PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Mîlîtanên PKK’ê wê hesab ji dewletên dagirker bipirsin

Ji fermandarên biryargeha NPG'ê Amed Malazgîrt diyar kir ku dewleta Tirk bi rêbazên terorê tevdigere û wiha got: "Milîtanên PKK'ê wê hesab ji vê dewleta zalim bipirsin. Em ê tola şehîdên xwe hilînin. Milîtanên PKK'ê soza vê yekê didin."

Ji fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Amed Malazgîrt diyar kir ku li dijî êrîşên dewleta tirk 8 sal in bêyî navber têdikoşin. Malazgîrt bi bîr xist ku bi taybetî di van 2 salên dawî de dijmin li Herêmên Parastinê yên Medyayê her cûre çekên qedexe bi kar tîne û got ku berdêla wê çi dibe bila bibe ew ê li ber xwe bidin. Malazgîrt bal kişand ser êrîşên Îsraîlê yên li ser Filistînê û anî ziman ku nayê qebûlkirin ku di van êrîşan de di serî de jin û zarok bi hezaran sivîl bên qetilkirin.

Nirxandinên Malazgîrt bi vî rengî ne:

“Destpêkê salvegera damezrandina PKK’ê li Rêber Apo, gelê kurd, dostên wê û malbatên şehîdan pîroz be, ez silav û rêzdariyên xwe radigihînim. Rêbertiya me 24 sal in li girtîgeha dewleta tirk girtî ye. Dewleta tirk qaşo dibêje ez dewleteke hiqûqê me, lê Rêbertiya me bêyî sûc li girtîgehê tê girtin. Eger dewleta tirk dewleteke hiqûqê bûya, wê Rêbertiya me hatiba berdan. Lê berovajî li hemberî Rêbertiya me qanûnên nû dertêxe, tecrîdê kûr dike û asteng dike ku fikrên Rêbertî bigihijin gel, tevgerê û cîhanê. Hevdîtina wî ya bi parêzer û malbatê re asteng dike. Li dijî vê nêzîkatiya hovane ya dewleta tirk, hem gelê me û hem jî tevgera me xwedî li Rêbertî derdikeve. Li her qadê jî pêşengiyê ji mîtîng û çalakiyan re dike. Evane tiştên erênî ne. Bi taybetî gelên ku piştgiriyê didin pêngava dawî ya ji aliyê dostên me ve hatî destpêkirin, li gelek welatên cîhanê mîtîngan lidar dixin. Gelê kurd ê li 4 parçeyên Kurdistanê, Ewropayê û Rojhilata Navîn dijî, tevlî vê pêngavê dibin. Ez her kesê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî têdikoşin û beşdarî van mîtîngan dibin silav dikim, rêzdariyên xwe radigihînim û serkeftinê dixwazim. Ez bawer dikim ku wê ev pêngav hîn berfirehtir bibe.

Şerê Îsraîl û Filistînê niha di rojeva cîhanê de ye. 2 hêzên bi çek şer dikin, lê di navberê de sivîl tên qetilkirin. Gelê Filistînê bi salane berdêlan dide, li ber xwe dide û mafên xwe diparêze. Em dibînin ku di bombebaranên li ser Xezeyê de piranî zarok, jin û kal tên qetilkirin. Tevî van êrîşên hovane jî xaka xwe naterikînin. Mirovên girêdayî xak û welatê xwe, helbet li hemberî van êrîşan berdêlan didin, êşan dikişînin lê ez bawer dikim ku yê ku di dawiyê de bi ser bikeve, wê yên ku xaka xwe naterikînin bin. Ji berê ve dostatiya gelê Filistînê bi Kurdan re heye. Tevgera me jî demekî ji bo doza Filistînê berdêl da, gelek hevalên hêja şehîd bûn. Dewleta tirk mîna ku xwedî li doza Filistînê derdikeve, tev digere lê ev nerast e, tenê propagandayê dike. Mînak ji dervey Tirkiyeyê li gelek welatên cîhanê ji bo Filistînê xwepêşandan hene. Desthilatdariyê mîtîngek lidar xist, lê ew jî ji bo nermkirina raya giştî kir.

‘Eger dikare bike, bila biçe li dijî Îsraîlê şer bike’

Di gotin de mîna ku xwedî lê derdikeve xwe nîşan dide, lê di pratîkê de ne wiha ye. Navê mîtîngê ‘Mîtînga Filistînê ya Mezin’ bû, lê Erdogan di axaftinên xwe de 2 tişt derxistin pêş. Ya yekem; mijar girêdayî siyaseta hundirîn kir. Hilbijartinên şaredariyê li pêşiya me hene, lewma propagandaya hilbijartinê kir. Ya duyem jî; li ser PKK’ê gef li gelê kurd û siyasetmedarên kurd xwar. Dewleta tirk bi taybetî hikûmeta Erdogan-Bahçelî qaşo gef li Îsraîlê dixwe, mesele Bahçelî wiha got, ‘Ez li gel doza gelê Filistînê me, li wir zilm heye. Eger gelê min destûrê bide, ez jî wê biçim Filistînê û li dijî Îsraîlê şer bikim. Helbet eger dewleta min jî vê yekê erê bike.’ Ji xwe ew hevkarê hikûmetê ye. Piraniya çawişên pispor MHP’î ne, piraniya çekan jî di destê wan de ne. Eger dikare bike, bila biçe şer bike. Li gel me gotinek heye, hinek şer dikin, hinek jî dibêjin min negirin ez jî wê biçim şer bikim. Di rastiyê de ti kesê ew negirtiye. Piştre dema ji wî re tê gotin ti kesê tu negirtî here şer bike jî, dibêje min bigirin. Meseleya Bahçelî jî ev e. Madem ku tu diaxivî, wê demê derbasî pratîkê bike. Me fêm kir tu ji şer ditirsî, herî kêm behsa polîtîkayên xwe yên dewletê bike.

 

Kuştina filistîniyan ne di xema Erdogan-Bahçelî de ne

Mînak gelek dewletan Îsraîl boykot kir. Têkiliyên xwe yên leşkerî û siyasî qut kirin, nûnerên xwe kişandin. Dewleta tirk kîjan têkîliya xwe ya leşkerî qut kir, kîjan nûnerê xwe yê siyasî ji bo helwest nîşandanê vekişand, heta Îsraîlê bi xwe welatî û dîplomatên xwe vekişand. Lê dewleta tirk hîna di warê pratîkî de ti pêngav neavêt. Tenê li ser mesela Filistînê diaxive, lê têkîliyên xwe bi Îsraîlê re hîn xurttir dike. Erdogan kengê meseleya Filistînê bîne rojevê, bi Îsraîlê re têkîliyên xwe xurt dike. Îsraîl jî êrîşî gelê Filistînê dike. Ji berê ve ev wiha ye. Erdogan her tim di medyaya alîgir de dibêje ez li aliyê mazlûman im, lê meyze nake ka ji bo gelê kurd çi dibêje. Li gorî min dema ku Erdogan li ser gelê Filistînê axivî bila Çapemeniya Azad wê axaftinê bide û li gel wê jî axaftinên wî yên li ser gelê kurd biweşînin. Yan jî dema ku li ser tiştên dewleta Îsraîlê li Xezeyê pêk anîne axivî, bila dîmenên hovîtiya ku dewleta tirk li Bakur li dijî gelê kurd pêk anî biweşînin. Hikûmeta AKP-MHP’ê û dewleta tirk mirovên ku li Xezeyê hatine qetilkirin, na fikirin.

‘Di şer de herî zêde zarok, jin û kal tên qetilkirin’

Dewleta tirk ji bo ku muxatab were girtin, bi zorê dikeve nava her tiştî, dibêje divê ez bibim garantor. Eger dewleta tirk bibe garantor, ev berxwedana li Filistînê jî wê ji holê rabe. Çapemeniya Tirk her tim bi gotina ku ‘Erdogan pir tund axivî’ nûçe çêdike, lê dema mirov li naveroka wê dinêre tiştek tune ye. Ne helwestek ne jî pratîkek heye. Di serî de DYA û YE êdî ti kes dewleta tirk cidî nagire. Ji ber ku armanca dewleta tirk ew e ku xwe derxîne pêş û li ser xwîna gelê Filistînê yê Mazlûm pere qezenc bike. Ji xwe Erdogan di axaftinên xwe de dibêje tişta sereke berjewendiyên welatê me ye. Helwesteke wiha raber dike. Ferqek zêde cuda di navbera tiştên ku dewleta tirk li gelê kurd kiriye û tiştên ku Îsraîlê li filistîniyan kiriye tune ye. Di vî şerî de herî zêde zarok, jin û kal tên qetilkirin. Yê ku ji xwe re bibêje ez mirov im, dema van dîmenan bibîne wê êş bikêşe. Ji ber mirinên zarok û sivîlan, li gelek welatên cîhanê gel bûn yek û nerazîbûn nîşanî vê yekê dan. Ev yek jî îspata gotinên Rêbertî ya derbarê gelan de ye. Rêbertiya me derbarê pirsgirêkên li Rojhilata Navîn, bi salan bal dikişand ser xwişk û biratiya gelan. Çareseriya van pirsgirêkan xeta Rêbertî ye.

‘Hedefa me ya esil li ser arazî têkbirina dewleta tirk e’

Di navbera me û dewleta tirk de 8 sal in havîn, zivistan bi rengekî bêyî navber şer heye. Dema ku sala 2015’an êrîşî me kir, me şerê destpêkê yê tunelan li Çarçellayê da destpêkirin. 47 rojan dom kir. Li hinek cihan di tunelan de şer hebû, li hinek cihan jî li ser araziyê. Piştî sala 2016’an li xeta Avaşînê şerê tunelan destpê kir û her sal me şerê tunelan hîn zêdetir pêş xist. Helbet di pêvajoyên destpêkê de em jî ne bi tecrube bûn, hedefa me ya esil li ser arazî têkbirina dewleta tirk e. Lewma şerê tunelan ne taktîka bingehîn bû. Şerê araziyê taktîka bingehîn bû, tunel jî weke amûr me bi kar dianîn. Lê hingî ku şer mezin bû, me giranî da tunelan. Cihê destpêkê ku me şerê tunelan weke taktîk lê esas girt, Garê bû. Dewleta tirk ji bo Garê hinek hedef dabûn pêşiya xwe. Bi operasyona suprîz wê Garê dagir bike û li wir bi cih bibe. Di destê me de esîrên wî jî hebûn, dixwestin wan leşker û polîsan jî rizgar bikin û li ser vê yekê siyasetê bikin.

Li ber çavên cihanê çekên kîmyewî bi kar tîne

Hevalên me yên di wan tunelan de hem derbe li dijmin xistin. Hem jî nehiştin dewleta tirk serkeftinê bi dest bixe. Piştî sala 2021’an jî êrîşî Avaşînê kirin, li wir me bi mehan şerê tunelan meşand. Mînak hemû hêzên xwe şandin Tepê Sor, lê bi ser neketin. Dewleta tirk niha ji bo Îsraîlê dibêje ku bombeyan bi kûçikan ve girê dide û ber dide tunelan, lê di rastiyê de taktîk dide. Dibêje, me li dijî PKK’ê wiha kir hûn jî bikin. Tiştên ku nayên hişê Îsraîlê jî, dewleta tirk dibêje. Dewleta tirk dema ku nekarî li hemberî berxwedana gerîla bi ser bikeve, bi kûçikan ve jî kamera girê dida û dişand tunelan. Dîmenên vê yekê jî hene. Ev rêbaz ayîdê dewleta tirk in. Li pêş çavê hemû cîhanê li dijî gerîla çekên kîmyewî û qedexekirî bi kar anîn. Yanî hovîtiya dewleta tirk ji ya Îsraîlê hîn xerabtir e.

Îsraîl taktîkên dewleta tirk pêk tîne

Dema ku êrîş li ser Heftanînê destpê kirin, me ji şerê tunelan zêdetir bi tîmên bi tevger bersiv da. Piştre me di navbera xwe nîqaş kir ku taktîkên me yên esas çi bin. Ji bo ku yek alî nebe, me bi tunelên şer re taktîkên tîmên bi tevger jî bi kar anî û me got, yan em operasyona dewleta tirk rawestînin yan jî pûç bikin. Sala 2021’an di şerê Avaşînê de dewleta tirk nirxandin kir ku li hemberî tunelan tedbîrên çawa bigire. Helbet amadekariyên me jî hebûn. 14’ê nîsana 2021’an dewleta tirk destpêkê ji hewayî êrîşên mezin dan destpêkirin, piştre jî 17’ê nîsanê dest bi êrîşên bejahî kirin. Bi baldar bin, Îsraîl jî heman taktîkan pêk tîne. Mesele piştî çalakiya Hemasê Îsraîlê ji nişka ve êrîşa bejahî neda destpêkirin, destpêkê bi rengekî dijwar bajar bombe kirin piştre bi tankan ketin Xezeyê. Sala 2021’an dewleta tirk ev taktîk ceriband. 2 sal in li Zap û Avaşîn şerekî mezin heye. Dewleta tirk timî dibêje, Herêmên Parastinê yên Medyayê dagir kiriye û PKK tune kiriye. Lê li her qadê şerê me yê li dijî dewleta tirk dewam dike. Rast e; dewleta tirk hinek qad dagir kirine, hinek herêmên stratejîk girtine, lê li wan herêman gerîla jî hene û her roj li dijî dewleta tirk çalakiyan dikin. 2 sal in dewleta tirk hîna kontrola araziyekê jî bi dest nexistiye.

Hin kurdên xayîn hevkariya dijmin dikin

Hemû cîhanê çavê xwe ji hovîtiya dewleta tirk re girtiye. Dewleta tirk jî hemû çekên kîmyewî yên di destê xwe de li dijî gerîla bikar tîne. Dema bertekên tund çênebin, qad ji dewleta tirk re dimîne. Hin kurdên xayîn jî bi dijmin re hevkariyê dikin, lê tevî vê yekê jî dewleta tirk nikare bêje ku bi ser ketiye. Ev şer wê hîn dijwartir bidome. Niha 2 hêz hene. Hêzek ji bo berjewendiyên xwe şer dike, hêzek din jî ji bo axa xwe bi dilsozî li ber xwe dide. Yên ku li ser axa xwe dilsoz û bi biryar in dê bi ser bikevin. Rast e, em berdêlên pir giran didin, êş dikişînin, di van salên dawî de me gelek şehîdên leheng dan, lê bersiva berdêlên hatine dayîn jî heye. Mînak dewleta tirk dibêje PKK qediyaye, lê dibêjin her roj çend operasyonan li Bakur dikin. Ger we qedandibe, hûn van operasyonan ji kê re dikin an jî windahiyên leşkeran çawa didin? Ev tê wê wateyê ku li wir hêzek heye ku li dijî we çalakiyan dike, derb li we dide û tu jî operasyonê dikî. Wê demê propagandaya ku we kiriye derew e. Dibêjin Bakur di destê wan de ye, lê her roj leşkerên wan tên kuştin. Propagandaya ku dewleta tirk ji raya giştî re dike cuda û rastî cudatir e.

Çalakiya Enqereyê dewleta tirk hejand

Mînak çalakiya fedayî ya li Enqereyê; Hevrê Erdal û Rojhat endamên Tabûra Nemiran bûn. Peyam dan dijmin. Dewleta tirk digot ku gerîla li Bakur bêbandor bûye. Van hevrêyan jî peyama ‘ez dikarim werim û di dilê we de çalakiyan bikim’ dan. Û di dilê dijmin de jî bi rastî çalakî kirin. Armanc peyam dayîn bû û çalakî gihişt armanca xwe. Nîşan dan ku fedayiyên PKK’ê li ku derê bixwazin dikarin çalakiyan lidar bixin. Hevrê Erdal û Rojhat bi çalakiyên xwe yên fedayî ev yek îspat kirin. Gelek fedayiyên PKK’ê li ku derê bixwazin û li ku derê dewleta tirk xwe ewle hîs bike, dikarin çalakiyan lidar bixin. Hedef, dem û peyama çalakiya Enqereyê tam rast bû. Bala xwe bidin, dewleta tirk hejand. Dewleta tirk ji ber ku ji aliyê teknîkî ve bi hêztir bûye û MÎT li her derê bi cih kiriye, gelekî bi xwe bawer e, lê ne wisa ye. Bi taybet li Bakur li gelek qadan çalakiyên bi bandor hene. Rast e çapemenî di bin kontrola desthilatdariyê de ye, lê li qadê rastiyek jî heye.

Terora herî mezin dewleta tirk dike

Şer li her derê didome. Dewleta tirk dibêje ‘Ez li dijî terorê şer dikim’, lê terora herî mezin dewleta tirk dike. Ew behsa mafên mirovan dike û dibêje ku ew li gor qanûnê tevdigere. Lê li zozanê mirovek me yê extiyar dîtiye û êşkence kiriye û ji helîkopterê avêtiye, zarokên li derdora gundê xwe digeriyan qetil dike û şehîd dike, dibêje, ‘terorîst bûn.’ Li ber çavê her kesî extiyarekî 70 salî dikuje û dibêje, ew endamê PKK’ê ye. Dibêje Emerîka û dewletên Ewropî piştgiriya me dikin. Dewleta tirk endamê NATO yê şaqizî ye. Hemû zagonan binpê dike, her cure zilmê li gelê kurd dike, hemû desteka xwe ji NATO’yê distîne û hewl dide şer bigihîne nuqteyeke din. NATO piştgiriya dewleta tirk dike, welatên Yekîtiya Ewropayê li gorî berjewendiyên xwe çavên xwe ji barbariya dewleta tirk re digirin û destekê didin wan û li gel van hemûyan jî dewleta tirk her cure sûcên şer li dijî gerîlayan dike, lê dîsa jî gazincên wî hene. Ger ku cîhan ne cîhana berjewendiyan bûya, dewletan bi awayekî însanî bê alî li vê meseleyê nêrîban, ger dîtin ku dewleta tirk çi aniye serê gelê kurd û bertek nîşan daban, ez hingî meraq dikim ku bê dewleta tirk wê çi bikira.

Zilma dewleta tirk a li ser gelê kurd ji Îsraîl jî xerabtir e

Dewleta tirk dibêje ez ê bibim endamê YE’yê, lê yek qanûnê pêk nayîne, heta dibêje bila ew qanûnên min bi cih bînin, dibêje ez endamê NATO’yê me, lê yek qanûnê wê esas nagire, dibêje bila NATO bikeve xizmeta min. Ji gelê kurd re dibêje ez çi bikim jî hûn ê bêdeng bimînin. Jixwe bêdeng dimînin. Û bi vê halê gazinca dike. Yek ji wan dernakeve û nabêje ‘Tu van gotinan li ser Xezeyê dibêjî, lê li pişt xwe binêre ku te çi anî serê Kurdan.’ Ma ne Erdogan bû? Ji bo gelê kurd ê bêçek û bêparastin ku tenê li qadan bû, got, ‘Jin be jî, zarok be jî hûn ê gulebaran bikin.’ Piştî vê gotinê çend zarok şehîd ketin? Her wiha dibêje, Îsraîl li gorî qanûna şer tevnagere, lê ya ku li Rojava kir ber çav e. Li Efrînê çi kirin û niha jî dikin? Li Serêkaniyê çi kirin? Bi bikaranîna çekên qedexe gel qetil kirin. Nexweşxaneya Efrînê bombe kirin, bazara Serêkaniyê bombebaran kirin û bi sedan sivîl qetil kirin. Li Efrîn û Serêkaniyê çend caran bombeyên fosforê hatin bikaranîn û hemû laşê zarokekî 11 salî li ber çavên cîhanê şewitî? Piştre birin cihekî din û derman kirin. Kî heye ku dewleta tirk li hemberî van hemûyan teşhîr bike, hesab bipirse û li dadgehên mafên mirovan bide darizandin? Ji PKK’ê re dibêjin terorîst, lê terorîstên rastî ew bi xwe ne. Hemû rêbazên ku dewleta tirk bi kar tîne, rêbazên terorê ne. Ewqas gelê kurd, sivîl, zarok û jinên kurd şehîd kir, gelo gelê kurd wê tola vê negire û hesab ji wan nepirse? Zilma dewleta tirk a li ser gelê kurd ji Îsraîl jî xerabtir e. Belê, hemû dewlet hov in û gelên bindest hene, lê dewleta tirk ji her zilma ku dike re hincetek çêdike, cîhan temaşe dike û kes helwestê nagire. Ew hemû xerabiyên ku kiriye ji holê radibe, lê fedayiyên PKK’ê wê hesabê vê ji dewleta zilmkar bipirsin. Em ê tola hemû şehîdên xwe hilînin. Ev soza hemû milîtanên PKK’ê ye.

Dewleta tirk bi derewa ku yekparçeyiya xaka Sûriyê diparêze hin herêm dagir kirin. Ji hemû çeteyan hêzek ava kir, li dijî rejîmê şer dike, lê dibêje ew yekparebûna Sûriyê diparêze. Kî dê ji van derewan bawer bike? Ew bi xwe dibêjin û ew bi xwe bawer dikin. Erdogan 11 sal berê gotibû ‘Em Peymana Lozanê nas nakin.’ Wî ev yek vala negot. Li pêşiya wî projeyek hebû, gotin ‘Bajarên petrolê yên dewlemend ji destê me girtin û erdnîgariyeke teng dan me. Di şert û mercên wê serdemê de hat qebûlkirin, lê niha em sînorên Lozanê xêz kirine qebûl nakin.’ Di wê demê de rêxistinbûna xwe ava kir û piştre Mîsaki-Milli xist rojeva xwe. Helbet bi gotina van planên xwe şer nake, ji xwe re hincetan çêdike. Bi van hincetan hinek hevkarên kurdan ên wek PDK’ê digire ba xwe, hinekan wek dijberê xwe dibîne û helbet PKK’ê jî wek terorîst bi nav dike. Paşê dibêje ew ê bikeve cihên ku PKK lê ye. Jixwe ew bi zelalî dibêje, hinek deverên Kerkûk û Başûr ne yên Kurdistanê kurdan in, yên Tirkmenan in. Beriya niha jî gelek endamên MHP’ê bi çek kirin û şandin Kerkûkê.

Bi piştgiriya PDK’ê leşkerên xwe li Barzanê daxistin û dagir kirin

Piştî ku dewleta tirk PKK’ê bêbandor bike, wê bi dorê êrîşî hêzên din ên Kurd jî bike. Kî dibêje qey dê wisa nebe? Hin kes ji tirsa vê yekê nayînin ziman. Heta kuderê ev tirs? Dema ku aliyek fêm dike ku aliyê din ji wan ditirse, wê demê her tiştî ji aliyê din dixwaze. Niha dewleta tirk vê yekê li PDK’ê dike. Beriya meh û nîvekê dewleta tirk bi piştgiriya PDK’ê leşkerên xwe li Barzanê daxistin û dagir kirin. Em li wê herêmê bi hev re bûn, divê hin tişt rast bên fêmkirin. Dewleta tirk êrîşî Kurdên xwedî îrade, hebûn û nasnameya xwe diparêzin, ji bo vê yekê siyasetê dikin û têdikoşin dike. Ji aliyê din ve hinek Kurdên hevkar bindest kirine û hinek derfet dane hinekan ku dema bixwaze dikare careke din ji destê wan bigire û peyamê dide raya giştî ku binêrin ti pirsgirêka min bi Kurdan re nîne. Şer li Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike. Ji xwe HPG her roj derbarê şer de raya giştî agahdar dike. Li Avaşîn, Zap û Metîna 2 sal in şerê tunelan bi dijwarî didome. Dewleta tirk jî bi taybetî di van 2 mehên dawî de ji bo encam bigire, bombebaranên xwe zêde kiriye û dîsa çekên kîmyewî û çekên deqanûnî bikar tîne. Dewleta tirk wê wisa bi hêsanî encam negire. Em tevgereke gerîla ne, li kuderê pêwîst be, berdêla wê jî çi be em ê li ber xwe bidin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar