Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

PDK çalakiyên pêngava azadiyê qedexe dike

Çavdêrê siyasî Adil Osman diyar kir ku Biqasî PDK destekê dide dagirkeriya tirk, ew qas alîkariyê nade doza kurd û civaka kurd û wiha axivî: “PDK çalakiyên ji bo pêngavê qedexe dike. PDK rasterast li hember têkoşîna Rêber Apo disekine. Di encama polîtîkayên PDK`ê de Başûr bûye navendeke mezin ji îxanetê re.”

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 25 sal in li Îmraliyê di bin tecrîda mutleq de tê ragirtin û 33 meh in bi tu awayî agahî jê nayê girtin. Dostên kurdan di 10`ê Cotmehê de li bajarê Strasbourg ê Fransayê ku Konseya Ewropayê, Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) lê ne, ji bo temsîla temenê Rêber Abdullah Ocalan li 74 navendan pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” dan destpêkirin. Li çar parçeyên Kurdistanê jî piştgiriya vê pêngavê hat kirin ku di 14`ê Cotmehê li bajarê Silêmaniyê yê başûrê Kurdistanê siyasetmedar, akademîsyen, rewşenbîr û çalakgerên civaka sivîl bi daxuyaniya çapemeniyê xwedî li pêngavê derketin.

Çavdêrê siyasî û endamê Rêveberiya Eniya Têkoşîna Demokratîk Adil Osman ku tev li pêngavê bûye, der barê xebat û extên tên meşandin de axivî. Adil Osman diyar kir ku di çareseriya pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk û aştiyane de rola sereke ya Rêber Abdullah Ocalan e û got: “Dewleta tirk li hember têkoşîna gelê kurd Rêber Apo dîl girtiye û dixwazin vîna têkoşîna gelê kurd li Îmraliyê bişikînin anku teslîm bigirin. Eleqeyeke mezin di navbera tecrîda li ser Rêber Ocalan û doza kurd de heye. Heta derî ji Rêber Apo re venebe, wê pirsgirêka kurd jî çareser nebe. Dewleta tirk ferz dike ku ev pirsgirêk li gorî wan bê tepisandin û bêyî Rêber Apo bimeşe. Ev rêbazeke faşîzmê ye. Cidiyeta çareseriyê li Îmraliyê dê encamê bigire. Heta Rêber Apo azad nebe, pirsgirêka kurd çareser nabe.”

Osman anî ziman ku Rêber Apo li Başûr bûye îradeya gel û gel jî xwedî lê derdikeve û wiha domand: “Gelê başûrê Kurdistanê piştgiriyeke mezin dide pêngava azadiyê. Berxwedana ku Rêber Apo dimeşîne, pêşengiyê ji berxwedana gel re dike. Gel bênavber ji bo Rêberê xwe di nav têkoşînê de ye. Pêngava hatiye destpêkirin jî encameke vê têkoşînê ye. Li başûrê Kurdistanê tevlêbûna gelek rewşenbîr, siyasetmedar, nivîskar, jin, ciwan, akademîsyen û hwd dide diyarkirin ku doza azadiya fizîkî ya Rêber Apo tê esasgirtin û têkoşînê gurtir dikin.”

Hikûmeta Herêma Feder û PDK li dijî doza kurdan e

Adil Osman li ser nêzîkatiyên PDK`ê yên li hember çalakiyên gel ên ji bo pêngava azadiyê rawestiya û pêde çû: “PDK ji bo doza kurd xetereyeke gelekî mezin e. PDK çalakiyên ji bo pêngavê qedexe dike. Nahêlin gelê Başûr ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo werin cem hev. Meşan asteng dikin. Ev bandoreke neyînî dide têkoşîna gelê kurd a li Başûr. Hikûmeta Başûrê Kurdistanê û PDK li dijî têkoşîna azadiya gelê kurd e. Di qasî ku PDK destekê dide dagirkeriya Tirk, ew qas alîkariyê nade doza kurd û civaka Kurd. PDK rasterast li hember têkoşîna Rêber Apo disekine. Di encama polîtîkayên PDK`ê de Başûr bûye navendeke mezin ji îxanetê re. Ev bandoreke mezin li ser helwesta gel dike. Gel rastî tirsê, destgîrkirin û girtinê tê. Dijmin bi vê re dixwaze vê têkoşînê bi îxaneta PDK`ê re bi bin bixe.”

Adil Osman diyar kir ku li dijî êrişên PDK`ê têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tu carî nehatiye sekinandin û got: “Panel û semîneran em li dar dixin. Di demên pêş de plansaziyên me hene ku em çalakiyên pêngavê berfirehtir bikin. Li ser asta komale, siyasî û rêxistinî çalakî tên lidarxistin. Çareserî tenê azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye, derveyî wê tu çareserî tune ye. Azadkirina Rêber Apo şikandina xiyanet û dagirkeriyê li başûrê Kurdistanê ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar