Êrîşên dewleta dagirker a tirk li ser sivîl û saaiyên sivîl ên rojavayê Kurdsitanê bi dawî nabin. Li gorî agahiyan, dewleta tirk a dagirker tevî çeteyên xwe bombe li saziyeke xizmetê ya li Rimêlanê barand. Tê gotin ku ji ber bombardûmanê gelek kes birîndar bûne. Agahiyên berfireh hîn bi dest neketin.
Dewleta tirk a dagirker şeva 20’ê mijdarê bombe li gundê Ewn Dadatê yê li bakurê Minbicê barandibû û 7 kes birîndar kiribû.