Nerazîbûnên li hemberî tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo tê meşandin zêde dibin. Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan jî di nav de, parlamenterên HEDEP’ê ji bo hevdîtina bi Rêber Apo yê li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û 33 meh in tu agahî jê nayên girtin, serî li Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê dan.
Serlêdana HEDEP’ê wiha ye:
“Çavkaniya hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê yên siyasî, civakî, çandî û hiqûqî pirsgirêka kurd e. Her wiha bingeha krîzên aborî û hiqûqî ye. Di heman demê de ev pirsgirêk rê li ber demokratîkbûna Tirkiyeyê digire, nahêle serweriya hiqûqê pêk were û dibe sedema mezinbûna newekheviya zayendan. Ev pirsgirêk zêdetirî sed sal in berdewam dike û hema hema di tevahiya vê demê de dewletê hewl da bi rêya polîtîkayên înkar, pişaftin, leşkerî û ewlekariyê çareser bike. Ferzkirina vê polîtîkayê kir ku bi dehhezaran kes jiyana xwe ji dest bidin û rê li ber bi hezaran binpêkirinên mafê jiyanê vekir û hêj vedike.
Di encama hewldanên birêz Abdullah Ocalan de pêvajoya guftûgoyê hatibû destpêkirin. Lê tevî hemû hewldanên birêz Ocalan jî, hikûmetê ev pêvajo di sala 2015’an de bi dawî kir û li şûna çareseriyeke demokratîk û aştiyane, şer û pevçûn tercîh kir. Hewldanên birêz Ocalan ên ji bo pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane were çareserkirin û ji bo pêşketina demokrasî û azadiyê hêj berdewam in. Birêz Ocalan hêj vê pozîsyona xwe diparêze. Nêzikatiya wî ya fikrî û pratîkî ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd raber kiriye, hem di qada neteweyî hem jî di ya neteweyî de xwedî bandoreke mezin e.
Tecrîd êdî veguheriyaye tecrîda mutleq
Bi bidawîkirina pêvajoya çareseriyê re êdî tecrîda li dijî mirovahiyê û derhiqûqî lê hate ferzkirin û ev tecrîd êdî veguherandin tecrîda mutleq. Hevdîtinên bi malbat û parêzeran re heta niha bi hincetên weke ‘keştî xerab bûye’ û ‘muxalefeta hewa’ dihatin astengkirin. Piştî hewldana darbeyê ya 15’ê tîrmehê jî Rewşa Awarte hate ragihandin û ev hevdîtin bi temamî hatin astengkirin. Ji 25’ê adara 2021’ê heta niha jî tu agahî ji birêz Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girava Îmraliyê Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş nayên girtin. Bi astengkirina hevdîtina bi telefonê, şandina faks û nameyan re têkiliya wan a bi cîhana derve re hate qutkirin. Di heman demê de hevdîtinên bi malbat û parêzeran re hate astengkirin, têkiliya wan a bi cîhanê re bi temamî hate qutkirin û rewşa agahînegirtina mutleq hate mayîndekirin.
Herî dawî di 25’ê adara 2021’ê de li ser telefonê bi birêz Ocalan re hevdîtin hate kirin ku axaftin di niviyê de hate qutkirin. Di nava 24 salan de cara duyemîn ku bi rêya telefonê hevdîtin dikir. Ji 25’ê adara 2021’ê heta dawiya sala 2022’yan parêzerên wî 238 caran, malbat-vasiyê wî jî 79 caran ji bo hevdîtinê serlêdan kir. Lê belê bersiva tu ji van serlêdanan nehate dayîn. Di 5’ê tebaxa 2020’an de jî Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) rapora xwe eşkere kir û got; ‘Ji Girtîgeha Girava Îmraliyê bi tu awayî agahî nayên girtin’ û ev rewş weke ‘incommunicado’ ragihand. CPT’yê destnîşan kir ku li Tirkiyeyê ev rewş nayê qebûlkirin û şîreta bidawîkirina vê sepanê kir. CPT’yê di navbera 20-29’ê îlona 2022’yan de Tirkiye ziyaret kir, çû serdana Îmraliyê lê heta niha jî têkildarî serdanê tu daxuyanî nedaye.
Heta niha gavek jî nehatiye avêtin
Serlêdana parêzerên Birêz Ocalan û her sê girtiyên din a li Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya bi daxwaza ku rewşa agahînegirtinê bi dawî bibe hate kirin, hat qebûlkirin. Bi biryara dîroka 6’ê îlona 2022’yan ji desthilatê re hate ragihandin. Lê belê ne şertên raporên CPT’yê hatin bi cih anîn ne jî biryarên NY’yê hatin naskirin û ji bo rewşa agahînegirtinê ji holê bê rakirin tu gav nehatin avêtin. Şer û Rewşa Awarte jî di nav de tu rewşên îstîsnaî nikare vê îşkenceya derveyî mirovî ya li birêz Abdullah Ocalan ku mafên wî yên hiqûqî û qanûnî tên astengkirin tê kirin, mafdar bibîne.
Tecrîda mutleq a li dijî birêz Ocalan ê bi milyonan mirov weke vîna xwe ya siyasî dibînin, di pêvajoya çareseriyê de bi şandeyên hikumet û dewletê re hevdîtin kirin, aktöre siyasî yê bingehîn û sermuzakerevanên pirsgirêka kurd tê dîtin, nikare weke îşkenceya ku tenê li kesekê tê kirin bê dîtin. Di vê çarçoveyê de tecrîda mutleq a li Îmraliyê êrişeke aşkere ya polîtîk, aborî û hiqûqî ya li dijî civakê, dorpêçkirineke berfireh, vîna aştiyê ya civakê û mafê aştiyê ye.
Divê parêzer û şandeya siyasî demildest biçin Îmraliyê
Li ser navê meşandina tecrîda mutleq, li Tirkiyeyê nirxên hiqûq û exlakî hatine sînorkirin. Rexnekirina vê pergala îşkenceyê jî dikin sedemê girtinê. Ev rewş bi tena serê xwe nîşan dide ku dijhiqûqiya li Îmraliyê veguheriye teknîkeke rêveberiyê ye. Di vê çarçoveyê de aşkere ku israra di çareseriya pirsgirêka kurd de bi nêzîkatiyên leşkerî û ewlekariyê re rê li ber gelek binpêkirinên mafên mirovan vekiriye. Weke Komîsyona Lêpirsînê ya Mafên Mirovan a Meclîsê, ji bo dawî li van binpêkirina mafên mirovan bê anîn, divê bikevin nava tevgerê. Di vê çarçoveyê de divê Komîsyon; ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka kurd a li Tirkiyeyê; Ji bo li ser bingeha edalet, wekhevî û azadiyê pêşerojeke hevpar bê avakirin û rê li ber demokratîkbûyîna Tirkiyeyê veke, erk û berpirsyariya xwe ya ji bo rakirina mercên tecrîda mutleq ku sûcekî li dijî mirovahiyê ye, bicih bîne. Komîsyon divê demildest serdana Girava Îmraliyê bike û li gel vê yekê divê parezer û şandeyeke siyasî jî demildest serdanê bikin.”