Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

ÎHD’ê aqûbeta Aydogan ê di bin çavan de hate windakirin pirsî

ÎHD’ê di çalakiyên piştevaniyê yên bi Dayikên/Malbatên Şemiyê re de aqûbeta Nîhat Aydogan  ê di sala 1994’an de hate binçavkirin û careke din agahî jê nehate wergirtin pirsî.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) daxuyaniyên xwe yên piştevaniyê ku her hefte ji bo Dayikên/Mirovên Şemiyê yên dihatin astengkirin ku li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bidin li dar dixin, vê hefte jî domandin. Di daxuyaniyên li gelek bajaran hatin dayîn aqûbeta Nîhat Aydogan ê 39 salî ku di sala 1994’an de li gundê Mizîzex yê girêdayî navçeya Midyad a Mêrdînê di bin çavan de hate windakirin û careke din agahî jê nehate wergirtin hate pirsîn.

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şirnexê li Kolana Hunerê ya navçeya Cizîrê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta, “Bila winda bên dîtîn û faîl hesab bidin” hate vekirin. Endam û rêveberên KESK’ê, Komeleya Ziman û Çand a Birca Belek, OHD’ê beşdarî daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî ji aliyê Hevserokê ÎHD’a Şirnexê Haşim Togûrlû ve hat xwendin. Togûrlû diyar kir ku heta kujer bên dîtin ew ê lêgerîna xwe ya heqîqetê bidomînin û got: “Di hefteya 973’yemîn a çalakiya Dayikên Şemiyê de em careke din dibêjin, çend sal derbas bibin jî em ê dev ji daxwaza edaletê ya ji bo Nîhat Aydogan û hemû windahiyên xwe bernedin. Em ê dev ji daxwaza darizandin û cezakirina kiryaran bernedin.”

Şaxên ÎHD’ê yên Enqere, Edene, Mêrsîn, Antalya û Îzmîrê jî daxuyanî dan û xwestin faîlên Akdogan bên dîtin û derbarê wan de lêpirsîneke bi bandor bê meşandin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar