan ên bi xwezayê re bûne yek, wêrekî û eşkere gotin hêjayî dîtinê ye.

Tevî ku ev heft sal e, ez ji bo Şengalê hişyarî dikim, ji ber ku tedbîr nehate girtin, tiştên qêwimîn we dît. Di rastiyê de yê ku hate qetilkirin û tecavûzkirin em hemû bûn. Pewîst dikir ku dunya xera kiriba, qiyamet rakiriba. Ger em pêşî lê negrin, komkujiyên bi vî şewazî dê berdewam bikin û wê li her derê talanan bikin. Hedefa DAIŞ’ê destwerdana giştî gelên li Rojhilata Navîn e.

Hîna jî gelê êzidî bi komkujiyan re rû bi rû ne. Em vê qatlîamê ne jibîr dikin ne qebûl dikin, ne jî em ê rûnin hêsiran/lorîkan bibarînin. Di dîroka mirovatiyê de tevkujiyên wiha tu carî nayên jibîrkirin. Ger bên jibîrkirin tê wateya ku wîjdan jî tunebûye. Şengalê ji dagirkirinê rizgarkirinê bidin destpêkirin. Ji bo vê pêwîstiya hêza parastineke saxlem dike. Êzidîtî koka ejdadê kurd e. Ya em ê gelê êzidî biparêzin û şerefa xwe heyîn bikin yan jî wê kurdinî tune bibe. Agirê berxwedaniyê, mizgîniya jiyana azad e. Heyanî berxwedanî pêşnekeve, azadî û rizgarbûyîna mirov jî pêş nakeve.

Ez niha tiştên jinên êzidî dijîn dibînim, pir xemgîn dibim. Bi taybet hûn jin, derfetên xwe komê serhev bikin, her tim asta xwe bilind bikin. Li pêşberê her cûre qirejiyên deshilatdariyan ku jinan biçûk dixinê ev firsetekê mezin e. Mêr li pêşberî dagirkeran winda kiriye, lê jin ji aliyê heman mêrî ve carekê din jî hatiye bindestkirin. Xweşiktiyên bêhempa hatiye windakirin û xistine nav koletiyeke pir kûr. Ji bo vê jî xwe tenzîm bikin û artêşbûna xwe xurt bikin. Dibe ku civak şer û siyasetê karê jinan nebînin. Lê şer û siyaset ne tenê karê mêran e. Zanista siyasî ku hûn digrin û çek, ji bo vê yekê pir binirx e. Weke din azadî bi dest nakevê. Bilî çekên destê we çi tiştekî ku hebûna we watedar bike nîne. Ji bo jinekê azad ev wekê cejnekê binirx e.

Bihêzbûna wekî kesekê bes nakê, weke tenzîmekê jî, wekî rexistinekê jî bihêzbûn lazime. Dema ku hûn li pêşberî mêr di her astê de artêşbûyîn û rêxistina xwe pêşbixin li pêşberê wan bandoran hûn ê bikevin rewşekê pir bi armanc û xurt. Rêya we heta dawî vekiriye û hûn ber bi rêfên azadiyê ve diherikin.

Nûçeyên Têkildar