Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayên HPG-YJA Starê de û êrîşên artêşa tirk a dagirker daxuyaniyek da.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;
13’ê mijdarê saet di 09:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran dest li dagirkeran hate werdan û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.
13’ê mijdarê saet di 10:10’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî droneyeke bombebarkirî bi sabotajê hate îmhakirin.
13’ê mijdarê saet di 14:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Derb li çeperekê hate xistin.
13’ê mijdarê saet di 19:40’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran 2 caran dest li helîkopteran werdan.
14’ê mijdarê saet di 07:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk dest li dagirkeran hate werdan. Derb li çeperekê hate xistin.
14’ê mijdarê saet di 07:10, 08:00, 08:30 û 10:10’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran dest li dagirkeran werdan. Di vê çalakiyê de derb li çeperekê hate xistin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.
14’ê mijdarê saet di 11:10 û 14:20’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk dest li dagirkeran hate werdan. Derb li çeperekê hate xistin, liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.
13’ê mijdarê saet di navbera 13:00 û 14:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 10 caran bi çekên giran dest li dagirkeran hate werdan.
15’ê mijdarê saet di 12:30 û 12:40’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran dest li dagirkeran hate werdan.
Li herêma Metînayê;
14’ê mijdarê saet di 09:15’an li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê bi çekên giran dest li dagirkeran hate werdan.
15’ê mijdarê saet di 11:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê bi çekên giran dest li dagirkeran hate werdan.
Li herêma Xakurkê;
14’ê mijdarê saet di 10:30’î de bi çekên giran dest li dagirkerên li Girê Şehîd Kamûran hate werdan.
14’ê mijdarê saet di 08:00 de li qada Ermûşê bi çekên giran dest li dagirkeran hate werdan.
Êrîşên artêşa tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî, gazê kîmyewî û droneyên bombebarkirî;
13’ê mijdarê li herêma Zapê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
14 û 15’ê mijdarê li herêma Metînayê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê 4 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.
15’ê mijdarê li herêma Metînayê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê 3 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
13 û 14’ê mijdarê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 14 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.
14’ê mijdarê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 2 caran bi droneyên bombebarkirî yên qedexe û 3 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
Êrîşên artêşa tirk a dagirker;
14 û 15’ê mijdarê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl Girê Cûdî, Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 2 caran, li herêma Metînayê qadên Golka, Gundê Beşîlî, Gundê Dergelê 4 caran, li herêma Xakurkê qadên Goşînê, Berbizina, Girê Şehîd Hawar û Şehîd Şerîf 4 caran; bi giştî 10 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
14 û 15’ê mijdarê Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi helîkpoteran hatin bombekirin.
Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin.”