Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Ev têkoşîn têkoşîna hevpar a hemû jinan e’

Aktîvîsta TJA’yê Safiye Akdag diyar kir ku TJA bi armanca rêxistinkirin û hişyarkirina li dijî tundî û polîtîkayên şerê taybet wê di tevahiya hefteya 25’ê Mijdarê de li qadan be û wiha axivî: “Em ê li dijî hemû êrîşan dengê xwe bilind bikin. Ev têkoşîn têkoşîna hevpar a hemû jinan e. Em ê tu carî serî li ber tundiyê netewînin”

Tevgera Jinên Azad (TJA) bênavber xebatên kapmanyaya ber bi azadiyê ve bi dirûşma “Jin Jiyana Azadî” didomîne. Jin vê hefteyê di çarçoveya çalakiyên 25’ Mijdarê Roja Tekoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan dê li qadan bin. Di çalakiyan de wê bal li ser zêdebûna tundiya li ser jinan a li bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê, polîtîkayên sirgûn û tacîza darazê were kişandin. Di bernameyên gund û taxan de dê jin bi armanca hişyarkirin û rêxistinbûnê li qadan bin.

Aktîvîsta TJA’yê Safiye Akdag, diyar kir ku ji 15’ê Îlonê û vir ve di çarçoveya kampanyayê de xebatên xwe dimeşînin û herî dawî komxebatek li dar xistiye û destnîşan kir ku xebatên xwe yên heta 8’ê Adarê vê hefteyê bi taybetî di 25’ê Mijdarê de bidomînin. Safiye Akdag got ku desthilatdariyê bi polîtîkayên cuda cureyên tundiyê zêde kirine û bi taybetî di salên dawî de li Kurdistanê di polîtîkayên şerê taybet, sirgûn û tacîzên edlî de jin bûne hedefa yekemîn.

Safiye Akdag diyar kir ku ne tenê jinên kurd, hemû jinên Rojhilata Navîn û cîhanê bi polîtîkayên şer û komkujiyê re têdikoşin, hefteya 25’ Mijdarê û piştre li hemberî komkujiyê dê li qadan bin. Safiye Akdag bilêv kir ku ew ê ji bo hemû jinên di bin tundiyê de ne, biryardariya xwe ya têkoşînê nîşan bidin û wiha got: “Ev têkoşîn têkoşîna hevpar a hemû jinan e. Em ê tu carî serî li ber tundiyê netewînin.”

Heta 8’ê Adarê li qadan bin

Di berdewamiya azxaftina xwe de Safiye Akdag bal kişand ser girîngiya 25’ê Mijdarê ya ji bo jinan û diyar kir ku têkoşîna li dijî tundiyê ji polîtîkayên zayendî yên desthilatdaran xurtir e. Safiye Akdag di berdewamiya axaftina xwe de der barê bernameyên hefteya 25’ê Mijdarê de agahî da û wiha axivî: “Me weke TJA’yê di 15’ê îlonê de dest bi kampanyayê kir. Di çarçoveya vê kampanyayê de heta 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ku 25’ê Mijdarê di nav de ye, em ê li qadan kampanyayên xwe bimeşînin. Xebatên me yên di çarçoveya kampanyayê de bi mehan e berdewam dikin. Em ne tenê bi jinên TJA’yê re, bi hemû jinên ku li taxan li qadan tên cem hev re vê xebatê dimeşînin.”

Safiye Akdag der barê bernameyên li qadê de agahî da û wiha got: “Me bernameya xwe li hefteyekê zêdetir belav kir. Di piraniya van bûyeran de me îhtîmam li tax û gundan kir. Hevdîtinên bi jinan re û xebatên gundan wê çalakiyên me yên herî giran bin. Di vê pêvajoyê de em ê hevalên xwe yên jin ên li girtîgehan ji bîr nekin, bi şandina qertan û lidarxistina pêşangeha wêneyan em ê wan bi tenê nehêlin. Em ê dîsa li ser polîtîkayên şerê taybet û komkujiyên li ser jinan panelek li dar bixin. Her wiha em ê xebatên xwe bi hevdîtina bi jinan re li ser hunerê, organîzekirina atolyeyan û nîşandana fîlm û dengbêjan bidomînin.”

Jinên siyasî hedef digirin

Safiye Akdag anî ziman ku her pêngava jinên kurd sûc tê dîtin û pêşiya xebatên wan tê girtin û wiha got: “Jinên kurd bi salan e ji aliyê vê pergalê ve tên qetilkirin û hewli didin wan ji çand û nirxên wan dûr bixin. Ji bilî van bi hezaran hevalên me yên jin bi hinceta ku siyaseta demokratîk dimeşînin di girtîgehan de dîl tên girtin. Sîstema hevserokatiyê û jinên siyasî hedef tên girtin. Li hemberî van polîtîkayên li hundir û derve ji aliyê jinan ve tên meşandin berxwedaneke pîroz heye. Em ê her dem di pozîsyona berdewamkirina vê yekê de bin.”

Safiye Akdag bal kişand ku xebatên di çarçoveya kampanyayê de wê bidomin û got: “Li hemberî van polîtîkayên tundî û qetlîamê dê berxwedana me bidome. Jinan ji xwîşkên Mîrabel û vir ve ji îrade û biryarên xwe paşve gav neavêtine. Em ê li hemberî van polîtîkayên şerê taybet, sirgûn û asîmîlasyonê serî netewînin. Jinên TJA’yî wê li hemberî van polîtîkayan bêdeng nemînin û em ê li qadan bin. Em ne tenê di 25’ê Mijdarê de her roj li dijî êrîşên pergalê li vir in û heta 8’ê Adarê em ê li qadan bi awayekî aktîf bixebitin.”

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar