Meclîsa Kombûna Zenûbiyayê li hola Mişwar a Reqayê bi beşdariya 250 kesayet û endamên rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û nûnerên partiyên siyasî komxebat li dar xist. Komxebat di çarçoveya çalakiyên 25′ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li li Jinê ya Cîhanê de hatiye lidarxistin ku duh ji aliyê Platforma Çalakiyên Hevbeş ên Tevger û Rêxistinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatine ragihandin.
Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Xûd El Îsa axivî û got: “Em jinên Sûriyeyî bi fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan dijîn. Em teqez dikin ku em ê nameya aştiyê ya ku Rêberê mirovahiyê hilgirtiye ragihînin. Em bi rih û feslefeya Jin Jiyan Azadî dixebitin da ku projeya xwe biparêzin û Rêbertiya xwe azad bikin.”
Di komxebatê de wê 4 mijar; Reqa: Biratiya gelan, Tebqa: Jinelojiya Jin, Jiyan, Azadî, Minbic: Çand û Exlaq, Dêrazor: Erdîngarî û Têgeha Eşîran bên nîqaşkirin.
Komxebat wê bi encamnameyekê bi dawî bibe.