‘Krîza dadgeriyê’ ku piştî biryara li ser Can Atalay di navbera Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Bilind de rû da, ji bo AKP û MHP’ê bû firsendeke girîng ku nîqaşên li ser ‘destûra bingehîn’ a nû bixin rojevê. Parlamenterê HEDEP’ê û Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek li ser mijarê nerînê xwe anî ziman.
Çîçek diyar kir ku bi teknîkeke rêveberiyê ya mîna lîstik û teknîka rêveberiyê ya taybet bi AKP’ê re rû bi rû ne û wiha got: “Di bin navê krîzê de xizmet tê kirin, ji bo desthilatdariyê amûreke xurtkirina rejîma xwe ye. Krîz ji bo rejîma Erdogan tê wateya firsendekê. Li kuderê gotinên weke derbe, wesayet, îradeya netewî hebe, li wir daxwaza Îslamiya Siyasî heye ku rejîma xwe ava bike. Ji ber vê yekê hinceta biryara Dadgeha Bilind ji bo afirandina “krîzê” hat nivîsandin. Dema mirov sedemên li ser biryara Dadgeha Bilind dixwîne, fêmkirina vê ne zehmet e. Derket holê ku Erdogan ji bo krîzê bike firsend, Destûra Bingehîn a nû anî rojevê. Di dubendiya krîz-firset de Erdogan hewl dide gavekê jî nêzî armancên xwe yên siyasî bibe. “Krîza” Dadgeha Destûra Bingehîn a niha û veguheriye destûra bingehîn a nû. Nîqaşa li ser Destûra Bingehîn jî weke bizmara dawî ya li darbestê hatiye xistin e.”
Di berdewamiya axaftina xwe Çîçek anî ziman ku her çiqas Erdogan di hilbijartinên 14’ê Gulanê de li ser kaxizê bi ser ketibe jî, ew bi xwe jî dizane ku ev hilbijartin bi şert û mercên newekhev ên vê desthilata dewletê, desteka sermayeyê û konsepta şerê taybet hatiye desteserkirin û wiha domand: “Her çend bi piranî pirsgirêkek wî tune be jî, lê pê dizane ku pirsgirêka wî ya rewabûnê heye. Di bin navê Desûra Bingehîn a nû de, carinan jî bi karanîna pirsgirêka Filistînê wekî amûrekê ji bo siyaseta navxweyî dike. Bi rastî jî li hawirdoreke ku doza Komkujiya Sêwasê ji ber dema qedexeyê hat betalkirin, mehkûmê qetlîamê “bi hinceta nexweşiyê” hat efûkirin; Di rojên ku Can Atalay bi her cure dek û dolabûn hiqûqî di girtîgehê de dihat girtin, Ogun Samast ê kujerê Hrant Dînk ji ber “halê baş” serbest hat berdan û ev serbest berdan di salvegera îdamkirina Seyîd Riza û hevalên wî de bû. Heger di vê hilbijartinê de bi ser nekeve, mîna ku di hilbijartina dawî de kir, dê bi ziman û polîtîkayên xwe yên dijminatî, krîmînalîzekirin, cihêkarî û nefretê, dê hewl bide bingeha xwe xurt bike.”
Bi “krîz”a dawî ya Dadgeha Destûra Bingehîn re, di destpêka sedsala duyemîn de bizmara dawî li tabûta dewletê ya di destên neteweperestan de hatin lêxistin. Divê Ozgur Ozel jî vê yekê baş bizane, ji ber ku bang li kolanan dike û dibêje “ev darbe ye”. Komek ji bo Ozel dipirsin, “Ez meraq dikim gelo dê vê carê bibe?” Yanî Ozgur Ozel ê ku li dijî Erdogan “dij- darbeyê” dike, dibe alîgirê mekanîka darbeyê ya ku rejîma Erdogan li Îmraliyê pêk anî. Lewma şerê van her du kevneşopiyên derbeyê ne şerê demokrasî û azadiyan e, şerê desthilatdariyê ye. Di vê çarçoveyê de, bi zanebûna ku du xeletî ne rast e, erkê me ye ku em xeta pratîkî û siyasî ya gihandina rewşa heyî ber bi rêya sêyemîn ve ku rêya azadiya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ye, bi xurtî zelal bikin. Em ê vî erkî bi serkeftî bi ser bixînin; em ê bi hev re Kurdistana Azad û Tirkiyeya Demokratîk ava bikin.