Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Heta bigihêjin encamê dê ev meş bidome

Hevseroka HEDEP’a Stenbolê Gonca Yangoz têkildarî Meşa Azadiyê de axivî û wiha got: “Heta ku encamê bigirin em ê meşa xwe bidomînin. Em ê tecrîdê rakin. Em ji bo vê têdikoşin.”

Rêwiyên Azadiyê bi pêşengtiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) û Komeleya Yekitî, Çand, Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe di Dêrgûşa Şaristaniyê de Winda Kirine re, di 18 û 19’ê mijdarê de ber bi Gemlîkê ve meşiyan.

Di meşê de daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û zêdetirî 32 mehan e agahî jê nayên wergirtin û çareseriya pirsgirêka kurd hate kirin. Polîsan her du rojan jî hewl dan Meşvanên Azadiyê asteng bikin. Di vê çarçoveyê de bajêr hatin dorpêçkirin, bi sedan kes hatin binçavkirin û ewqas wesayît jî hatin girêdan. Lê van zext û astengiyan nekarîn meşvanan rawestîne. Ji Kurdistan û Tirkiyeyê gelek meşvan tevî şertên hewayî yê nebaş jî gihîştin Gemlîkê û bi daxuyaniya dan daxwazên xwe careke din anîn ziman. Hevseroka HEDEP’ê ya Stenbolê Gonca Yangoz, meşa ku tevî hemû astengiyan jî hate lidarxistin nirxand.

Hewl dan meşê asteng bikin

Yangoz, bal kişand ku bangên wan ên têkildarî meşê hatin bersivandin û wiha got: “Em dizanin ku rêya birêz Abdullah Ocalan azad bibe wê bi têkoşîna me ya ji bo rakirina tecrîdê pêk were. Em bi vê hişmendiyê xebitîn.” Yangoz diyar kir ku careke din hate xwestin ku meş bê astengkirin û wiha berdewam kir: “Desthilata ku li ser şer û xwînê polîtîkaya xwe didomîne, gelan tune dihesibîne, hewl dide lidarxistina me ya vê meşê û giştina armancê asteng bike. Ji ber vê yekê êrîş dike. Hemû hêzên ewlehiyê yên bajarên derdorê bi ser me de şandin û hewl da meşa me asteng bike. Hêj hinek hevalên me ji malên xwe derneketî hatin dorpêçkirin.”

‘Di encamê de em gihîştin armanca xwe’

Yangoz, anî ziman ku tevî hemû zext û astengiyan meş lidarxistine û ev tişt gotin: “Tevî hemû zext û şertên neyînî tu kesê dest ji bîryardayîna xwe berneda. Weke encam jî di 19’ê mijdarê de herkes ji Stenbolê li cihê lê tevgeriya û ber bi Gemlîkê ve meşiya. Rewşa hewayê nebaş bû lê tevî vê Dayikên Aştiyê û kesên edaletê dixwazin li cem me bûn. Di encamê de em gihîştin armanca xwe. Em li Gemlîkê bûn û bi hevalên xwe yên ji bajarên din hatin re hatin bahev. Astengiyeke ku pêşiya vê girseyê bigire.”

Yangoz, bi lêv kir ku meşa li darxistine gihiştiye armanca xwe û daxwazên xwe yên bingehîn ji hemû beşên civakê re ragihandine û wiha lê zêde kir: “Bi meşê peyama ‘em ê tecrîdê rakin û heta ku gel azad bibin em ê rêya xwe bidomînin’ hate dayîn. Em 25 sal in ji bo vê tecrîdê bişikînin têdikoşin û em ê ji niha şunde jî rêya xwe bidomînin. Ji ber ku azadiya fizîkî ya birêz Ocalan û destpêkirina pêvajoyeke aştiyê ya bi muxataban re dê bi awayekî mayînde pirsgirêka kurd çareser bike.”

Yangoz, anî ziman ku meş destpêkek e û bang li hemû beşên ku daxwaza çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka kurd dikin kir ku xwedî li têkoşîna xwe derkevin. Yangoz, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev ne rewşeke wisa ye ku em tiştekî bînin bîra xwe û paşve vekişin. Rewşeke ku heta encamê werbigirin em ê dewam bikin e. Ji ber vê yekê, bêguman ev destpêkek e û wê berdewama wê jî bê. An ku şert û mercên rojê, zextên zêde dibin, nexşerêya me bi temamî li ser vê hatiye endekskirin. Ji ber vê yekê armanca me ya yekem ev e. Ev xaleke werçerxê ye. Ev serdemek e ku em dibêjin ‘Êdî bes e’ ye. Yanî ji vê wêdetir tiştekî din tune ye. Em ê vê tecrîdê rakin. Têkoşîna me hemû ji bo vê yekê ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar