Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cumartesi - 6 Temmuz 2024

6 mehên din cezayê qedexeya hevdîtinê birîn

Dewleta faşîst a tirk li aliyekî tecrîdamutleq dimeşîne û li aliyê din jî ‘cezayê dîsîplînê’ li Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dibire. Derket holê ku 6 mehan cezayekî nû yê qedexeya hevdîtina bi parêzeran re li Rêber Apo birîne. Bi hinceta “ewlehiyê” naveroka biryarê bi parêzeran re nehat parvekirin.

Rêber Apo 25 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û 33 meh in tu agahî jê nayên girtin. Rêber Apo, herî dawî di 25’ê adara 2021’an de li ser telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivî bû lê axaftin di niviyê de hatibû qutkirin. Ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin. Di demeke ku rewşa agahînegirtinê berdewam dikir de hat zanîn ku li Rêber Apo cezayeke nû yê qedexeya bi parêzeran re hatiye birîn.

6 meh in hevdîtin qedexe kirin

Parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê di 6’ê mijdara 2023’yan de ji bo hevdîtinê serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dan. Piştî serlêdanê parêzer hîn bûn ku di 31’ê cotmeha 2023’yan de li miwekîlê wan Arêber Apo ji bo 6 mehan cezayê qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hatiye birîn.

Parêzeran xwestin ku naveroka biryara qedexeyê û mînaka dosyayê xwestin. Lê dadgeriyê bi hinceta “ewlehiyê” ev daxwaz red kir. Parêzeran, li dijî biryar qedexeyê li dadgeha jor îtîraz kirin. Lê ev îtîraz jî hate redkirin.

Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê dê li dijî vê biryara qedexeyê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bide.

Di 26’ê nîsana 2023’yan de ji bo 6 mehan cezayê hevdîtina bi parêzeran re li Abdullah Ocalan hatibû birîn. Piştî ku ev dem temam bû, parêzeran ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kiribûn. Di encama vê serlêdanê de jî derketibû holê ku di 31’ê cotmehê de heman ceza dîsa hatiye birîn.

Bi vê biryara qedexeyê ya dawî re hejmara biryarên qedexeya hevdîtina bi parêzeran re bû 12 car.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar