Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik beşdarî Bernameya Taybet bû ku di Stêrk TV de hate weşandin. Bayik têkildarî rojevê nirxandin kir.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemil Bayik bal kişand ser nîqaşên makeqanûnê ya li Tirkiyeyê jî û destnîşan kir ku AKP-MHP dixwaze bi makeqanûnek faşîst civakê bi temamî bêyî nefes bihêle.
Bayik diyar kir ku tecrîd û êşkenceya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin, li cîhanê mînaka wê tune ye û got: “Siyaseta ku li hemberî Rêber Apo dimeşînin, li hemberî gelê Kurd jî dimeşînin. Li mirovên demokrat, sosyalîst û azasîxwaz ên Tirkiyeyê jî vê siyasetê dimeşînin. Yanî tevahiya civaka Tirkiyeyê bi vê siyasetê tecrîd kirine.”
Bayik têkildarî vekişîna gerîla ya li Mexmûrê û xwesteka PDK’ê ya bi cihbûnê axivî û diyar kir ku PDK bi dewleta tirk re çûye Mexmûrê. Bayik anî ziman ku divê xelkê Mexmûrê destûrê nede vê yekê û bi xwe parastina xwe bike.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di hevpeyvîna xwe ya di Stêrk TV de hatî weşandin, ev nirxandin kirin:
Li gel ku li Îmraliyê pergala tecrîd û qirkirinê berdewame jî lê her ku diçe bandora Rêber Apo li cîhanê belav dibe. Li ser navê Rêbe Apo li seranserê cîhanê daxuyanî hatin dayîn û pêngaveke hat destpêkirin, dostên gelê Kurd pêşengtiya vê kirin. We berê der barê pêngavê de nirxandin kiribû, Hûn jî wekî rêxistina Azadiya Kurdistanê, pêngavê mehek li pişt xwe hişt çawa dinirxînin û ji niha pê de wê çi bên kirin?
Beriya ku ez bersiva pirsên we bidim. Ev meha ku em tê de ne gelek şehîdên me hene. Di şexsê wan şehîdan de ez tevahî şehîdên azadî û demokrasiyê bi bîr tînim, hurmetê xwe û minetê xwe diyar dikim. Tê zanîn di meha Cotmehê de Yûsûf Gulo welatparêzekî mezin bû, dewleta Tirkiyeyê li Qamişloyê li gel neviyê wî ew qetil kir. Dîsa 10’ê Cotmehê hevalê Yilmaz Dersim fermandarekî HPG’ê bû, heval di şer de şehîd ket. Dîsa li Pasûrê di 1999’an de 18 heval bi çekên kîmyewî şehîd ketin. Dîsa Yaser Arafat 2014’an de şehîd ket. Hevala Delal Amed li Besta 2017’an de şehîd ket. Li gel hinek heval jî şehîd ketin. Dîsa hevalê Edîp Solmaz 1979’an de li Êlihê şaredar bû qetil kirin. 1960’î li sînameya Amûdê 283 ciwanên Kurd hatin qetilkirin. Dîsa Seyîd Riza 1937’an li Xarpêtê hatin girt û hat darvekirin. Li gel wî kurê wî û hevalên wî hatin darvekirin. Dîsa hunermendê mezin Ahmet Kaya di 2000’î de li Parîsê şehîd ket. Hevalê Dogan Dêrik di 2017’an de li Amedê şehîd ket. Hevalê Huseyîn Ozbey, hevalê Harûn di navbera Amed û Garzanê de şehîd ket. Hevalê Reşît Serdar di 2012’an de li qada Şemzînanê şehîd ket. Fermandarekî me yê mezin ê HPG’ê bû. Lê belê ne tenê ev şehîd hene. Ji derveyî wan jî gelek hevalên şehîd bûne hene. Wekî min gotibû di şexsê van hevalan de hemû şehîdan bi bîr tînim û minetê xwe didim diyarkirin.
Raste, pêngavekî mezin hate destpêkirin. Dostan ev pêngav dest pê kirin. Mehek li ser vê pêngavê re derbas bûn. Hinek encamên wê jî derketin. Texmîn dikim wê hîn jî derkevin. Her ku diçe pêngav mezin dibe tevlêbûn çêdibin. Bi vê boneyê yên ku pêşengiya vê pêngavê kirin, ên ku tevlî vê pêngavê bûn û di vê pêngavê de cih girtin, ên ku ji bo pêngavê ked dan hemûyan silav dikim û wan pîroz dikim.
Bi rastî pêngava ku hatiye pêşxistin pêngavêke mezin e. Lê belê hîn jî pêngav di destpêka xwe de ye. Lazim e mirov vê pêngavê bi gelek şeklan xurt bike û pêş bixe. Dibe ku dostan ev pêngav despêkirin, tevgera me jî got em di vê pêngavê de cih digirin. Wateya wê ne ku em tenê di pêngavê de cih digirin. Bi hemû derfetên xwe vê pêngavê bigihînin armanca wê û bi ser bixin. Ev peywireke dîrokî ye li ser hemû qedroyên vê tevgerê, li ser hemû Kurdên bişeref e. Lê ne tenê peywira wan e, di dinyayê de jî yên dostên gelê Kurd kî heye, yên ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin, yên xwedî wijdan exlaqê ne, xwedî fikirin kî heye lazim e di vê pêngavê de cih bigirin. Çima? ji ber ku ev pêngava azadiyê ye. Yên ku dixwazin di xwe de azadiyê pêş bixin, ên ku dixwazin têkoşîna azadiyê pêş bixin, lazim e di pêngavê de cih bigirin. Hem di xwe de azadiyê pêş bixe û hem jî di pêngavê de azadiyê pêş bixe. Ew encamê dide. Mere tek tevlî bibe, di xwe de azadiyê pêş nexe, di xwe de azadiyê kûr neke, tek tevlêbûn encam nade. Ji ber ku navê pêngavê, pêngava azadiyê ye. Yên ku dixwazin azadî û demokrasiyê pêş bixin lazim e di xwe de azadiyê pêş bixin ku karibin pêngavê bigihînin armanca wê.
Dewleta tirk tevahî civakê tecrîd kiriye
Niha siyaseta ku li ser Rêber Apo tê meşandin mînaka wê li dinyayê nîne. Siyaseteke pir qirêj û gemar dimeşînin. Vaye em dibêjin tecrîda mutleq û 3 sal in agahî ji Rêber Apo nayên wergirtin. Kes nizane bê rewşa Rêber Apo çi ye. Ew siyaseta ku li ser Rêber Apo dimeşînin, li ser civaka Kurd jî dimeşînin. Heta li ser demokrat, sosyalistan û azadîxwazên Tirkiyeyê jî dimeşînin. Yanî civaka Tirkiyeyê bi tevahî xistine bin tecrîdê û vê siyasetê li ser wan dimeşînin. Yên ku xwedî wijdan, exlaq û yên ku xwedî fikir in, ên ku ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşindi vê pêngavê de cih girtin. Yanî li dijî tecrîdê sekinîn. Li Rêber Apo, di şexsê Rêber Apo de xwedî li gelê Kurd derketin. Wexta ku me re tecrîd fêm bike wê demê dikare li dijî tecrîdê têkoşînê pêş bixe û dikare encamê jê wergire. Heke mirov fêm neke bê ji bo ev tecrîd li ser Rêber Apo dimeşînin wê gavê nikare têkoşînê pêş bixîne û nikare encamê jê wergire. Ji bo çi ew tecrîda li ser Rêber Apo pêş xistin. Di şexsê Rêber Apo de ji bo gelê Kurd demokrat û sosyalistên Tirkiyeyê pêş xistin? Sedema wê heye. Ji ber ku Rêber Apo di aliyê têkoşîna azadiyê de kûrbûnek di xwe de pêş xist. Tiştên ku di şexsê xwe de pêş dixist li tevahiya civakê de jî pêş dixist. Dîsa di tevgerên sosyalist û demokrasiyê de xitimandinek çêbibû. Rêber Apo dixwest ku vê xitimandinê çareser bike û ji bo wê têdikoşiya. Ji bo tevgera me PKK’ê wexta ku hat damezrandin hin bandorên realsosyalîzmê tê de hebûn. Ev li ser tevgerê û pratîkên wê bandor dikir. Rêber Apo dixwest ku vê bandorê jî ji holê rake. Yanî di tevgera PKK’ê de jî dixwest nûbûnan pêş bixe. Li ser vî esasî dixebitî. Her ku diçû jî ew pêş diket û bandor dikir. Ne tenê li ser civaka Kurd, derveyî wê jî bandor çêdikir û pêşketin çêdibû. Yên ku pêşengiya pergala kapîtalîzmê dikin fêm kirin. Dîtin ku Rêber Apo hem ji bo tevgera demokrasî û azadiyê, hem ji bo PKK’ê û hem jî ji bo sosyalîzmê di lêgerînê de ye. Di wê lêgerînê de jî gavna pêş dixe. Heger pêşiya wê gavê negirin, ji bo pergalê telûke çêdibin. Ji bo wê biryar dan ku komploya navneteweyî pûç bikin. Heger ku komplo pêş xistin, Rêber Apo dîl girtin û anîn xistin Îmraliyê. Li ser tecrîd û mutleq tecrîd pêş xistin sedema wê ji ber ku Rêber Apo ew lêgerîna ku tê de pê nexe, bi ser nexe. Ji bo ji pergala kapîtalîzmê re talûke çûnebe. Ku ji bo karibin pêşiya xwe vekin. Ku karibin sistema li Rojhilata Navîn biparêzin. Ji ber ku dîtin ku heger li dijî Rêber Apo tedbîran pêş nexin, Rêber Apo ji bo wan pirsgirêkên mezin çêbike. Sistema wan derbê bixwe pêşiya wan wê bê girtin. Li Rojhilata Navîn guhertin çêbibe. Hereketên azadî û demokrasiyê wê pêş bikevin. Hem pergala modernîteya kapîtalîst ên jê re pêşengiyê dikin hem jî desthilata mintiqê, heta di nav Kurdan de jî yên ku di desthilatê de di sîstemê de cih digirin hemûyaj dest dan hev ev komploya pêş xistin. Rêber Apo dîlgirtin û dûre jî tecrîda mutleq li ser Rêber Apo pêş xistin. Ji ber ku Rêber Apo armancek dabû pêşiya xwe û li ser wê armnacê lêkoln dikir, lêgerîn dikir û gav davêtin ew komploya ku pêş xistin jî pêşiyê negirtin. Rêber Apo di şertên Îmraliyê de jî ew xebata xwe berdam kir, ew armancên xwe berdewam kir û li dijî pergala kapîtalîzmê alternatîfek pêş xist. Paradîgmayeke nû ji bo hereketên sosyalîst, demokrasyî, azadiyê û PKK’ê pêş xist. Ew da destê însaniyetê. Însaniyet gihîşt sîleheke pir mezin. Yanî ew şertên Îmraliyê jî nikarîbû pêşiya Rêber Apo bigire. Yên ku li cihanê armanca wan demokrasî û azadî be, yên ku ji bo sosyalîzmê têdikoşin rastiya Rêber Apo baş fêm kirine. Ew paradîgmaya ku pêş xistiye û daye dest wan dîtin ku çareserî tê de heye. Yanî ew jî di lêgerînekê debûn. Bersiv di paradîgmaya Rêber Apo de ye. Ji bo wê li Rêber Apo û paradîgmaya Rêber Apo xwedî derketin. Heke ku dostan ew pêngava pêş xistin ji bo wê pêş xistin. Ji ber ku dîtin ku armanca wan demokrasî û azadîye ew jî di paradîgmaya Rêber Apo de ye. Ji bo wê li Rêber Apo û paradîgmayê xwedî derketin. Niha lazim em vêya kûr bikin û mezin bikin. Em li ser dewlet Tirkiyeyê zexteke siyasî çê bikin. ji bo ew zext bê çêkirin jî lazim e ne tek be. Lazim e hemû kesên azadî, demokrasî û sosyalîzmê pêş dixin. Ji bo jinan ên ku azadiya jinan pêş dixin. Yên ku ekolojiyê pêş dixin. Ciwan û ên ku li dijî faşîzmê têdikoşin. Yên ku dixwazin biratiya gelan pêş bikeve. Lazim e hemû di vê pêngavê de cih bigirin. Ji bo ev pêngav bi ser bikeve bixebitin. Lazim e vana li welatên xwe li ser hikûmetên xwe zextê bikin. Dîsa li ser YE, NY, CPT û Konseya Ewropayê, li ser saziyên navneteweyî zextan bikin ku karibin vî şeklî hereket bikin û ew jî li ser dewleta Tirkiyeyê zexê bikin. Heke li ser dewleta Tirkiyeyê zext çênebin dewleta Tirkiyeyê tu carî ji bo azadiya Rêber Apo û çareserkirina pirsgirêka Kurd tu gavan navêje. Ji ber ku armanca ku daniye pêş xwe tasfiyekirina hereketa Kurd e û qirkirina li ser Kurdan temam kirine. Yên ku vê armancê daye pêş xwe heke zextên mezin li ser çênebin tu cara ji bo Rêber Apo û ji bo gelê Kurd gav navêjin. Niha tişta ku ji her kesî tê xwestin bê çawa vê zextê pêş bixin. Hemê xebatên ku bimeşîinin divê li ser vî esasî bin. Bi van xebatan encam tê girtin.
Wexta ku ev hemle hat pêşxistin tê zanîn şerê Îsraîl û Hemasê ji pêş ket. Hem jî şerekî pir mezin pêş ket. Hem ev hemle û hem jî hevkariya gelê Filistînê pêkve bimeşin. Ji ber ku gelê Kurd û gelê Filistînî wekî hev in. Li Rojhilata Navîn herdu gelên esas in û gelên bindest in. Li ser van herdu gelana siyaseta qirkirinê tê meşandin. Ev gelan bi salana li dijî siyaseta qirkirinê têkoşînê dimeşînin. Xwedî derketina li Rêber Apo xwedî derketina li gelê Filistînê ye. Ji ber ku eleqeya Rêber Apo bi gelê Filistînê re pir xurt heye. Demekê li gel hereketê Filistînê bû. Dostaniyeke xwe ya pir xurt heye. Hereketa me bi gelê Filistînê re eleqeke pir xurt heye. Li gel gelê Filistîn li dijî şerê qirkirinê me şer kiriye. Pêkve me şer kiriye. Ji bo wê me şehîd dane. Eleqeya me ne wekî eleqeya hin kesên diaxivin dibêjin gelê Filistîn rast e heq e. Me pêkve şer kiriye. Me pêkve şehîd dane, esîr dane. Eleqeya me wer xurt heye. Rêber Apo ji ber amanca xwe demokrasî û azadî ye li Rojhilata Navîn jî yên hewceyî wan bêhtir bi demokrasî azadiyê heye Kurd in û Filsitînî ne. Dibe ku gelên mintiqê jî rmanc û daxwaziyên wan hene. Lê li ser gelê Kurd û Filistinî siyaseta qirkirinê heye. Yanî pirsgirkên wan ji gelên din pir cudatir e. Ji bo gelên din dibe ku pirsgirêka tunebûn tunebe lê ji bo Kurdan û Filistiniyan pirgirêkeke wisa heye. Ji ber ku armana Rêber Apo azadî û demokrasî ye li ser hem Kurdan û hem jî hereketên Filistînê sekinî. Yanî wê ev pirsgirêk çawa çareser bibin, Van gelana çawa dikarin di bin qirkirinê de derkevin. Çawa dikarin bigihêjin heqûn xwe. Bi nasnameyên xwe bi nirxên xwe bijîn, bi azadî bijîn. Li ser vê bi salan têkoşiya. pirsgirkên Kurdan û pirsgirêkên Filistîn û Îsraîl encax bi biratiya gelan çareser bibin. Bi fikrên dînî nijadperesî yan jî bi dewletê van pirsgirêkana çareser nabin. Bixwaze wiha çareser bike wê qetlîamên heyî, qirkirinên bêhtir kûr bike. Heke tu dixwazî qirkirinê ji holê rakî ev jî bi rêya aştiyê, biratiyê, aramiyê, demorasiyê û azadiyê bi neteweya demokratîk çareser dibe. Rêber Apo çareserî di neteweya demokratîk de dît. Têkoşîna vê pêş xist. Niha ev pirsgirêkana bi vî şeklî çareser dibin. Çima ez vê dibêjim. Niha hin kes dixwazin bi dîn, nijadperestî û netewe dewletê pirsgirêkê çareser bikin. Ev pirsgirêkê çareser nake, pirsgirêkê kûr dike, mezintir dike. Dibe sedema qetlîaman. Bi vî şeklî çareserî nabe. Çareserî encax wekî min gotî bi riya neteweya dekmokratîk bibe. Divê hem gelê Filistîn û hem jî gelû cihû têkoşîneke hevpar bimeşînin. Wê wexta ev pirsgirêk çareser bibe.
Ji bo pêngava hatiya destpêkirin daxuyanî hat dayîn û bang hatin kirin, ew baş in. Lê belê lazim e vê xurtir bikin. Tişta tê xwestin ew e. Ne tenê mirov daxuyaniyan bide û bangan bike, divê mirov têbikoşe. Divê mirov xwe bi rêxistin bike û xwe bigihîne her kesî û her kesî tevlî vê pêngavê bike. Vê pêngavê bi pêş bikeve. Ji ber ku ev hemle bi ser bikeve li Tikriyeyê demokratîkbûn pêş dikeve, pirsgirêka Kurdan çareser dibe, pirsgirêka elewiyan çareser dibe. Li Rojhilata Navîn jî demokrasiyê pêş dixe. armanca pêngavê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareserkirina pirsgirêka Kurdan e. Heke ev pêk bên, jiyana azad çêdike. Ev pêngava tê pêşxistin pêngaveke gelek mezin e.
We jî behsa rola pêşengtiya ciwanan kir. Bi pêşengtiya Komelên ciwanên Kurd de ji 60 welatên cihanê 350 ciwan li hev kom bûn. Yekemîn Konferansa Ciwanên Cihanê li dar xistin. Bawer im we jî şopand, kombûn, tevlêbûn, nirxandinên wan ciwanan hûn çawa şîrove dikin?
Yên ku ew konfransa pêk anîne û pêşengiya wê kirine, yên ku ked dane û tevlîbûne ez hemûyan silav dikim û hurmetên xwe ji bo wan diyar dikim. Bi rastî ciwanan li Parîsê karekî girîng pêş xidtin. Li dîroka xwe, rêya xwe, hestên xwe karterên xwe xwedî derketin. Tê zanîn di 1968’an de li Fransayê ciwanan hereketek destpê kirin. Ew hereketa li dinyayê jî belav bû hem jî bi lez belav bû û bandoreke mezin çêkir. Hem li ser dewletan û hem jî li ser civakan bandor çêkir. Dîsa ciwanan li Parîsê konferansek bi pêş xistin. Di wê kongeransê de li ser pirsgirêkên ciwanan ên cihanê sekinîn. Yanî pirsgirêkên ciwanan çi ye wê çawa çareser bikin. Dîsa pirsgirêka azadî û demokrasiyê heye wê ev pirsgirêkana çawa çareser bikin. Di vir de jî lêgerîneke wan heye. Dîtin ku Rêber Apo bersivê dide, paradîgamaya Rêber Apo bersiva wan dide. Di wê konferansê de azadiya Rêber Apo û paradîgmaya Rêber Apo ji xwe re esas girtin. Niha ew hereketa ciwanan a 1968’an di kîjan şertan de pêş ket. Modernîteya kapîtalist ji bo mirovahiyê oirsgirêk çêdikir û çareserî ji holê radikir. Çareserî di vê ne nayê dîtin. Heya wê wextê çareserî di sosyalîzmê de dîtin. lê belê dîtin ku sosyalîzma heyî jî nabe berxiv. Armanca wan pêk nayne. Hêviya xwe hem ji vo moderniteya kapîtalist û hem jî ji bo realsosyalîzmê nema. Di vê lêgerînê de hereketek destpê kir. Hereketeke şoreşgerî. Ev çi bû? Yanî ji bo hereketên azadûxwaz, demokrasî û sosyalist çareserî pêşxistin bû. Ev bandoreke mezin çêkir û zû li her derê belav bû. Yên ku armanca wan demokrasî, sosyalîzm û azadîxwazî bûn pêş ketin. Ev hereket ronakbîrî pêş xist, ronahî da her kesî. Dema mirov bala xwe didê di wê serdemê de di hereketên jinan de jî bi navê femînîzmê hereket pêş ket, Ev jî pêngaveke nê bû. Dîsa herektên ekolojî, xwezayî pêş ketin. Heke ev hereketana di wê demeê de pêş ketin pêşiya wan hereketa ciwanan vekir. Roleke mezin pêk anîn. Serdema ku em niha tê de bi şeklî hinekî dişîbe wê demê. Dibe ku bi temamî ne wekî lê be lê dişibe wê. Dîsa pergala modernîteya kapîtalist ji bo însaniyetê pirsgirêkeke mezin e. Belkî wûê wextê bêhtir ev pergala bi pirsgirêk e. Êdî nikare xwe bimeşîne, nokare li ser lingan bimîne. Neku ji bo însaniyetê çareseriyê pêş bixe, li serê însaniyetê bûye bela. Yanî însaniyetê tehdît dike, jiyana însaniyetê tehdît dike û ji holê radike. Dixwaze dawiya însaniyetê bîne. Li serê însaniyetê bûye belayeke mezin. Realsosyalîzm jixwe berovajî vê ye. Niha hereketa ciwanan dibîne ku divê çareseriyekê pêş bixin. Di dîrokê de jî mirov dibîne ciwan her tim guherînê û pêşketinan çêdike. Dema mirov li şoreşan dinêre dibîne ku yên şoreşan pêş xistine û tê de cih girtine dîsa ciwan in. Niha jî pirsgirêka însaniyetê heye. Dixwazin pirsgirêkên însaniyetê çareser bikin. Ji bo wê ev konferans pêş xistin. Dîtin ku çareserî di paradîgmaya Rêber Apo de ye. Heke xwedî li Rêber Apo û paradîgmayê derketin û ew biryar girtin sedema wê ev bû.
Niha tişta ku ji ciwanan tê xwestin ne ku tevlî pêngavê bibine. Lazim e pêşengiya pêngavê bikin. Li her derê vê birêxistin bikin û pêş bixin. Pêngavê bi her kesî bidin fêmkirin. Çima ev pêngav hat pêşxistin ji bo însaniyetê tê çi watey? Hereketên ji bo demokkrasî û azadiyê têkoşin ji bo wan çi ye? J bo jinan, ciwanan û civakê çi ye? divê vê bidin fêmkirin. Peywira wan ew e. Rêber Apo her tim qîmet da ciwanan. Her tin ruhê, ciwanan, karakterê ciwanan, hestên ciwanan esas wergirt. Hem jî vê mezintir kir. Li ser ruh, karakter û hestên ciwanan zêde kir. Ji bo ciwanan xizmeteke mezin kir. Di paradîgmaya xwe de ne tenê ciwan kirin pêşeng, jin jî kir pêşeng. Ev jî bê Rêber Apo çiqasî qîmet û hurmetê dide jin ciwanan nîşan dide. Ne bi axaftinê bi pratîka xwe vê qîmetê dide. Rêber Apo li ser vî esasî PKK ‘ê damezrand. PKK li ser vî esasî têkoşîn meşand û heta îro hat. Bi ruhê ciwanan, karasterê ciwanan û hestê ciwanan ev têkoşîn bi pêş xist. Ji bo wê Rêber Apo got; “Me bi ciwantî destpê kir, em ê bi ciwantî jî temam bikin”. Ji be ku ruhê ciwantî tu carî pîr nabe. Daîm ji hêza çareseriyê nakeve, her tim di nava lêgerînê de ye û guherîn û veguherînê esas digire. Tu carî pêşketinên çêkirî têr nabîne û kêm dibîne. her tim dixwaze pêşketinan mezintir bike. Rêber Apo di PKK’ê de vê pêk anî. Tişta ku ji hereketa ciwanan tê xwestin civê baştir paradîgmaya Rêber Apo fêm bikin, bidin fêmkirin û pêşengiya paradîgmayê bikin. Heke werê nêzîk bibin wê demê ji hereketa 1968’an mezintir encamê bi dest bixin. Ciwanan niha konferansek çêkirin, ew konferans pêngaveke girîng e. Lazim e li ser wî esasî xwe perwerde bikin. Li ser paradîgmayên Rêber Apo xwe perwerde bikin û di wê de xwe kurtir bikin ku karibim rola xwe ya pêşengtiyê pêk bînin.
Di bernameyên berê de hinekî bal kişandibû ser siyaseta şerê taybet a dewleta tirk ku windahiyên xwe vedişêre. Me dît ku di van deman de neçar ma ku hin çalakiyên gerîlayan yên li Bakurê Kurdistanê û windahiyên xwe jî bi raya giştî parve kirin. Ez dixwazin girêdayî vê niha şerê ku li Qadên Parastînê yên Medyayê berdewam dike hûn şîrove bikin, lê di vir de daxuyaniya HPG’ê de mijareke balkêş hebû û digot: ‘Cihên ku hêzên me gerîla lê tunene jî dewleta tirk a dagirker hêzên xwe datîne wir û wê derê jî dixe bin hikumê dewleta tirk.’ Ev tê çi wateyê?
Biryargeha HPG’ê, fermandar, gerîlayên YJA Starê û HPG’ê ez hemûyan silav dikim û hurmetên xwe diyarî wan dikim. Ji ber ku ew di nava şert û mercên pir zehmet de û di nava bêderfetiyê de ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo însaniyetê bê terdut canê xwe feda dikin. Dewleta Tirkiyeyê li dijî gerîla hemû çekên NATO’yê dişuxilîne. Tenîkê dişixulîne, çekên kîmyewî yên taktîkî dişuxilîne. Tank, top û çi heye hemûyan dişuxilîne. Dîsa jî nikare encamê wergire. Çima? Ji ber ku îradeyeke wan pir xurt heye û xwe di armancê xwe de kilît kirine. Xeta Rêber Apo ji bo xwe esas digirin. Xwe bi temamî xistine xizmeta gelê xwe û însaniyetê. Ji bo wê îradeya wan pir xurt e, di nava şertên zor û zehmet de û di nava bêderfetiyê de destanan dinivîsin. Lazim e gelê me li vî gerîla xwedî derkeve. Dostên me maneyê bidin vê berxwednê. Ji bo çi ev têkoşîn tê meşandin, ji bo çi hêzên Kurd, ciwanên Kurd bêteredut li dijî dagirkerên Tirkiyeyê, qirkerên Tirkiyeyê disekinin, canê xwe jî didin. Lazim e em manê bidin vê. Niha dewleta Tirkiyeyê ji bo hereketa me tasfiye bike, ji bo ku qirkirina ser Kurdan temam bike hemû derfetên xwe ji hundir û derve xistiye hereketê. Qedera xwe bi tasfiyekirina Kurdan ve girê daye. Di nava PDK’ê de bi taybetî jî di nava wê de Barzanî heye, jixwe hemê Barzanî ne wekî hev in, Eyup û Ethem Barzanî vana cuda ne. Yên ku di PDK de serdest Mesûd Barzan, wana ne. Ew ji bo malbata xwe dixebitin. Her tiştî xistine xizmetê wê. berjewendiyên xwe li gel Tirkiyeyê dikin. Ketine bin xizmeta Tirkiyeyê. Siyaseta Tikriyeyê siyaseta qirkirinê ye, ew jî ketine zimeta vê siyasetê. Ev li ber çavan e. Yên ku dibêje ez Kurd im, welatparêz im, xwedî wijdan û exlaqê me lazim e vê bibîne. Exlaq, mijdan û Kurditî vê siyasetê qebûl nake, ne mumkun e ku qebûl bike. Tiştên ku xizmetî qirkeran bike, xizmetî Kurdan nake. Ji bo wê divê kesên xwedî exlaq, wijdan, demokrat, sosyalist binere bê kî xizmetî gelê Kurd dike û bê kî xizmetî qirkeran dike, bibînin. Divê li dijî siyaseta ku xizmetî qirkeran dike bisekinin. Welatparêzî ji mirovan vê dixwaze. Niha dewleta Tirkiyeyê bi alîkariya wan vî şerî dimeşîne. Ne tenê li Qada parastinê yên Medyayêî li Bakur, li Başûr, li Rojava, li cihanê li ser alîkariya PDK ê Mesûd Barzanî siyaseta qirkirina Kurdan dimeşîne. Heke ew xizmeta vê siyaseta qirkirinp nekin dewleta Tirkiyeyê nikare vî şerî bimeşîne û ev ne mumkun e.
Ez dixwazim di vir de vê bi bîr bixim ku cara yekem e di ragihandina Başûrê Kurdistanê de 4 kes ji hewa jî û i erdê jî nîşan dan ku pêşmergeyên girêdayî malbata Barzanî ji dagirkeriyê re dibin mertal. Sedema vê li gorî we çi ye û hûn vê çawa şîrove dikin?
PDK malbata Barzaniyan bi her alî ve alîkariya dewleta tirk dikin. Her aliyê ve jî dijminiya PKK’ê dikin. Dijminiya Kurdên azad dikin. Vê tenê ne li qada me dike, li Iraqê dike, li Tirkiyeyê pêk ve dike. Tirkiye çawa ku PKK^ê tecrîd bikin û çawa tasfiye bikin pêkve dikin. Dîmen TV da. Qereqola PDK û Tirkan li gel bûn. PDK ji bo Tirkan rê çêdike. Tirkiye qewetê xwe bi helîkopteran dîtine û din ävd¨riya PDK’e de. Dîmenê vê hatin weşandin, herkeî dît û yên nedîtine jî dikarin li ser înternetê temaşe bikin. Dewleta Trikiyeyeê gav bi gav li Başûr pêş dikeve û ji xwe re ciyên eskerî çêdike. Heke alîkariya PDK’ê nebe ma dikare vana bike, ne mumkun e ku bike. Tirkiye bi alîkariya Barzaniyan ne tenê li Başûr li ser Iraqê jî bandorê dike. Nahple Iraq gav bavêje. Barzanî kişandin siyaseta xwe. Behdînan bûye wekî bajarekî Tirkiyeyê. Bê Tirkan nikarin tiştekî bikin. Tirkiye dixwaze hemû dewletên herêmê bikşîne ser siuayseta xwe ya li dijî PKK’ê. Vê bi hêza PDK’ê dike. Sedema wê PDK ye. Armanca xwe venaşêrin. Dixwazin Başûr bi tevahî dagir bikin. Li Başûr gelek baregehên Tirkiyeyê hene, MÎT ji Hewlêrê û her derê Başûr e.
Navenda Parastina Gel ragihand ku hêzê xwe ji nav Mexmûrê derxistine û diyar kir ku Mexmûr dikare xwe biparêze. Balkêş 2 roj şûnde hêzên malbata Barzanî û hêzên Iraqê çûn wir û li wir şer derket. Di vir de aliyê balkêş kesekî MÎT’ê hat kuştin. Niha ev mijar çawa bû û hûn dixwazin ji bo gelê Mexmûrê çi bibêjin?
Çima gerîla çû Mexmûrê? DAÎŞ çû Mexmûrê û xwest li wir qetlîaman pêk bîne. Aramanca DAIŞ’ê partiya me gelê Mexmûrê bû. Jixwe nêzîkî Hewlêrê bû. Ji bo DAIŞ destkeftiyên Başûr nekeve xetereyê û hem jî li ser daxwaza desthilata Başûr gerîla çû Mexmûrê. Gerîla li dijî DAÎŞ’ê şer kir, ne tenê Mexmûrê parast, nehişt ku Hewlêrê bi dest bixe.Yanî destkeftiyên gelê Başûr jî parast. Iraq jî parast. Nehişt ku DAÎŞ li Iraqê belav bibe pêşiya wê girt. Ji bo wê Mesûd Barzanî çê Mexmûrê û dîmenên wê di TV de derket. Ji bo gerîla spasî kir. Ji ber ku gerîla wan jî parast. Ji bo parastina wan jî çû. Niha gerîla got ez peywira xwe bi cih anî û xwe kişand ji wê derê. Wextê ku xwe kişand xwestin cihê HPG’ê dest bixin. Ji bere vê di navbera wan de şer derket û MÎT’ek li wir hat kuştin. Yanî dewleta tirk PDK’ê bi rê ve dibe. Çi şixulê wan li wir heye. Ji ber ku dewleta tirk daxwaze ew bên wê derê. Ji bo ku kuştinan pêk bînin û kampê dorpêç bikin û vala bikin. Li ser Mexmûrê ambargo heye. Herhalde vê kpm dîtin û çûn wir. Çûna PDK’ê ya wir li ser daxwaziya dewleta tirk pêk hat. Çûna wan çêna dewleta tirk bû. Ev îspat bûye. Di roja yekemîn de şer derket û MÎT’ek hat kuştin. Ev çi îspat dike? PDK di xizmeta dewleta tirk de ye.
Gelê me yê Mexmûrê gelekî zana ye û tecrubeyên wê hene. Bi salan têkoşînê dimeşîne. Van lîstikan baş fêm kiriye. Hatina PDK’ê ji bo çi ye baş fêm dike. Ji bo wê aşkera gotin em PDK’ê naxwazin. Hatine PDK hatina Tirkiyeyê. Ji bo vê em qebûl nakin ku PDK were vir. Gelê wargehê dikare parastina xwe bike. Ji gundê xwe destpê kirin û heta niha xwe diparêzin û tecrubeya wan çêbûye. Pêwîstiya wan bi hebûna gerîla li wir nemaye. Dikarin xwe bipraêzn û sîstemeke xwe ya demokratîk jî pêşxistine. Bi vê sîstemê xwe dimeşînin. Divê vê sîstemê mezintir bikin. Tişta ku ji wan tê xwestin ev e. Em tu caran gelê xwe bêçare nahêlin. Biryargeha me jî ev daxuyanî da. Em tevgereke ji bo gel in. Li ku derê hewcedariya gelê me hebe em li wir in. Wesfa me parastina gelê me ye. Divê gelê me ji xwe bawer bin. Ew têra xwe hene û dikarin xwe biparêzin. Banga min ji bo Iraq û NY’ê heye. Heta niha PDK derew ji wan re dikirin û wan dengê xwe nedikirin. Hinceta wan ew bû ku digotin gerîla li wir in û ew êrîşî gerîla dikin. Niha HPG li wir nîne. Divê êdî berpirsyariya xwe pêk bînin. Heke pêk neynin koomkujî çêbibe ew berprisyar in. Di vir de heke li ser kampê êrîş û komkujî çê bibin ev di sitûyê Iraq û NY’ê de ye. Ez di wê baweriyê de me me peywira xwe bi cih anî. Divê ji wan re bêjin ku êdî berpirsyariya xwe pêk bînin.
Em mijarê hinekî biguherînin. Li Tirkiyeyê hinek bûyerên ecêp diqewimin. Beriya hilbijartinê we bal kişandibû ser xetereyên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê. Herî dawî Dageha Bilind derbarê Dageha Destûra Bingehîn de serlêdana sûc kir. Ev tê çi wateyê we çawa şîrove kir?
Yanî Destûra Bingehîn avêtin çopê. Raste me got AKP-MHP qezenc bike wê faşîzmê bi cih bikin. Tiştên tên jiyîn li ser vî esasî ye. AKP-MHP gelek gav avêtin. Niha gavên dawî davêjin. Rejîma Tirkiye guherandin. Ew rejîma Mustafa Kemal rakirin. Gava dawî jî Destûra Bingehîn avêtin çopê. Niha jî pêşiya rejîmeke nû vedike. AKP- MHP li ser tirk-Îslamê rejîmekê pêş dixe. Di vê de jî gelek gav avêtin. Dixwazin vê temam bikin. Heke dixwazin Destûra Bingehîn bêbandor bikin sedema wê ew e. Em dibêjin ya bizmarê dawî lêxistine. Ev bizmarê dawî ye. Rêber Apo got: ”Heke li Tirkiyeyê pirsgirêk çareser nebin wê mekanîka darbeyê têkeve dewrê. Li ser vê jî li Tirkiyeyê faşîzim pêş bikeve”. Niha li Tirkiyeyê bi AKP-MHP’ê ev pêvajo tê jiyîn. Êdî pêngava dawî dikin. Muxalefeta Tirkiyeyê xizmetî vê kirin. Tu caran li pêşiya pêngavên wan nesekinîn. Vana li dijî gelê Kurd kuştin kirin, qeyûm şandin, girtin, yanî her tişt kirin rojekê jî dengê xwe dernexistin. Niha dibêjin Dstûra Bingehîn bê bandor dibe. Yek Laz beriya bê îdamkirin dibêjin daxwaze te ya dawî çi ye? Ew jî dibêje bila ev ji bo min bibe ders. Muxalefeta Tirkiyeyê jî di vê rewşê de ye. Erdogan çi got? Got ku yên li hespê siwar bûn Uskudarê derbas kir. Tiştên ku niha pêk tên li ser vî esasî ye. Dema ku şerê Îsraîl û Filistîn derket Erdogan vê derxist pêş. Bala her kesî li ser şerê Îsraîl û Filistînê bû. Dikare di vê rewşê de tiştên xwe pêk bîne. Dikare rastiyên xwe baş veşêre û wê kes fêm neke. Li Tirkiyeyê pirsgirêkên pir giran hene. Ji bo bertek çênebe rojevê diguherîne. Hem ji bo bertek çênebe û dixwazin tiştên xwe cîbicî bikin. Nijadpertiyê û îslamê pêş dixin û bi vê re tiştên xwe biparêzin. Ji ber ku dîtin her ku diçin lawaz dibin. Bi vî awayî rojev guhertin. Bala her kesî dane şerê Îsraîl û Filistînê û li vir jî gavên xwe avêtin.
Erdogan beriya şer çi digot? Digot lazim e em Destûreke Bingehîn hem jî de demokratîk çêbikin. Her kesî dixapîne û henekên xwe bi her kesî dike. Destûra ku pêş dixe destûra faşîzmê ye. Di vê serdemê de destûr tê pêşxistin? Ne mumkun e. Muxalefet lazim e êdî fêm bike û rewşa xwe di ber çavan de derbas bike. Yên li dijî faşîzmê ne lazim e bi lez tevgereke demokrasiyê pêş bixin. Dîsa Tifaqa Ked û Azadiyê heye lazim xurt bibe û pêş bikeve. Lazim e parastina rewa pêş bixe û her kesî esas bigire. Heke civak li ser vî esasî neyê rêxistinkirin tiştên ku bikin namîne. Sîstema faşîst wê tam rûnê û kes nikare li dijî wê nefesê bistîne. Jixwe ji niha de nikare nefesê bistîne. ên dixwazin bistînin jî difnê wan digire. Heke Destûra Bingehîn ji holê rakin û li gorî xwe çêbikin êdî kêfa wan çi bixwaze wê bikin. Divê her kes vê yekê bibine. Ew pêngava avêtiye ne ji niha de ye. Çend sal berê avêtibûn lê nû pê dihisin. Erdogan beriya çend salan çi got? Hin kes ji zindanê hatin berdan got ez vê biryarê pêk neynim û rast jî nabînim. Eşkere got. Ne niha dibêje çend sal berê got. Li ser wê esasî Destûra Bingehîn davêje çopê.
We di hin nirxandinên xwe de li ser şerê Îsraîl û Filistînê de we behsa durûtiya hin dewletan kiribû. Li hemberî kuştinan cihûyên demokarat û li hin deveran gelê Kurd jî nerazîbûna xwe nîşan didin. Derbarê rewşa dawî ya şer de hûn çi dibêjin?
Em li dijî qirkirinê ne. Li ser gelê Filistînê qirkirinek heye û lazim e ev qirkirin bi dawî bibe. Niha hin dewlet hin axaftinan dikin, civînan dikin û dibêjin lazim e şer bisekine û dewleta Filistînê jî çêbibe. Ev hemû axaftinin, yek jî çareseriyê pêş naxe. Ev dewletana berjewendiyên xwe esas digirin. Berjewendiyên wan çi ne li gorî wê tevdigerin. Wer ne li dijî qirkirinê ne. Ji bo çareseriyeke demokratîk naxebitin. Niha li dinyayê her ku diçe hereketên sosyalîst, demoratîk, azadîxwaz, jin û ciwan li Filistînê xwedî derdikevin. Lazim e xebatên xwe xurtir bikin. Zextê li dewletan û Îsraîlê bikin. Bi dewletan pirsgirêk çareser nabin. Bi dîn, nijadperestiyê pirsgirêk çareser nabin. Vana bi xwe pirsgirêkan çêdikin. Vana qirkirinê û şer pêş dixin. Rastiya wê ev e. Yên pirsgirêk çêkirine wê çawa pirsgirêkan çareser bikin? Niha di nav gelê Cihûyan de jî tevgerek pêş dikeve û hem jî xurt e. Li dijî şer û qirkirinê dikekinin. Ev pir baş e. Lazim e gelê Filistînê û Cihû dest bidin hev û li dijî vî şerî derkevin. Bi hev re têbikoşin. Çareserî di vê de ye. Hem Hamas û hem jî dewleta Îsraîlê herdu jî dîn û nijadperestiyê bi kar tînin. Ev ne şer disekinîne û ne jî pêşiya qetlîamê digire. Ev komkujiyê xurtir dike. Li dijî vê divê Filistînî û Cihû pêkve bisekinin. Eleqetê xwe ya bi gelên Rojhilata Navîn re li ser vî esasî pêş bixin. Bi gelên dinyayê re têkilyên xwe çêbikin û bi hev re li dijî şer derkevin. Encax dikarin bi vî awayî encamê bi dest bixin. Ya rast ev e.
Niha Erdogan sextekariyeke mezin dike, durûtiyeke mezin dike. Wer dide diyarkirin ku wekî ku xwedî li gelê Filistînê derdikeve nîşan dide. Bi vê rastiya xwe vedişêre. Yê ku li ser Kurdan qirkirinê dimeşîne çawa dibe dostê Filistînê? Heke bi rastî bi gelê Filistînê re dostatiyê bike lazim e bi Kurdan re jî bike. Ji ber ku hem gelê FIlistîn û hem jî gelê Kurd êşên mezin dijîn. Yek dewleta Îsraîlê dike yek dewleta tirk dike. Çawa tirk dibe dostê Filistînê. Vê bi temamî ji bo berjewendiyê xwe dike. Ji bo qirkirina Kurdan temam bike vê propagandayê dike. Dixwaze qirkirina Kurdan veşêre, dixwaze di bin siya şerê Îsraîl û Filistînê de temam bike. Yek jî ji bo desthiladariya xwe xurt bike, rojeva Tirkiyeyê biguherîne û bertek ji bo wan çênebe vê dike. Erdogan dibêje Hamas ji bo min ne terorîst e. Ji Sekreterê NATO’yê re dibêjin Erdogan wisa dibêje, ew jî dibêje ev ji bo me nabe pirsgirêk. Erdogan bi temamî şerekî psîkolojîk dimeşîne, şerekî taybet dimeşîne. Ne dostê gelê Filistînê ye. Lazim e mere vê jî bibîne. Yên ku li gelê Filistînê dixin li Konyayê tetbîkatên xwe çêdikin. Li wir perwerde dibin û diçin li Filistiniyan didin. Bazirganiya navbera Îsraîl û Tirkiyeyê ji her demê bêhtir e. Ev di şer de jî berdewam dike. Çawa dibe dostê Filistînê. Li ser gelê Filistînê bazirganiyê dike, wan dike qurban. Dixwaze vê bike mijara bazarê. Wexta dibêje ez bêjim Hamas terorîst e, divê hûn jî ‘YPG’ wekî ‘terorîst’ bibînin. Bi vî şeklî dixwaze qirkirina Kurdan temam bike. Bi vî awayî xwedî li filistînê derdikeve. Sextekarî û durêtiyeke mezin dike.
45 sal berê we bi awayekî fermî PKK ava kir. Girêdayî avakirina PKK’ê û wateya vê rojê ji raya giştî re dikarin çi bibêjin?
Damezrandina PKK’ê ez li Rêber Apo pîroz dikim. Rêber Apo bi damezrandina PKK’ê ne tenê ji bo gelê Kurd xizmetê kir, ji bo însaniyetê xizmet dkir. Heke îro li dinyayê gelek xwedî li Rêber Apo derdikeve ji bo wê xwedî derdikeve. Damezrandina PKK’ê li gelên dinyayê, gelê me û li hevalan pîroz dikim. PKK di kîjan şertan de û ji bo çi hat damezrandin? Di şertên zor û zemhet de û li ser gelê Kurd siyaseta qirkirinê dihat meşandin de hat damezrandin. Ev siyaseta qirkirinê bandoreke pir xirab li ser gelê Kurd çêkiribû. Gelê Kurd wer fêm dikir ku careke din nikare ji bo xwe têkoşînê bike. Di wî halî de bû. Rêber Apo hem civaka Kurd û hem jî însanê Kurd kê ew xistiye wî halî. Dijminê civaka Kurd baş fêm kir. Li pişt van kî heye fêm kir. Di dîroka însaniyetê û dîroka gelê Kurd encamên baş derxistin. li ser vî esasî PKK damezrand. Yanî damezrandina PKK’ê li dijî siyaseta qirkirinê bû. Wê çawa vê siyasetê vala derxe û ji bo gelê Kurd azadiyê pêş bixe, gelê Kurd çawa bi nasnamaeya xwe, zimanê xwe li ser xaka xwe bijî. Vê ji bo xwe esas girt û têkoşîna vê pêş xist. Bi vê re rastiya dagirkeran û yên alîkariyê didin wan jî derxist holê. Çi li Kurdistanê alîkariyê dike çi li derve alîkariyê dide rastiyan derxist holê. Civaka Kurd jî rakir ser piyan. Îro dinyayê her kes gelê Kurd ji bo xwe mînak dibîne û hêvî dibîne. Niha rewşa ku însaniyet têde derbas dibe dişibe rewşa gelê Kurd. Çawa ku li ser gelê Kurd siyaseta qirkirinê meşandin û kêm mabû ku Kurd ji holê rabin, Niha jî modernîteya kapîtalîst li ser însaniyetê bûye belayeke mezin. Jiyana însaniyetê tehdît dike. Ciwan li Parîsê kom bûn yek jê ji bo vê bû. Modernîteya kapîtalîst jiyana însaniyetê ji holê radike. Bi navê jiyanê, jiyanê qetil dike. Ew ne jiyan e. Tu eleqeya wê bi jiyanê re nîne. Ji bo wê jiyaneke azad çawa pêş bixin ew dane pêşiya xwe. Dîtin ku jiyana azad bi paradîgamaya Rêber Apo dibe. Wekî din nabe. Însaniyetê li dijî modernîteya kapîtalîst encax dikare bi vê paradîgmayê biparêze.
PÊNGAVA ME PÊŞÎ KURD RAKIRIN SER PIYAN, NIHA JÎ MIROVAHIYÊ RADIKE SER PIYAN
Rêber apo çawa xwedî li gelê Kurd derket îro jî xwedî li însaniyetê derdikeve. Dibe ku li Kurdistanê destpê kir, ji ber ku civak eas girt û armanca xweazadî û demokrasî bû ji bo wê di dîrokê de kûrbûnek çê kir. Rastiya dîrokê fêm kir. Li ser vê esasê hem li Kurdan xwedî derket, hem li jinan xwedî derket, hem li ciwanan xwedî derket û li însaniyetê xwedî derket. Her kesî dît ku çareserî di paradîgmaya Rêber Apo de ye ji bo xwedî lê derket.in û pêngav pêş xistin. Ew pêngava ku Rêber Apo li dijî modernîteya kapîtalîst pêş xist îro li dijî qirkirinê li cihanê pêş dikeve. Çawa vê pêngavê Kurd zindî kir rakir ser piyan, niha jî însaniyet hêdî hêdî radibe ser piyan û zindî dibe. Ji bo wê her ku diçe paradîgma belav dibe û her ku diçe xwedîderketina paradîgmaya Rêber Apo mezin dibe. Aramanca ku divê em jê derxin çi ye? Lazim e em bi awayekî xurt xwedî li azadiya Rêber Apo derkevin. Li paradîgmaya Rêber Apo xurt xwedî lê derkevin. Ev tenê ne peywira dostan e, ev peywira Kurdan e jî. Lazim e Kurd, lazim e qadroyên vê hereketê ji her kesî bêhtir xwedî li pêngavê derkevin û xwedî li paradîgmayê derkevin. Divê paradîgmayê bigihînin dinyayê û ji bo vê jî lazim e ji her kesî bêhtir bixebitin. A ku tê xwestin ev e.