Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Gerîlayên YJA Starê: Jin hêza pêşeng in

Gerîlayên YJA Starê diyar kirin ku jinên li Kurdistanê bi felsefeya Rêber Apo êdî li dijî her cure feraseta mejiyê bi serweriya mêr disekinin û bi têkoşîna xwe dikarin êrîşan têk bibin û wiha gotin: “Dijmin jî êdî vê hêzê baş dibîne û dibêje ku hêza esasî ya ku pêşengiyê ji PKK'ê re dike hêza jinê ye. Lewma tevlîbûna hevrêyên jin li her qada şer û pêşengiya wan a ji bo têkoşînê, ji dagirkeriyê re bûye pirsgirêkeke mezin.”

Jinên ku tevlî nava tevgera azadiyê dibin li her qada jiyan û şer xwedî roleke diyarker e. Gerîlayên YJA Starê ku li qada tenduristiyê wezîfedar in, têkildarî 25’ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê ji bernameya taybet a Stêrk TV re axivîn.

Dr. Rûken Botan a YJA Starî di destpêka axaftina xwe de qala rol û mîsyona jinan kir û anî ziman ku ji destpêka dîrokê ve her jinekê berpirsyariya xwe ya li pêşberî civakê bi cih aniye. Rûken Botan diyar kir ku di çareserkirina pirsgirêkên civakî de jinan berê pêşengî dikirin û got, “Bi sîstema baviksalarî re jin hatin kolekirin, lê belê bi pêngava Rêber Apo re jin careke din bûn xwedî rola çalak a li nava civakê. Êdî li nava refên me, li her qadê, li her karî bi giranî hevalên jin hene. Artêşa me nîşaneya xurtbûna jinê ye. Hem weke gerîla hem jî weke doktorekê em di nava têkoşînê de ne. Ev karê me xwedî girîngiyeke stratejîk e; ji ber ku em ji hevalên xwe yên birîndar re dibin alîkar ku birînên wan sivik bikin. Weke jin em rola xwe ya li nava karên şoreşê careke din dibînin. Ji aliyê manewî ve jî wateyeke mezin a vî karî heye; ji ber ku gava mirov rehetbûna hevalên xwe dibîne, hingî gelekî kêfxweş dibin.”

Dr. Ararat Orhan jî li ser sedema tevlîbûna xwe ya li nava karên tenduristiyê wiha axivî: “Piştî ku min dît, sîstema bi serweriya mêr hewl dide jinan ji her qada jiyanê dûr bixîne û pasîf bike, min xwest xwe bi pêş bixim. Min biryar da ku li qada tenduristiyê tevlî kar bibim û ji êşên hevalên xwe yên li nava refên azadiyê bibim derman. Karê li qada tenduristiyê gelekî hesas û baldar e. Jin li qada jiyanê xwe çiqasî bi pêş bixe, çiqasî xwe zane bike, ev sîstema qirker jî wê ewqasî lawaz bibe, wê dawî li polîtîkayên tundiyê bîne. Weke kedkarên tenduristiyê yên jin û şervan; armanca me ne tenê rizgariya jinê ya ji tundiya fîzîkî ye, armanca me misogerkirina azadiya jinan hemûyan e.”

Dr. Rojda Şeval di şerê dijî dewleta tirk de bal kişand ser rola jinê. Dr. Rojda Şeval anî ziman ku di herikîna dîrokê de jin timî bûn hedefa êrîşên desthilatdariyê û got, “Êrîşên li dijî jinê di vê demê de bi berfirehî dewam dikin. Jinên li Kurdistanê bi felsefeya Rêber Apo êdî li dijî her cûre feraseta mejiyê bi serweriya mêr disekinin û bi têkoşîna xwe dikarin êrîşan têk bibin. Dijmin jî êdî vê hêzê baş dibîne û dibêje ku hêza esasî ya ku pêşengiyê ji PKK’ê re dike hêza jinê ye. Lewma tevlîbûna hevrêyên jin li her qada şer û pêşengiya wan a ji bo têkoşînê, ji dagirkeriyê re bûye pirsgirêkeke mezin.

Gerîlayên jin îro li hemberî çekên taktîk nukleer ên li tevahiya cîhanê hatine qedexekirin, bi biryardarî têdikoşin. YJA Star bi berxwedana xwe ya li dijî dijminê qirker, jinan hemûyan dike heyranê xwe. Em jî bi karên xwe yên li qada tenduristiyê tevlî vê têkoşînê dibin. Bi felsefeya Rêbertî em karên xwe bi kelecaneke mezin û moral dewam dikin. Dema ku jin li her qadê bi wêrekî û bi îrade têdikoşin, dijmin dibîne ku nikare li hemberî gerîla encamê bi dest bixe.”

Dr. Rûken Kobanê jî ragihand ku bi destpêkirina Tevgera Azadiyê ya Kurd re ji bo bidawîkirina tundiya li jinê têkoşîneke mezin hate meşandin û anî ziman ku ev têkoşîn hîn jî dewam dike. Rûken Kobanê diyar kir ku bi saya vê têkoşînê bi milyonan jin ji bo azadiyê li hev kom dibin û got, “Rêbertî got ‘Jin azad nebe, civak azad nabe’. Bi hezaran jinan di têkoşîna azadiyê de canê xwe feda kirin. Di dîroka jinên Kurd de têkoşîn û berxwedan heye. Hevalên Zîlan û Bêrîtan bi çalakiya xwe ev kevneşopiya berxwedanê careke din nîşan dan. Weke YJA Starê armanca me ne tenê azadiya jinên kurd e, em dixwazin jinên Tirk, Ereb, Azerî, Efgan û jinên li tevahiya cîhanê azad û zane bikin. Em jî ji bo bersivê bidin her cûre tundiya li jinê, têkoşîna xwe dewam dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar