Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Bi operasyona şoreşgerî wê dagirkeran bişîne cihên jê hatine

Gerîlayên HPG û YJA Starê derbarê berxwedanê de axivîn û diyar kirin ku bi berxwedana xwe wan dewleta tirk li Zapê sekinandine û anîn ziman ku ew ê bi operasyona şoreşgerî ya dawî darkeran bişînin cihê ku jê hatine.

Dewleta tirk a dagirker bi hevkariya malbata Barzanî û PDK’ê hewl dide başûrê Kurdistanê dagir bike. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi berxwedana bêhempa dagirker û hevkarên wê tengav kiriye. Gerîlayên HPG û YJA Starê bi dirûşma ‘Dagirker a wê ji vê xakê biçin, ya jî wê hemû bimirin’ li dijî artêşa tirk a ku plan dike başûrê Kurdistanê dagir bike dest bi pêngaveke şoreşgerî kirin. Gerîlayên ku tevlî pêngava şoreşgerî ya 20’ê Mijdarê bûn axivîn.

Ji gerîlayên HPG’ê Hewrê Çiya diyar kir ku li dijî dijmin li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl pêngaveke payîzê dane destpêkirin û wiha got: “Armanca pêngavê ew e ku artêşa tirk a dagirker ji qadên me bê derxistin. Rêxistinê derfet da me ku em tevlî vê pêngavê bibin; em jî tevlî baskê êrîşê yê van çalakiyan dibin. Weke hêza gerîla me berê xwe dane armanca xwe. Bi taybetî Girê Amediyê ji aliyê manewî ve ji bo me xwedî girîngiyeke mezin e. Gelek hevalên me li vî girî şehîd bûn. Ew heval hemû di amadekirina çeperên li gir û şer de cih girtibûn. Eger îro Amediyê mîna kelehekê li hemberî dijmin disekine û bûye dert ji dijmin re, ev yek bi saya keda wan hevalên şehîd bûne. Em xwedî ruhekî ji vê manewiyatê ne; bi vî ruhî û hesta tolhildanê em bi ser dijmin ve diçin. Em dixwazin ji hevrêyên xwe yên li tunelên şer li ber xwe didin bibin alîkar. Li qadê pêşveçûna dijmin hate rawestandin, niha jî dor hatiye ku em wan ji cihê hatine vegerînin. Li aliyê din hin hêz hene ku bûne kole ji dewleta tirk re û hewl didin me asteng bikin, lê belê têkçûna dewleta tirk wê di heman demê de bibe têkçûna wan. Ji ber ku em li vê xakê ne, ew hene. Rêbertî ji bo dewleta tirk gotibû, ‘Hebûna wan jî mirina wan jî ya li vê xakê di destê me de ye’. Ev yek hem ji bo dewleta tirk derbas dibe hem jî ji bo hêzên ku koletiyê jê re dikin derbas dibe.”

‘Ev welat welatê me ye’

Gerîlaya YJA Starê Sakîne Rojîn destnîşan kir ku armanca esasî ya pêngavê bersiva li polîtîkaya tecrîdê ye, piştgiriya ji bo gerîlayên li tunelan li ber xwe didin û wiha domand: “Dijmin ji par û vir ve li qad Amediyê êrîşan dike. Dijmin ji bo pêşî li berxwedana li tunelan a li vê derê bigire bikaranîna gazên kîmyewî û çekên taktîk nukleerî jî di nav de çi jê tê, dike. Ji bo têkbirina van êrîşan me biryar dan ku dest bi pêngaveke bi vî rengî bikin. Weke gerîlayên YJA Starê yên tevlî çalakiyê bûne, haya me ji berpirsyariya me heye. Di vî şerî de gerîlayên jin di asta pêşengiyê de tevdigerin. Li gelek qadên li rojavayê Zapê berxwedan dewam dike, di vê pêngavê de jî em di nava baskê êrîşê de ne. Mîna ku gelek hevalên me yên şehîd ketin gotibûn, em êdî nikarin xwe li vî dijminî rabigirin. Welat welatê me ye, dijmin jî hewl dide welatê m talan bike. Ji bo em vê yekê bişikînin çi ji destê me bê em ê bikin. Çalakiya xwedawendên me yên azadiyê hevrê Sara û Rûken bandoreke gelekî mezin li me kir, her wiha hevalên Rojhat û Erdal bûn şopdarên wan. Em ê jî bi ruhê hevrêyên xwe yên fedaî têbikoşin û bi ser bikevin.”

Dagirker nikare li hemberî gerîla şer bike

Ji gerîlayên HPG’ê Egîd Hesekê jî destnîşan kir ku astengî çi dibe bila bibe ew bi biryar in ku artêşa tirk teqez ji vê xakê derxînin û got, “Dijmin par li van çeperan şikest û neçar ma ku xwe vekişîne. Nekarî li hemberî gerîla şer bike. Îsal careke din xwest ku vê şensê xwe biceribîne, lê çi dibe bila bibe em bi biryar in ku dijmin ji ser girên xwe bişînin. Bi vî rengî em ê hêjayî ked û baweriya partiya xwe bin. Şikestina dijmin li ser van giran wê bibe nîşaneya rezaleta artêşa tirk. Ji ber ku zane ev rezalet wê bi serê wan ve bê, hêzên xwe neçar dihêle ku li dijî me şer bikin. Ji ber vê yekê bi teknîk û balafirên xwe êrîşên giran dikin. Li ser van giran her roj 2 an jî 3 leşkerên artêşa tirk têne kuştin. Di her çalakiyeke berfireh de nêzî 50 leşkerên artêşa tirk têne kuştin. Ji gelên Tirkiyeyê re qala van windahiyan nakin, an jî yên ji neçarî aşkera dikin jî îdia dikin ku bi qezayê mirine.”

Egîd hesekê anî ziman ku dijmin li dijî gerîla şerekî bêedalet û hovane dimeşîne û wiha pêde çû: “Şer jî xwedî hin pîvanan e, sînorekî xwe heye. Lê belê artêşa tirk ji ber ku li hemberî me di asteke mezin de şikestiye her cûre çekan bi kar tîne. Tevî vê yekê jî bi ser nakeve. Serkeftin her tim ya me bû, wê ya me be. Aliyekî vî şerî heye ku PDK’ê eleqedar dike. Ev rêxistiniya ku îdîa dike kurd e û bi parastina Kurdistanê wezîfedar e, dengê xwe li hatina hêzên dijmin nake, em vê yekê fêhm nakin. Destûrê dide ku artêşa tirk bi hêsanî li vê xakê bigere. Eger PKK nebûya tu nirxekî PDK’ê jî nedibû. Bi xêra PKK’ê qala navê PDK’ê dikin. Dibêjin ku bi Tirkiyeyê re dost in. Gelo hêzeke ku leşkerên xwe jî dişewitîne wê çawa bibe dostê te?”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar