Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Heta Rêber Apo azad bibe wê ev meş bidome

Hevseroka Giştî ya HEDEP'ê Tulay Hatîmogûllari li pêşiya Gemlîkê daxuyanî da û wiha axivî: "Werin em bi hev re tecrîda li Îmraliyê rakin. Em azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan bi hev re misoger bikin."

‘Meşa Azadiyê’ ku ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk ber bi Gemlîkê ve hate destpêkirin, li gel astengiyan jî dewam dike.

Bi sedan wesayit ji aliyê polîsan ve li nuqteyên cuda hatin rawestandin. Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatîmogûllari û parlamenter jî di nav de gelek kes li ser rêya Orhangazî ya bi 20 kîlometreyî dûrî Ggemlîkê daxuyanî dan.

Tulah Hatîmogûllari got, “Em îro li vê derê ne, ji bo daxwaza xwe ya ji bo çûyîna Îmraliyê dubare bikin. Bi rojan e girseyên gel, şoreşger, demokrat, welatparêz ji çar aliyên Tirkiye û Kurdistanê ji bo piştgiriyê bidin gelê kurd çalakiyan dikin. Ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan bangê li raya giştî ya Tirkiyeyê û cîhanê dikin.

Duh me li Amed, Çûkûrova, Serhed, li çar aliyên Tirkiye û Kurdistanê çalakî lidar xistin. Ji doh ve polîs û hêzên ewlekariyê ketine alarmê, li her derê hewl dan me asteng bikin. Gelek hevalên me doh hatin binçavkirin, destwerdan kirin, êrîşên fîzîkî kirin. Îro jî hevalên me yên ji Ege û Îzmîrê hatin, hatin astengkirin û binçavkirin. Li Stenbolê bi heman rengî astengî hebû. Niha ji çar aliyên Tirkiyeyê mirov pêl bi pêl dixwazin bên vê derê. Em bi zext û astengiyeke giran a hêzên ewlekariyê re rû bi rû ne. Sîstema ku tecrîda li Îmraliyê ava kir, li derve jî bi heman feraseta tecrîdê hêzên demokrasiyê asteng dike. Bila ev yek bê zanîn ku îradeya gel li vir e. Di serî de gelê kurd, gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn li vê derê ne. îradeya gel dibêje, ‘Bila pirsgirêka Kurd tavilê bi rêbazên demokratîk û aştiyane bê çareserkirin’.

Heta ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin derfet nîne ku gelê Tirkiyeyê di nava rewşeke demokratîk de bijî. Ji bo şerê li Rojhilata Navîn biqede, ji bo pirsgirêka Kurd tavilê bê çareserkirin, ji bo li Rojava gelê Kurd bibe xwedî statu, ji bo mafên gelan bêne dayin em daxwazên xwe tînin ziman. Bi heman rengî heta ku pirsgirêka Kurd bi rengekî aştiyane û demokratîk li Tirkiyeyê neyê çareserkirin, weke gelên Tirkiyeyê em ê bibin qurbanê siyaseta cihêkarî û şer.

Em ji vê derê dubare dikin: Werin em li ser formula çareseriyê ya bi rêbazên aştiyane ya vê pirsgirêkê bixebitin. Werin em tecrîda li Îmraliyê bişikînin. Em bi hev re bikin ku birêz Ocalan bi rengekî fîzîkî azad bibe. Em ê ji vê derê meşa xwe dewam bikin. Hêzên demokratîk ên li Tirkiyeyê û navneteweyî bila tevkariyê li çareseriya vê pirsgirêkê bikin. Em ji gelê Tirkiye û Kurdistanê radigihînin: meşa me wê dewam bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar