Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan bi wesîleya salvegera damezrandina PKK’ê têkoşîna gerîla nirxand û ji 12’ê Îlonê û vir ve qala gerîla kir.
Hevpeyvîna bi Mûrat Karayilan re bi vî rengî ye:
Beriya ku em dest bi nîqaşkirina destpêka têkoşîna gerîla ya li nava têkoşîna 45 salan a PKK’ê bikin, yûn dikarin qala atmosfera wê dema destpêkê bikin ku bi darbeya faşîst a leşkerî ya 12’ê Îlonê hate afirandin. 12’ê Îlonê çi bû, kîna rêbaz hatin bikaranîn, li Kurdistanê rewşeke çawa afirand û bêguman têkoşîna li hemberî vê yekê li ser kîjan esasî hate kirin?
Beriya ku derbasî pirsa we bibim, salvegera 45’an a damezrandinê ya partiya me PKK’ê di serî de li damezrînerê partiya me, li kedkarê herî mezin Rêber Apo, li gelê me yê welatparêz ê ku xwe ji ti fedakariyê neda alî, li dostên gelê me, li hevrêyên me yên ku li hemû çeperan, li her qada têkoşînê li dijî dijmin li ber xwe didin, pîroz dikin. Ji şehîdê me yê destpêkê yê mezin hevrê Hakî Karer heta hevrê Rojhat û Erdal ên 1’ê Cotmehê çalakiya Enqereyê ya dîrokî pêk anîn, hemû şehîdên me yên leheng ên di meşa azadiyê ya 45 salan de berdêl dan û bedena xwe ji têkoşîna me re kirin çeper, bi rêzdarî, minetdarî bi bîr tînim û bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînim. Em soza xwe dubare dikin ku ala azadiyê ya ku şehîdan radestî me kirin bi ser bixînin û heta dawiyê xwedî li bîranîna wan derkevin.
Em bên ser pirsa we; pêkhatina cûntaya Leşkerî-Faşîst a 12’ê Îlonê bêguman tiştekî ji rêzê nebû. Destwerdana bi plan, cidî û berfireh a Gladiyoya NATO’yê ya li pêvajoya şoreşgerî ya li Tirkiye û Kurdistanê bû. Belê armanceke xwe tepisandina tevgerên çep-şoreşger ên Tirkiyeyê bû, lê yek ji armancên xwe yên esasî jî tirsa ji pêşketina tevgera azadiyê û destpêkirina asta gerîla ya vê tevgerê bû.
Weke ku tê zanîn wê demê bi keda mezin a Rêber Apo tevgerê hewl da ku têkoşînê derbasî asta gerîla bike. Bi taybetî bi pêşengiya hevrê Kemal Pîr û Mahsûm Korkmaz (Egîd) ên ji koma destpêkê ya li Fîlîstînê perwerde dîtin, plana vegera li welêt hate kirin û bi berxwedana Sêwerekê re hate xwestin ku derbasî qonaxa gerîla bibe. Piştî ku hevalê Kemal Pîr hate girtin û ji belgeyên li ser wî hatin bidestxistin ev armanc hate fêhmkirin, cûnta ji bo dijmin veguherî rewşeke lezgîn. Dibe ku hatibû plankirin ku cûnta di demeke piştre de bihata kirin, lê belê piştî ku ew belge hatin bidestxistin, dibe ku cûnta zûtir kiribin. Yanî armanceke din a cûntayê ew bû ku nehêle tevgera azadiyê li Kurdistanê derbasî qonaxa gerîla bibe. Ji ber vê yekê dema cûnta hat ser kar, rast e ji bo tasfiyekirina tevgera çep a Tirk gelek êrîşên cidî hatin kirin, lê bi esasî dixwest ku bi plana tunekirinê ya li Kurdistanê, bi xistin, eciqandin û poşmankirinê, bi şerê psîkolojîk civakê ji Tevgera Azadiyê bide dûrxistin û bi temamî tune bike.
Li ser bingeha vê projeya şoreşa dijber, hemû kadroyên Tevgera Azadiyê yên girtî, li Girtîgeha Amedê hatin komkirin. Em baldar bin; li cihekî cuda wiha nehate kirin, lê li Kurdistanê ji derveyî komeke li Girtîgeha Dîlokê, hemû PKK’î li Girtîgeha Amedê kom kirin. Û li wir bi pêşengiya yên ku di nava tevgerê de wezîfeya navendî girtin ser xwe, yên mîna Şahîn Donmez û Yildirim Merkît ku dema hatin girtin teslîm bûn, Yekîtiya Kemalîstên Ciwan ava kirin. Îcar li ser vî bingehî dest bi rêbazên xwe yên êşkenceyê kirin ku di dîroka mirovahiyê de mîna wê kêm e. Hevalên ku bûne şahid, têkildarî vê yekê gelek nirxandinên wan hene. Dîsa li ser pirtûk hatine nivîsandin, film hatine çêkirin û berhemên cuda jî hene. Armanca esas a hemû pêkanînan, gotina ‘ez Tirk im’ bi wan bidin gotin û di şexsê van kadroyan de tevgerê tune bikin. Armanca destpêkê û herî girîng a cûntayê ev e.
Li vir li dijî vê yekê nirxeke dîrokî û pir mezin a Berxwedana Girtîgeha Amedê heye ku bi pêşengiya hevrê Mazlûm Dogan, Ferhat Kûrtay, Mehmet Hayrî Dûrmûş û Kemal Pîr hate pêşxistin. Yanî li wir li dijî polîtîkaya dijmin a Tirkkirinê û li Kurdistanê ji nû ve serwerkirina qirkirinê, rabûn û di şert û mercên girtîgehê de ev polîtîka têk birin. Ev rewşeke gelekî girîng e. Di warê têkoşînê de bingehê gelek tiştan hate avêtin. Vê berxwedanê piştevaniya herî mezin da Rêber Apo ku têkoşîn ji nû ve da destpêkirin. Di têkoşîna azadiyê û hebûna kurd de, ev berxwedan xwedî cihekî mezin e.
Bi vê yekê re projeya wan a duyemîn, propagandaya ku derbarê tevgerê de pêş xistine. Berê di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de bi rêya ol bandor li kurdan kirin û ji sekna serbixwe-neteweyî dûr xistin. Li ser bingeha gotina ‘Em bibin yek; eger em nebin yek xiristiyantî wê li vir bibe serwer, wê ol ji dest biçe, Ermenistana mezin wê were avakirin, weke Misilman em tirk-kurd hemû divê bibin yek’ Kurd jî tevlî Şerê Rizgariyê yê Neteweyî kir ku bi pêşengiya Mûstafa Kemal hate meşandin. Yanî wê demê bi rêya ol bi vî rengî kurd kontrol kirin. Piştre jî weke tê zanîn xiyanet li sozên ku hatine dayîn, kirin û berê xwe dan Kurdan.
Îcar Cûntaya 12’ê Îlonê jî serî li heman taktîkê da. Ji bo Rêber Apo gotin, ‘ji kokê xwe ermenî ye’. Wê demê weke tevgera Ermenî Asla hebû. Asala li welatên cuda yên cîhanê li dijî balyozxaneyên bilind ên Tirkiyeyê çalakiyên sûîqastê dikir. Vê yekê di nava civaka Tirkiyeyê de hesasiyeta dijberiya Ermenî zindî kiribû. Dewleta tirk bi vê yekê propagandaya “PKK û Asala yek e; ev mudaxeleyeke Ermenî ye” li her aliyê Kurdistanê belav kir. Dewlet û Cuntayê bi hemû derfetên xwe bi gotina “PKK tevgereke Ermenî û komunîst e ku dijberê Îslamê ye; projeyeke ku hewl dide Kurdan bixapîne” hewl dan propagandayê bikin.
Li aliyê din li deverên gund êşkence pêk anîn. Dîsa li her gundekî ji bo ku jin jî di nav de hemû mirovên gihayî hînê tirkî bibin dibistanên şevê kirin neçarî; axaftina bi Kurdî qedexe kirin. Bi kurtasî propaganda û polîtîkaya qirker li ser vî bingehî zêde kirin.
Pêngaveke sêyem a bi heman armancê jî pêşxistina planekî bû ku di nava civaka Kurdistanê de bandora ol zêdetir bikin. Mesele cûntayê ayetên Quranê belav dikir. Pasajên ku li dijî tevgerê bi kar bînin, li her derê weke belavok belav dikirin. Siyaseta li ser bingehê Îslama siyasî, di rastiyê de wê demê li Kurdistan û Tirkiyeyê hate pêşxistin. Mesele tevgera Fethûllah Guven wê demê mezin bû. Berê jî hebû lê di vê demê de pêşiya wê hate vekirin û pêşketin bi dest xist. Tevgera Hîzbûllah jî bi temamî berhemekê vê demê ye. Ji bo Kurdan ji fikrê neteweyî-şoreşger-sosyalîst dûr bikin, pêşbînî kirin ku divê xeta ol xurt û serwer bikin; bi vê yekê esas girtin ku pêşî lê bigirin. Bi kurtasî tevgera cûnta hem di çarçoveya zext, şîdet û leşkerî, hem jî bîrdozî-siyasî de şerekî psîkolojîk ê dijwar pêş xist û atmosferek afirand ku civak ji herî alî ve xiste bin zextê.
Di vê atmosferê de komên li Lubnanê bi filistîniyan re perwerdeyê dimeşînin, çawa vegeriyan welêt? Di çarçoveya kar û xebatên dema destpêkê yên gerîla de bi taybetî li Botan, Dêrsim, Başûrêrojava û cihên din hewldanên rêxistinbûna destpêkê çawa pêş ketin?
Di pêvajoyeke bi vî rengî de helbet vegera koman a li welêt, hêsan nebû. Beriya her tiştî di rastiyê de li Rojhilata Navîn ji bo astengkirina li vegerê, astengiyên cur be cur hebûn. Pêwîst nake em wê li vir şîrove bikin, lê bi esasî dema ku hatine nava welêt çêbû, gelek astengî û zehmetî derdiketin holê. Hema bibêje Kurdistan bibû girtîgeheke vekirî. Lê li Başûrêrojava ku berê bingeha me lê hebû, yanî li ser xeta Riha, Semsûr, Mereş-Dîlokê derfet hebû ku em hîn bi rehettir bi civaka xwe re peywendiyan çêkin. Ji xwe di pêvajoyên ’81-82’an komek ji bo ku xwe biparêzin xwe spartin Semsûrê û li wir mabûn. Li ser vî bingehî li wir bi armanca xebatên koma destpêkê, kar û xebat hatin meşandin. Ji ber ku qad deşt bû, li cihên mîna Riha û Dîlokê zêde encam nehat bidestxistin. Yanî li pey hev kom hatin tasfiyekirin. Lê li xeta Semsûrê asteke diyar girt.
Li Dêrsimê jî di pêvajoya ’81-82’an de ku dema êşkencekariya herî dijwar a cûntayê bû, hin kom ji bo neyên girtin û xwe biparêzin vekişiyan çiya. Di ‘82’an de ew hatin vekişandin ji bo qada Lubnanê û komên pêşeng li şûna wan hatin şandin. Wê demê komên me yên pêşeng, di asta tîmên ku em niha dixwazin pêş bixin de bûn. Yanî 3 yan 4 kes bûn. Bi şêwazê van koman, vegerên destpêkê çêbûn.
Mêrdîn cihekî ku ji bo ketinê hîn bi rehettir bû. Di rastiyê de cihê ku em di pêvajoya ’81-82’an de qet jê qut nebûyîn, Mêrdîn e. Bi taybetî xeta Dêrikê bi vî rengî bû. Botan jî bi serê xwe mijarek e. Me berê li Botanê, ti bingehek nebû. Li Cizîr û Hezexê bingeheke diyar hebû, lê di xetên hundir de tune bû. Beriya pêvajoya ‘80’an li dijî tevgera me qaşo di bin navê Yekîtiya Hêz a Demokratîk de tifaqek hebû ku ji aliyê Ozgurluk Yolû, KUK û DDKD’ê ve hatibû avakirin. Li ser bingehê vê tifaqê KUK li dijî me şer kir. Ew jî bi serê xwe lîstokek bû û nehêlan em derbasî aliyên ji Cizîrê wêdetir bibin. Yanî dijmin bi taybetî ji bo PKK lingê xwe ne deyne ser xaka Botanê, tedbîr girtibûn. Îcar tedbîra herî mezin ew şerê KUK bû. Ji wî alî ve li her devereke Kurdistanê xebateke me hebû, lê li derdora Colemêrgê, Şirnexê, dîsa xetên Sêrtê û li Garzanê xebateke me ya zêde tune bû. Yanî pêşî li vê yekê hatibû girtin, lewma nehatibû pêşxistin. Lewma me Botan nas nedikir.
Lê mîna her mijarê nirxandinên ku Rêber Apo hîna di ‘81’an de li ser Botanê kirine, gelek balkêş e. Bala me hemûyan kişandiye. Bêyî ku em Botanê bibînin, em bûn evîndarê Botanê. Botan li ser erdnîgariyeke gelekî girîng-stratejîk e, xelekek e ku çar aliyên Kurdistanê bi hev ve girê dide, qadek e ku Zagros û Toros lê digihijin hev, xwedî erdnîgariyeke stratejîk e, dîsa zemîneke ku Kemalîzmê mêtingerî herî kêm li ser pêş xistiye. Di asta hêmanî de be jî xwedî çêkereke civakî ye ku Kurdîtiyê di asteke diyar de xwe lê parastiye. Rêbertî bi van nirxandinan ji bo Botanê tespîta “Dilê Kurdistanê ye” kir û got: “Yê ku bibe xwediyê dilê Kurdistanê, wê bibe xwediyê hemû Kurdistanê.” Li ser vî bingehî weke tevger me berê xwe da Botanê. Wê demê peymaneke ku bi PDK’ê re hatî kirin, hebû. Di wê çarçoveyê de hêzên me ji Rojava derbasî Başûr dibûn.
Li Lolanê biryargehbûn hebû. Ji vê zemînê bi yekîneyên pêşeng re ji bo Botanê pêvajoya xebatê hate meşandin, lê gelek zehmetî derketin holê. Hin hevalên ku ew pêvajoya jiyan kir, nivîsandine; şaşkirina rêyan, her bigere bigere û were heman cihî, ji hev cuda nekirina eşîrên cur be cur, hwd. cihek bû ku zehmetiyên cur be cur lê qewimîn. Dewleta tirk dixwest Botanê paşketî bihêle, bêyî çêkirina dibistan, rê û hwd bêyî ku ti xizmetê bike dixwest bi lîderên eşîran re kontrolê bi dest bixe. Li vir roleke girîng ê MÎT’ê hebû. Bi rêya lîderên eşîran Botan kontrol dikirin. Gerîla ket hundirê Botanê û ew plana dijmin jî xiste valahiyê. Li ser vî bingehî li Botanê xebatên komên pêşeng, ji ‘82’an û şûn de destpê kir. Yek ji qada ku herî zêde zehmetî lê çêbû jî Garzan bû. Mesele wê demê tevî ku cerdevantî nebû jî gundiyan bi tevir û bêrên xwe alîkarî didan leşkeran û li Garzanê li dijî tîmên pêşeng operasyon dikirin. Dîsa ji nava gel jî şopvanên ku dikarin li arazî şopa mirovan bişopînin, alîkarî didan leşkeran. Ji ber ku qaşo bi gotina “Ermenî hatine û divê li dijî Ermeniyan hemû mirovên bi îman li gel leşkeran tev bigerin û tevlî operasyonan bibin” û bi vî rengî li dijî gerîla êrîşên leşkerî û bîrdozî dihatin kirin.
Ev şêwaz zêde li Botanê pêk nehat, lê li Botanê jî bi zorê destê wan danîn ser Quranê û bi gotina ‘dema gerîla hatin em ê nan nedinê û peywendiyê bi wan re çênakin’ sond bi her kesê dan xwarin. Lê gel jî welatparêz e. Bi zorê jî be hem destê xwe danîne ser Quranê û hem jî piştgiriyê didin têkoşînê. Lewma rewşa bi hev re mayînê çêdibû. Mesela dema li Feraşînê gundiyan ji dûr ve dîtiban ku heval tên, ji gund direviyan û gund vale dikirin. Ji ber ku îxbat bike, ji ber hestê neteweyî naxwaze îxbar bike; bi hevalan re peywendiyê çêke û xwarin bide li ser Quranê sond xwariye; yanî gel ji bo ku hem li dijî Partiyê, hem li dijî dewletê û hem jî li dijî ol dernekeve gund vale dike. Bûyerên bi vî rengî qewimîn. Heval diketin wî gundê dihate valekirin, li wir pêdiviyên xwe pêşwazî dikirin û ji wir diçûn; piştre jî gundî vedigeriyan. Dîsa li cihên mîna Bestayê eşqiya hebûn. Heta demeke diyar êdî gel zêde ferq naxîne navber heval û eşqiyayan. Piştî Pêngava 15’ê Tebaxê jî komeke jinan rastî hevalan tên; heval qet li wan meyze nakin û rêya xwe dewam dikin. Piştre li Bestayê gotinên mîna ‘ev eşqiya ne mîna yên din in’ belav dibin. Bi kurtasî gerîla bi pirsgirêkên bi vî rengî li Botanê bi cih bû û bi rastî jî mîna Rêbertî hîna di destpêkê de tespît kirî Botan kirin qadeke bingehîn. Di pêvajoya ‘84’an de yekîneyên pêşeng hema bibêje li her devera Botanê bi xebatên xwe zemîneke diyar afirandine, tevlîbûn pêk anîne û êdî astek bi dest xistine.
Di pêvajoya ku bi Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an re destpê kirî, gerîla hem di nava xwe û hem jî di nava civakê de pêşketinên çawa afirand? Bi kurtasî hûn dikarin li ser esasê qonaxan şîrove bikin?
Beriya her tiştî çêkera me ya kadroyî ya wê demê, piranî ji hevalên xwendekar, yên ji bajar yan jî qadên deştan dihatin pêk dihat. Di rastiyê de çêkereke ji koka gund bû. Lê ji araziyên bejahî wêdetir, hîn zêdetir ji hevalên ku ji deştan dihatin pêk dihat. Lewma ji bo fêrbûna çiya, li çiya jiyan kirin û xwe parastinê bêtecrubetiyên gelek cidî hebûn. Gerîla destpêkê karî adapteyî çiya bibe. Zehmetiyên wê gelek bûn, lê di asteke diyar de adaptasyon pêş ket. Helbet yên nekarîn bikin jî hebûn. Piştre her ku çû li zemîna Botanê tevlîbûnên herêmî çêbûn. Bandora wan jî gelek bû. Mesele tevlîbûna hevrêyên mîna Ehmed Repo, dîsa gelek tevlîbûnên pir bi nirx çêbûn. Herêmî bû; xwendin-nivîsandin nedizanî; Tirkî nedizanîn lê arazî û civak nas dikirin. Tevlêkariya mezin ên van hevalan ji gerîla re çêbûn. Bi kurtasî gerîla destpêkê li çiya adaptasyon pêk anî; civak baş nas kir; di serî de Botan çêkera civakî ya qada bejahî baş nas kir. Mesela wê demê Hevalê Egîd derbarê gundîtiya li Botanê lêkolînek kir û helbestek nivîsand. Ev tespîta wî balkêş bû: “Mejiyê gundiyên Kurdistanê ne di serê wan de ye, di çavê wan de ye.” Yanî tu çiqasî biaxivî bawer nake, lê eger bi çavên xwe bibîne wê bawer bike. Gundiyên Kurdistanê bi rastî jî bi vî rengî bûn. Helbet gotin û jiyana hevalan jî hev dû digirt. Ji vî alî ve li gundekî ku heval çend car çûyînê, bi mirovan re peywendî çêdikirin û bandorên mezin li ser wan diafirand, guhertinên kokî pêk dianîn. Yanî gel ji hevalan bawer dikir. Bawerî û girêdanbûnek pêş ketibû, lê di heman demê de dilê wan bi hevalan ve dima.
Digotin, “Van serî li hemberî dewletê rakiriye, lê wê hemû bimirin; temenê wan zêde nîne.” Yanî ji ber ku hinekê dilê wan dima pê ve, nêzîkatiyên hestiyarî li pêş bûn. Ji ber ku di dîrokê de hemû serhildanên li ser navê azadiya kurd hatine kirin, hatine çewisandin. Ji vî alî ve çavê dijmin hatibû tirsandin. Baweriya serkeftina li hemberî dewletê, gelekî qels bû. Yanî digotin, “Hûn gelek dirûst in, gelek bi wêrek in, gelek rast dibêjin lê ji civaka Kurd tiştek dernakeve.” Lê dema ku Pêngava 15’ê Tebaxê pêş ket, her kesê bi baldarî dişopand. Her kesê mereq dikir ku wê ev çiqas bidome. Ji ber ku wê demê lîderê Cuntayê Kenan Evren ev axaftina xwe ya navdar kiribû: “Yên ku ev êrîş pêk anîn bikevin kîjan kunê bila bikevin, xwe li pişt kîjan kuçî veşêrin bila veşêrin, artêşa me wê di nava 72 saetan de guhê wan bigire û bîne pêşiya edaletê.” Wê demê televîzyon, radyo û rojnameyan ev yek ragihandin. Gel jî bi mereq dişopand ku wê çend roj yan jî çend mehan bidome. Ji ber ku ti kes ne li bendê bû ku ev serhildan li ser piyan bimîne.
Bi taybetî sala ‘85’î ji bo me salekî gelek zehmet bû. Ji ber wan zextên tund û hin xiyanetan, me li gelek cihan derbe xwarin û şehadetên me çêbûn. Mesele li Garzanê hema bibêje hemû komên me tasfiye bûn, tenê 2 heval man. Dîsa li Amed, Bîngol û gelek herêmên din me derbe xwar. Yanî me windahiyên giran dan. Me ji sedî 70-80’ê hêza xwe ya wê demê şehîd dan. ji xwe hêz kêm bû; ne gelek bû. Yanî pêvajoyeke bi vî rengî krîtîk qewimî. Pêngava 15’ê Tebaxê destpê kir, di gel de hêvî û tirseke mezin ava kiriye; hem bendewarî heye hem jî tirs heye, lê tereduta ‘rêbertiya taktîk ji pêvajoyê re nebû bersiv, rolê xwe baş nelîst’ bi hin kesan re çêbû. Divê çalakvantî hatiba domandin û tevlîbûnên nû pêk hatiban. Evane nehatin kirin û li aliyê din li hemberî êrîşên giran derbe hatin xwarin. Di encama xiyaneta çend kesan de agahî ji dijmin re çûn û zerarên cidî dan. Lewma pêvajoyeke bi teredut qewimî. Di vê demê de hevalê Egîd ji bo ku raporê bide, li Qada Rêbertî bû. Bi taybetî vegera hevalê Egîd û piştî şehadeta wî ya di bihara ‘86’ê de, têkildarî taktîka di asta fermandartiya wê demê de teredut hîn kûrtir bûn. Di vî warî de mudaxeleya Rêber Apo ya bi Kongreya Sêyemîn re, mudaxeleyeke gelek girîng û dîrokî bû. Rêber Apo careke din xet danî û bi hemû hêza xwe kete dewrê. Ev yek bû sedem ku gerîla ji nû ve derketineke pêngavî bike û vê yekê ji ‘87’ê û şûn de pêvajoya destpêkirina bilindbûnê bi xwe re anî.
Di vê demê de pirsgirêkên cur be cur ên gerîla derketin holê. Bi taybetî piştî şehadeta hevalê Egîd, wezîfedarkirina rêveberiya destpêkê li cihek din, însiyatîfgirtina rêveberiyeke nû, di xet û kontrolê de pêvajoya qelsbûnê pêş ket. Yên ku ev yek weke fisend dîtin, hewl dan têgihiştina xwe serwer bikin. Çeteya Çaran ku piranî ji aliyê Rêber Apo ve hatiye rexnekirin û nirxandin, di vê demê de hat jiyîn. Hewl hat dayîn ku Tevgerê ji hundir ve hilweşînin, bi pêkanînên derve xeta rast berovajî bikin, pratîka kontrayê pêş bixin tevgerê bi rengekî şaş nîşanî civakê bidin. Tevî gelek kiryarên kesên mîn Hogir ku gelek eşîr û tevger anî hemberî hev, li gel gelek pratîkên derveyî xetê yên şaş jî gerîla rêyek ji xwe re diyar kir, li hemberî gavên dijmin tasfiye nebû, berevajî vê yekê mîna gogek ji berfê her tim mezin bû û vê yekê hêvî da gel. Yanî gel bi çavê xwe dît ku ev ne mîna serhildanên berê ye, bi rastî jî dijmin nikare gerîla têk bibe, gerîla her ku diçe mezin dibe, hêviyê şîn dike. Lewma tevlîbûna gel hîn zêdetir bû. Di rastiyê de pêvajoya serhildanê jî li ser vî bingehî destpê kir. Vejîna ku em behs dikin, di rastiyê de ev e. Yanî civaka ku hêviya wê hatiye şikandin, teslîm hatiye girtin, hatiye bêdengkirin û nikare xwedî li xwe derkeve, tevî ku destpêkê bi teredut nêzî vê pratîka gerîla bû, hingî ku dît gerîla her diçe mezintir dibe, li dijî dijmin têkoşînê bilind dike zêdetir bû dilsoz, bi hêvî bû û rabû ser piyan. Di rastiyê de zindîbûna civaka mirî, bi vî rengî pêk hat. Rêber Apo ji vê re got, ‘Şoreşa Vejînê’.
Dema em werin 1989’an rewş ev e. Pêvajoya serhildanê ya ’89-90’an li ser vî bingehî pêş ketiye. Yanî di civakê de guhertineke pir bi kok afirand. Şoreşa fikrekî pêş xist. Şoreşa civakî kir. Li şûna fikrê feodal û teng, fikreke demokratîk û hemdem pêş xist.
Ya girîng jî pêşketina sekna jin a azad e ku Rêber Apo ji destpêkê ve li ser radiweste. Bi taybetî karên ku hevrê Bêrîvan (Binevş Agal) li Cizîrê meşand ji bo civakê gelekî balkêş bû. Belê; Havva, Leyla, Saadet, Rûken û gelek milîtanên din hebûn, lê belê di nava karên gel de pratîka hevrê Bêrîvan nîşan dida ku jin a azad çi ye, raxist pêş çavan. Yanî jin a kurd a heta wê rojê li malê hatibû asêkirin, nikarîbûn biçin sûkê, nikarîbûn biçin ber deriyê maal xwe, ji bilî xelkê malê nikarîbûn bi kesî re biaxivin, dest bi karên siyasî û rêxistinî kiribûn, bi her mirovî re diaxivîn, bandor li jin-mêr dikirin, xwe bi rêxistin dikirin, bi xwe dest bi çalakiyên leşkerî kirin, belavok nivîsandin û belav kirin, bi rengê pêşengiyê tevdigeriyan. Pratîka ku hevrê Bêrîvan li Cizîrê bi hevrê Baran (Adil Aslan) meşand, di vî warî de ji aliyê şoreşa civakî de bi roleke pêşengiyê rabû. Bi vî rengî têgihiştine û li ser bingeha guhertina mezin Şoreşa Vejînê pêk hat.
Gerîla li gel hemû pirsgirêkan jî tevî guhertin, adaptasyon û berxwedana di şexsê xwe de kir, her wiha li nava civakê jî guhertineke bi vî rengî pêk anî. Mînak li her devera cîhanê tevgerên gel bi daxwazên cuda dadikevin qadan. Ev daxwaz jî bi giranî li ser mijarên aborî û siyasî ne. Lê belê li Kurdistanê gel ji bo cenazeyên gerîlayan daketin qadan, tevlî merasîman bûn. Merasîma destpêkê li Nisêbînê pêk hat, piştre li Cizîrê hate kirin û li ser bingeha serhildanê bûn. Yanî hêza bingehîn a pêvajoyê gerîla ye; sîstema fikir a gerîla ye, rêbaza jiyanê ya gerîla ye, şêwazê têkoşînê ya gerîla ye. Vê sîstema fikrî di nava civakê de guhertinên mezin da destpêkirin û bi vî rengî li şûna civakeke bêhêvî û lawaz, civakeke berxwedêr afirand ku berê xwe da paşerojê. Pêvajoyeke bi vî rengî da destpêkirin.