Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Çeteya Payîzava pêşî kenewîrê diçîne û dawiyê jî îxbar dike

Çeteya kenevîran a ku  ji çawişên pispor û cerdevanan pêk tê, li Payîzava tovên kenewîr li zeviyên gundiyan diçîne û piştre îxbar dike. Çeteya Payîzava bi awayî pere ji dewletê wergirt. Gundiyan gilî kirin, lê nekarîn encamê bi dest bixin.

Cerdevan û leşkerên dewleta faşîst a tirk li Kurdistanê tevlî hemû qirêjiyan dibin. Li gundên navçeya Payîzava ya Wanê, çeteyek ji cerdevan û çawişên pispor bi dizî tovên kenewîr li zeviyên gundiyan diçînin, piştre îxbar dikin û bi vî rengî pere qezenç dikin. Serkêşên vê çeteyê jî çawişê pispor Gokhan Onbaş û cerdevan Beytûllah Hîtît e.

Li gorî gotinên gundiyan, çete bi vî rengî dixebitin; Destpêkê li Wanê tovê kenewîr werdigirin. Piştre jî bi dizî li zeviyên gundiyan diçînin. Tevî ku herêmên têne qalkirin herêmên polîsan e, li Qereqola Jendermeyan digerin û îxbar dikin. Îxbar jî ji aliyê endamê çeteyê çawişê pispor Gokhan Onbaş ve tê nirxandin. Li zeviyê û xwediyên zeviyan operasyonan dikin. Ajansa dewletê AA jî bi sernavê ‘Li Wanê operasyona mezin a kenewîr’ nûçeyê diweşîne. Gundiyên ku têne girtin û darizandin piştî darizandineke demdirêj têne berdan.

Cerdevan Hîtît serkêşiyê dike

Kesên ku mexdûr bûn li dadgehê qala her tiştî kirin. Nîşan dan ku çawişê pispor Gokhan Onbaş, cerdevan Beytûllah Hîtît, birayê wî Abdullah Hîtît ew çawa mexdûr kirine. Li Dozgeriya Komarê ya Payîzavayê li hemberî cerdevan Beytûllah Hîtît gilî hate kirin, lê belê bêencam ma. Hin gundiyan beriya bûyerê ji dozgeriyê re ragihandin ku wê tovên kenewîr li zeviyên wan bêne çandin, lê tevî vê yekê jî hatin mexdûrkirin.

Çawişê pispor Arda Korker ku li dadgehê weke şahid îfade da, anî ziman ku cerdevan Beytûllah Hîtît yekî bi pirsgirêk e, ew wî naxin qereqolê jî û diyar kir ku divê guh nedin îxbara cerdevan. Korker anî ziman ku çawişê pispor û cerdevanan mîna ku bi xwe çandibin cihê kenewîr dîtin ku ev yek nîşan dide bê bûyer çi ye.

Gundiyan li Dozgeriya Komarê ya Payîzavayê gelek caran giliyê Hîtît kirin lê belê bi gotina ‘kêmaniya delîlan’ lêpirsîn nehate meşandin. Gokhan Onbaş jî tayîna xwe xwest û ji Wanê çû. Lê belê cerdevan Beytûllah Hîtît hîn jî bi çeka dewletê cerdevaniyê dike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar