Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Heta tecrîd hebe wê ev gel nesekine!

Dayikên Aştiyê yên Stenbolê bertek nîşanî tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo tê meşandin û wiha got: “Abdullah Ocalan serokê bi milyonan e. Em dixwazin ji serokatiya xwe agahiyê bigirin. Tu kes nikare pêşî li me bigire. Daxwaza me zelale. Hem gelê kurd hem gelê tirk dizane ku çareserî Îmralî ye. Heta tecrîd ranebe wê ev gel nesekine.”

Gelên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo şikandina tecrîda mutleq û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di 19’ê mijdarê ji çar hêlan ve bi navçeya Gemlîkê ya Bursayê meşa azadiyê pêk anîn. Rêwiyên azadiyê yên ku hemû bendên dewleta faşîst a tirk hilweşandin xwe gihandin Gemlîkê û peyama domandina meşa azadiyê dan. Dayikên Aştiyê jî bi hêze xurt beşdarî meşê bûn. Dayikên Aştiyê yên Stenbolê Fatma Yilmaz û Guler Bugday ku tevli meşê bibûn ji JINNEWS’ê re axivîn.

Dayika Aştiyê Fatma Yilmaz diyar kir ku bi armanca balê bikşînin ser tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo çûne Gemlîkê û wiha vegot: “Divê gelê kurd xwedî li serokatiya xwe derkeve. Tevî hemû astengî û binçavkirinan em çûn Gemlîkê. Em ê heta dawî şopdarê bûyerê bin. Tecrîd di kîjan hiqûqêde heye. Gelê kurd vê qebûl nake. Em dixwazin ji serokatiya xwe agahiyê bigirin. Mafê hevdîtinê ya parêzer û malbatê tê binpêkirin.”

Fatma diyar kir ku tevî hemû êrîş û astengiyan dê têkoşînê bidomînin û wiha domand: “Me tu car şûnde gav navêt. Em bi têkoşîna xwe ligel serokatiya xwe ne. Tu kes nikare me şûnde vegerîne. Em di azadiya fîzîkî ya serokatiya xwe de bi israr in. Daxwaza me zelal e. Divê azadiya fîzîkî pêk bê.”

‘Abdullah Ocalan serokê bi  milyonan e’

Dayik Guler Bugday jî nêrînên xwe anî ziman û wiha balkişand ser tecrîdê: “Tecrîd li ser Abdullah Ocalan, kurd û dostên kurdan jî tê meşandin. Di şexsê birêz Ocalan de li ser hemû gelan pêk tê. Li girtîgehan pêk tê. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Tecrîd ji şer re jî zemînê av dike. Abdullah Ocalan serokê milyonan e. Her kes vê dizane. Em dixwazin tecrîd rabe. Em vê qebûl nakin. Tecrîd ranebe çareserî jî ne pêkane. Mifteya çareseriyê Abdullah Ocalan e. Polîtîkayên şer bandor li hemû gelan kiriye. Civak vê dizane û di serhildanê de ye. Kes polîtîkayên dewletê qebûl nake. Ji ber vê divê em li dijî tecrîdê têbikoşin.”

Guler xwest ku gel xwedî li têkoşîna girtiyan derkevin û wiha dawî lê anî: “Sedema hemû pirsgirêkan tecrîda Îmraliyê ye. Em bi biryarek mezin meşiyan Gemlîkê. Dorpêça polîsan li her derê bû. Lê daxwaza gel zelal bû û gel bi biryar bû. Gel got di bila tecrîd rabe, dijhiqûqî bidawî be, azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk bê. Gelê kurd carek din got em pergala Erdogan qebûl nakin. Ez ji bo aştî û azadiyê banga têkoşîna hevpar li hemû gelan dikim.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar