Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Gorên bi hezaran dêrsimiyan aşkera nakin’

Hevseroka DAD'ê Kadriye Dogan diyar kir ku 86 salan hewl didin ku terteleya dêrsimê bi civakê bidin jibîrkirin û wiha got: "Cihê gorên bi hezaran mirovî nehatine aşkerakirin. Dewlet vê daxwazê red dike û bi esasî dibêje, 'Me kir û veşart’. Daxwazeke bi vî rengî nekin û ji bîr bikin'.

Dewleta qirker a tirk di 15’ê mijdara 1937’an bi komployekê Seyîd Riza, kurê wî Huseyîn û pênc hevrêyên wî re girtin û piştre darvekirin. Di ser terteleya Dêrsîmê de 86 sal derbas bûn. Cihê gorên wan tevî bangên malbatên wan, saziyên civakî yên sivîl û partiyên siyasî nehatiye aşkerakirin. Tê texmînkirin ku li Dersimê zêdeyî 30 gorên komî, zêdeyî 100 cihên kuştina komî hene û piraniya van deveran li qiraxa çem e. Hîn jî li geke deveran hestiyên mirovan têne dîtin.

Hevseroka Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) Kadriye Dogan di salvegera darvekirina Seyîd Riza û hevrêyên wî de axivî.

Kadriye Dogan diyar kir ku piştî 86 salan hewl didin ku qirkirinê bi civakê bidin jibîrkirin û wiha got: “Cihê gorên bi hezaran mirovî nehatine aşkerakirin. Qadên kuştina bi komî, gorên komî hene. Bi salan e daxwaz tê kirin ku cihê goran bêne aşkerakirin. Dewlet vê daxwazê red dike û bi esasî dibêje, ‘Me kir û veşart. Daxwazeke bi vî rengî nekin û ji bîr bikin’. Qonaxa dawî ew e ku bi civakê bidin jibîrkirin. Hewl didin vê yekê bikin. Banga min ew e ku em cihên weke Çemê Kûtû, Çemê Laç ji bo bîranîna qurbaniyên terteleyê weke cihên bîranînê ragihînin. Her yek ji van herêman veguherînin nîşangehan. Ji bo hesab bê pirsîn beriya her tiştî divê hiş û bîr bê parastin. Li deverên ji bîranîna komkujiyan lidarxistin konser û festîvalan rast nîne. Nabe ku ev yek weke hewldanên hunerî yên bi nêta baş bêne nirxandin. Divê baş bê zanîn bê xizmetê ji çi re bikin. Ya girîng ew e ku rûbirûbûn pêk were û paşeroj bi rengekî rast bê avakirin. Bi êşên Dêrsimê re rûbirûbûn hîn pêk nehatiye.”

Kadriye Dogan anî ziman ku Dersim ji aliyê baweriya Elewîtiyê ve navendeke girîng e û destnîşan kir ku yek ji armancên terteleya 1938’an tunekirina baweriya Elewiyan bû û wiha domand: “Divê cihên hiş û baweriyê heta dawiyê bêne parastin. Ji bo pêkanîna van hemûyan jî divê dêrsimî di hilbijartinên xwecihî de kesên ku temsîliyeta wan dike hilbijêrin. Bendewariyeke me ya bi vî rengî heye û karê me jî wê bi vî rengî be.”

rengî be.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar