Girtiyên PKK û PAJK’ê Denîz Kaya daxuyaniyek da û ragihand ku weke gava destpêkê wê di navbera 27’ê Mijdarê û 15’ê Sibatê de bi dorvegerî bikevin greva birçîbûnê û beşdarî pêngava 10’ê Cotmehê bibin. Di daxuyaniyê de hate rgaihandin ku girtiyên nexweş, extiyar û yên cezayê wan du sal maye wê tevlî çalakiyê nebin.
Daxuyaniya girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê bi vî rengî ye:
“Weke girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê yên li zindanên Tirkiye û Kurdistanê, bi hestên berxwedana şoreşgerî em kampanya ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’ silav dikin ku 10’ê Cotmehê destpê kir.
Em ji hemû dost, hevrê û gelên xwe re serketinê dixwazin ku li her qadê bi rêbazên afirîner, bi ruhj, fikir û pênûsa xwe, bi huner, dua û her cûre çalakiyan beşdarî vê kampanyayê dibin. Em bi fîzîkî tecrîdkirî jî bin em dixwazin ku zanibin em bi hemû hebûna xwe bi wan re ne.
Bû sê sal ku em nikarin agahiyê ji Rêber Apo werbigirin. Tecrîd û dîlgirtina bênavber ji roja destpêkê ve 25 sal in dewam dike. Eger ji Îmraliyê deng nayê, hingî dibe ku ji aliyê neyînî ve her tişt diqewime. Kevneşopiya dewleta Tirkiyeyê û bûyerên ku heta niha qewimîn dibin sedem ku em bi vî rengî bifikirin. Ji ber ku têkoşîna esasî li Îmraliyê tê meşandin. Konsepta şer a topyekûn ku sala 2015’an destpê kir, bi girtina deriyên Îmraliyê li cîhanê destpê kir. Tundiya polîtîkaya tepisandin û komkujiyê ya li derve di heman demê de nîşan dide ku têkoşîna li Îmraliyê jî çiqasî berfireh e.
Rastiya Îmraliyê di encama tifaqeke navdewletî de hate afirandin û hewl tê dayin ku bi heman tifaqê bê meşandin. Heta ku ev tecrîd û dîlgirtina li Îmraliyê dewam bike em ê zanibin ku komploya navdewletî dewam dike. Bi dîlgirtina Rêber Apo re pêngaveke stratejîk li ser Rojhilata Navîn hate kirin ku ev rastî bi pratîka 25 salên dawî hîn bi şênberî tê dîtin. Lewma êşa herî giran bi serê Kurdan bê jî, êrîşa li dijî Rêber Apo bi esasî li hemberî îdeala demokratîk a Rojhilata Navîn bû. Di dema jinûve dîzaynkirina herêmê de hate xwestin ku potansiyeleke xurt a ku gelên herêmê karibin sûdê ji vê firsendê werbigirim, bê bandor bê hiştin. Hêzên navneteweyî û hevkarên wan ku hesabên xwe yên polîtîk ên hebûna xwe bi neteweperestî û olperestiyê hewl dan ava bikin, gotin û hewldanek li dijî vê statukoya xwe qebûl nedikirin.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) tenê ji bo berjewendiyên Tirkiyeyê dîlgirtina Rêber Apo birêxistin nekir. Aqlê dewleta Tirk têrê nake ku vê yekê bibîne ku ev aciziyet hîn jî 25 sal in dewam dike. Rêveberiyeke ku bi dijminatiya li Kurdan ruh û fikrê xwe seqet, ne dikare roja heyî ne jî paşerojê rast bixwîne. Ya ku qewimî jî ev bû. Ji ber vê yekê pêwîstî bi wergirtina tedbîreke fikrî û polîtîk a ji bo pêşîgirtina li lîstikê wernegirt. Nedîtin ku agirê li Rojhilata Navîn hate dadan wê mezin bibe û veguhere şewatekê. Saddam nedît û berdêla vê yekê jî bi canê xw eda. Iraq ji nû ve hate dîzaynkirin. Versiyonên cuda yên vê pêvajoyê bi serê Lîbya, Misir, Sûdan û Yemenê hat. Rewşa Sûriyeyê li holê ye. Rêber Apo gelekî hişyar kir, bi analîzên xwe yên dîrokî û rojane çareseriyên li ser bûyerên biqewimin pêşkêş kir. Belayê ku neteweperestî, olperestî û zayendîperestî mirovahiyê dixitimîne bi hemû aliyên nirxand. Ne tenê ji bo gelên Rojhilata Navîn her wiha hewl da ku ji hemû gelên cîhanê, bindestan, jinan û xwezayê re bibe nefesek. Li wê hucreya teng a bênefes hate hiştin, hewl da bibe nefesek.
Bi tevdana olperestî û neteweperestiyê, her wiha bi destê dorpêçiya zayendîperestiyê civak li hemberî şer û destwerdanan bêparastin, bêhêz û bêçare hate hiştin. Her kiryareke ku vê tevdanê xurt dike, ji bilî neçareseriyê, ji bilî alîgiriya li krîz û ferasetên desthilatdarîperestiyê wê encameke din bi xwe re nîne. Nikarin paşerojekê pêşkêşî gelan bikin. Şerê Îsraîl-Fîlîstînê yê diqewime jî xeleka dawî ya vî mejî ye. Encama xwe çi dibe bila bibe, ev şer wê bi kêrî gelan neyê. Bi polîtîkayên zanebûn ên hêzên hegemon û desthilatdariyên li dora wan, tovên olperestî û neteweperestiyê li vê xakê hatin çandin. Heta ku ev tov neyên avêtin, nepêkaen ku rizgarî ji vê rewşê bibe. Ev jî wê bibe şerê bêdawî, neçareserî û bêqîmetbûna jiyanê.
Fikrê Konfederalîzma Demokratîk û Neteweya Demokratîk a Rêber Apo hêvî û pratîka jinûve avakirina jiyanê ye. Destwerdaneke xurt a li hemû lîstikên desthilatdarîperest e. Li Rojhilata Navîn ku cihêrengî bi hev re dijîn, li şûna ku komên cuda yên baweriyan hevdu tune bikin hevdu xwedî dikin, jin bi rengekî azad û wekhev dijî, gelo kîjan despotê mêr dikare lê hebe? Li Rojhilata Navîn ku aştiya xwe ya navxweyî pêk aniye û bi hesretê jiyana azad e, kîjan hêza hegemon dikare tevbigere?
Di vê pêvajoyê de ku destwerdana ji bo dîzaynkirina herêmê zêde bûye, armanca girtina deriyê Îmraliyê diyar e. Tecrîda li Îmraliyê ne tenê bi îradeya dewleta Tirk a ku wezîfeya gardiyantiyê jê re hatiye dayin, lê belê bi îradeya hevpar a hêzên ku mohra xwe danîne binê komploya navdewletî dewam dike. Ev tecrîd di şexsê Rêber Apo de li hemberî gelan hemûyan û alternatîfa jiyana azad hatiye kirin û hîn bêhtir tê girankirin. Yên ku ji wan heye ku bi neteweperestî û olperestiyê dikarin xwe biparêzin, wê bi tenê vî agirî gur bikin.
Gel, komên baweriyan ên demokratîk, jin divê ji her demê bêhtir dest li vê rêveçûnê werdin. Tirkiye jî di nav de qada heyî yıa siyasetê bi temamî veguheriye qada berjewendiyan a komên yekdestî. Ev durûtiya ku mehdê mirovan dixelîne li gelek qadan belav bûye. Bi muxalefeta ji xwe re demokrat û konformîst, eşkere ye ku ji bilî jinûve afirandina sîstema heyî ti encam bi dest nakeve. Li Tirkiyeyê her beşa civakê qala rizandinê, bêedaletiyê, xizaniyê û krîzê dike. Ev hemû encam e. Li Tirkiyeyê axaftin li ser encamê tê kirin, tê xwestin ku sedemên vê yekê neyên dîtin, ji nedîtî ve tên.
Pirsgirêka Kurd sedema sereke ya van encaman e. Pirsgirêka Kurd a ku bêçareserî tê hiştin, tê wateya hîn bêhtir şer. Lêçûnên leşkerî yên vê yekê xizaniyê bi xwe re tîne. her wiha bêhiqûqî, dijberiya li qanûnê, kêfiyet, bi kurtasî şerê taybet û fînansekirina vê yekê ji encamên wê ne. Ev yek jî tê wateya pereyê reş, qaçaxçitiya narkotîkê, mafya û çetebûyînê. Neçareserkirina pirsgirêka Kurd israra li ser zilma zalim e.
Rêber Apo pirsgirêkên siyasî, aborî, ekolojîk û zayendî yên li nava civaka xwe û tevahiya cîhanê pênae dike û çareseriyên rasteqîn pêşkêş dike. Jiyana xwe jî li ser bingeha bicihanîna van wezîfe û berpirsyariyan ava dike. Dema ku tiştên dixwaze biguherîne, sererast bike, ji nû ve ava bike dibîne ku nekariye pêk bîne, xwe diguherîne. Li nava şert û mercên heyî bi salan tecrîdkirî jî be destûrê nade ku potansiyel û danheviya wî bê desteserkirin û pênase û rêbazên çareseriyê yên ji danhevî û potansiyela xwe wergirtî, her firsendê parve dike. Rêber Apo azadî, wekhevî, edalet û demokrasiyê di her şert û mercî de diparêze, li pêşiya sîstema netewe dewletê dibe asteng ku van nirx û pêwîstiyan mehkûmî tunekirinê bike. Ew bi xwe rastiyê tîne ji gelan re, ji bo ev rastî bê fêhmkirin û vegotin, rê û rêbazên bêhempa pêşkêş dike. Rêber Apo bêyî ku gilî bike, bêyî ku li benda tiştekî bimîne ji bo başiya her kesî, ji bo jiyaneke mirovane tevdigere, lewma êrîşên ewqasî giran lê tê kirin. Rêber Apo rêberekî gel e ku her soza xwe bi cih tîne û her tiştên dike bi ser dixîne. Soza pêkanîna şoreşê ya da gelan li Rojava, li Şengalê bi cih hat, bi civaka Kurd re li nava hemû gelan û cîhanê belav bû. Rêber Apo rêbereke ku timî berê xwe li başî, bedewî û ya rast e, hewl dide van hemûyan bigihîne jiyanê û mirovan, di her şert û mercî de li ser piyan dimîne; fikrê azad hildiberîne û ji bo her pirsgirêkê xwedî çareseriyê ye. Fikir û felsefeya xwe ya li ser bingeha van nirxan bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê xist xizmeta mirovahiyê. Bi vê paradîgmayê hem îro hem jî paşeroj tê avakirin.
Rêber Apo bi salane di sîstema tecrîd û qirkirinê ya Îmraliyê de helwesta xwe diyar kiriye, rêya xwe hilbijartiye û serketinên mezin bi dest xistiye. Ji ber van sedeman hemûyan, çareseriya pirsgirêka kurd û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo heman tişt e. Divê yek ji ya din cuda neyê nirxandin. Ji xwe bi vê zanebûnê navê ‘Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd Çareserî’ li pêngavê hatiye kirin. Ji her gelek mirov piştgiriyê didin vê kampanyayê. Ev yek hem kêfxweşiyeke, hem jî biryardariya vemirandina agirê dojehê û avakirina bihuştê nîşan dide.
Rêber Apo dibêje, ‘Şoreş cudakirina ji hev a divê bê jiyîn û ya divê neyê jiyîn e’. Faşîzma AKP-MHP’ê bi êrîşên xwe tişta ku pêdivî bi jiyîna wê nîne, li ser me ferz dike. Rejîma faşîst teslîmbûnê li ser me û gerîla ferz dike û hewl dide raya giştî ya demokratîk bîne rewşek wisa ku nekare pêdiviyên xwe bi cih bîne. Em weke girtiyên PKK û PAJK’î hîs dikin ku her roja derbas dibe şert û merc girantir dibin û hemû çalakî di şert û mercên ku tecrîd lê kûr bûye de tên kirin. Cihên ku em lê nefes distînin û didin, ku derê dibe bila bibe, em ti carî dest ji jiyana xwe ya azad û baweriya xwe ya ji yekîtiya wekhevî-azadiyê ya gelên xwe re bernadin. Em ê hewl bidin bi biryardariyeke mezin û asta partîbûneke hîn mezintir bibin layiqê Rêber Apo ku afirênerê van îdealên me ye.
Bi vê armancê em ê di navbera 27’ê Mijdarê û 15’ê Sibatê de Çalakiya Greva Birçîbûnê ya Dorveger lidar bixin. Em ê bi vê çalakiyê tevlîbûna xwe ya ji bo pêngava ‘Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî’ nîşan bidin. Her qadeke me ya girtîgehê wê plan û hejmara kom û roja çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya dorveger, li gorî şert û mercên xwe diyar bike. Kesên nexweş, kal û du sal ji bidawîbûna cezayên wan re mane, wê tevlî çalakiyê neyên kirin. Her wiha, li her devera ku em lê ne, wê li ser bingehê xisûsên di daxuyaniya me de û li gorî naveroka kampanyayê wê ji nûneriyên ji derve, saziyên mafên mirovan, nûneriyên medyayan re, partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl re nameyan binivîsîn. Em ê daxwaznameyan pêşkêşî Wezareta Edaletê bikin, di daxwaznameyan de tim û tim qala tecrîda li Îmraliyê bikin û bixwazin ku me jî veguhestînin Îmraliyê. Em ê ji Rêber Apo û hevrêyên xwe yên din ên li Îmraliyê re hîn zêdetir nameyan binivîsînin û berpirsyariyên CPT’ê li bîra wê bixin. Em ê li dadgehan tecrîdê şermezar û teşhîr bikin. Di pêvajoya çalakiyê de divê hemû hevalên me li gorî planê tevbigerin û divê teqez nekevin hewldana rêbaza çalakiya şexsî. Li ser vî esasî di serî de malbatên me, em bang li hemû dost, azadîxwaz û demokrasîxwazan dikin ku xwedî li kampanyayê derbikevin û bi hev re dîrokê binivîsînin. Bi vê wesîleyê em 27’ê Mijdarê salvegera 45’emîn a damezrandina partiya xwe PKK’ê bi pêngaveke nû ya berxwedanê pêşwazî dikin, bi hestê dilsoziyeke mezin Rêber Apo ku paradîgmaya jiyana azad diyarî gelên me kiriye silav dikin, şehîdên xwe yên leheng ku hejmara wan digihije 40 hezarî bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, soza xwe dubare dikin ku têkoşînê bi serketinê tacîdar bikin. Weke girtiyên PKK’î û PAJK’î em hemû hevrê û gelên xwe yên têkoşer, silav dikin û dibêjin ku salvegera 45’emîn a damezrandina partiya me PKK’ê li me hemûyan pîroz be.
Bi dirûşmeya ‘Gelê Azad, Neteweya Demokratîk’ ji hemû raya giştî ya demokratîk re silav, rêzdarî û hezkirinên xwe dişînin.”