Zextên rejîma Îranê yên li ser rojnamegerên jin bi dawî nabin. Li Îranê di nava du rojan de 3 rojnamegerên jin hatin binçavkirin. Rojnameger Shagaig Moradî duh di encama serdegirtina mala xwe de hate binçavkirin. Di dema serdegirtinê de gelek tiştên Moradî hatin desteserkirin. Moradî hate girtin û şandin girtîgehê.
Hêzên rejîma Îranê di heman demê de Midûra Berpirsyar a malpera nûçeyan a Marurê aktîvîst Nasim Tawafzadeh û nûçegihana hawirdorê ya malpera nûçeyan a Meravê Helaleh Natigeh jî di encama serdegirtinên malan de binçav kirin. Nayê zanîn bê ka Tawafzadeh û Natîgeh li ku tên girtin.