Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Gelê kurd bi PKK’ê re jinûve rabû ser piyan

Gerîla Niştiman Kurdistan diyar kir ku PKK jiyana altenatîf e û wiha axivî: “Rêber Apo gelê kurd ji rewşeke bi vî rengî rizgar kir. Wateya 27'ê Mijdarê ji bo me bi vî rengî ye, yanî navê jinûve vejînê ye. PKK alternatîfa jiyana azad e. Armanca me misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, avakirina neteweyeke demokratîk e.”

Partiya Karkerên Kurdistanê di 27’ê Mijdara 1978’an de hat damezrandin. PKK bi çalakî, dilsozî û jiyana xwe di demek kurt de ji hêla gelê kurd ve hat hezkirin. PKK bi berxwedana xwe gelê kurd ê ku li ber qirkirinê bû şiyar kir û kir xwedî vîn. PKK îro ne tenê ji bo gelê kurd ji bo hemû gelên cîhanê bûye hêza azadiyê. Gerîlayê HPG’ê Niştiman Kurdistan bi wesîleya salvegera 45’an a damezrandina PKK’ê ji ANF’ê re axivî.

Gerîla Niştiman Kurdistan salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kir û wiha got: “Beriya her tiştî hevalên şehîd bûne bi hurmet û minet bi bîr tînim. Partiya me PKK partiya şehîdan e. Li ser tolhildana şehîdan ava bû. Rêbertî piştî şehadeta hevalê Hakî Karer biryar da ku PKK’ê ava bike. Rêbertî hîn di dema damezrandinê de got ‘PKK partiya şehîdan e’. 27’ê Mijdarê ji bo gelê Kurd cejna vejînê ye. Piştî 28 raperînan dijmin li çiyayê Agirî gotina ‘Kurdistana xeyalî li vir veşartî ye’ nivîsand. Rêber Apo gelê Kurd ji rewşeke bi vî rengî rizgar kir. Wateya 27’ê Mijdarê ji bo me bi vî rengî ye, yanî navê jinûve vejînê ye. PKK alternatîfa jiyana azad e. Armanca me misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, avakirina neteweyeke demokratîk e. Em gelekî nêzî armanca xwe bûne û ji ber vê yekê têkoşîna me li gel zor û zehmetiyan dewam dike.”

Kurdistan bilêv kir ku dijmin bi van rastiyan baş zane, ji ber vê yekê êrîşî tevgerê, gel û destketiyên gelê kurd dike û wiha domand: “Ji bo me êdî dem hatiye ku azad bibin. Di vê pêvajoyê de em di asta herî bilind a têkoşîna xwe de ne. Dijminê li hemberî me bêçare maye, ew jî bi vê rastiyê zane. Ji bo vê rastiyê binixumîne bi rêbazên hovane êrîşî gelê me dike, zarokan qetil dike, komkujiyan dike. Êrîşî qadên gerîla dike. Em tevgereke ji fedaiyan e. Lewma ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe, ji bo derxistina dewleta dagirker ji xaka xwe em ê bi ruhê fedaî li ber xwe bidin. Têkoşîna me şênber e. Dijmin her roj bi çekên kîmyewî êrîşî me dike, lê heta niha nekarî encamekê werbigire.”

Gerîla Kurdistan li ser berxwedana gerîla ya li hemberî dagirkeran rawestiya û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Berxwedana niha li Zap, Avaşîn û Metînayê tê kirin, mînaka herî şênber a neserketina artêşa tirk e. Dewleta Tirk bi hemû derfetên xwe êrîş dike, lê nikare li hemberî berxwedana gerîla bisekine. Gerîla li gel şert û mercên giran û derfetên kêm jî bi îrade û bawerî li ber êrîşên dijmin radiweste. Ya rast di vê pêvajoyê de ji bilî fedakariyê tiştekî din nayê qebûlkirin. Em ê armanca xwe teqez bi ser bixînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar