Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Têkoşîn û berxwedana bêhempa ya 45 salan

PKK bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan di 45 salan de li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê mohra xwe li gelek têkoşîn, afirînerî û hilberînên guherîner da. Bi van danehevan îro bûye çavkaniya çareseriya pirsgirêkên Kurdistan û cîhanê.

Partiya Karkerên Kurdistanê 45 sal beriya niha li gundê Fîs yê navçeya Lîce ya Ameda bakurê Kurdistanê di dîroka Kurdistanê de rûpelek nû vekir. 27`ê Mijdara 1978`an Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ku dê rewşa kurdan ya siyasî, civakî, leşkerî û çandî biguherîne û piştre jî bandorê li Rojhilata Navîn bike, hat avakirin. PKK a ku bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan herikîna dîrokê guheriye, dikeve sala xwe ya 46`an. Bi wesîleya salvegera 45`emîn a damezrandina PKK’ê me hin qonaxên girîng ên dîroka têkoşîna wê dan hev.

Rêber Abdullah Ocalan ku PKK damezirand, di 4’ê Nîsana 1949’an de li gundê Amara yê navçeya Xelfetî ya Rihayê ji dayik bû. Di navbera salên 1957-1962’yan de li gundê Cibîn ê Xelfetiyê dibistana seretayî, di navbera salên 1962-65’an de dibistana navîn li Nîzîpê, dibistana amadehî jî di navbera salên 1965-1969’an de jî li Lîseya Tapo Kadastroyê ya Pîşeyî ya Enqereyê xwend. Di navbera salên 1969-1970’yî de Rêber Abdullah Ocalan salekê li xeta Amed-Peyas-Erxeniyê wek karmendê tapo-kadastroyê xebitî. Li wir fikra azadiya Kurdan nas kir. Di sala 1970-1971’ê de Rêber Abdullah Ocalan derbasî Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê bû û salekê xwend. Li wir şoreşger Mahîr Çayan nas kir û wek endamê Navenda Çanda Rojhilat a Şoreşger (DDKO) çalakî kirin. Di payîza 1971’an de li Fakulteya Zanistên Siyasî ya Enqereyê qeyda xwe çêkir.

* Di 7’ê nîsana 1972’yan de li Fakulteya Zanistên Siyasî ji bo şermezarkirina komkujiya Kizildereyê çalakiya boykotê pêk hat û belavok hatin belavkirin. Di çalakiyê de pêşengek jî Rêber Abdullah Ocalan bû û hate girtin, nêzî 7 mehan li Girtîgeha Mamakê ma.

* Di Newroza 1973’yan de, Rêber Abdullah Ocalan li peravên Bendava Çubuk a Enqereyê li gel 6 xwendekaran koma yekem ku dê bibe gava yekem a rêxistinkirina PKK’ê, civînek li dar xist. Fikra xwe ya “Kurdistan mêtingeh e” ji wê komê re rave kir û xebata komê da destpêkirin.

* Di çileya 1975’an de li şûna ADYOD’ê, Komeleya Perwerdeya Bilind a Enqereyê (AYOD) hat damezirandin û Rêber Abdullah Ocalan wek serokê wê hat hilbijartin.

* Di 1975`an de Rêber Abdullah Ocalan li gel yek ji endamên komê Mihemed Hayri Durmuş bernameya yekem a nivîskî ya komê nivîsand.

* Di şeva sersalê ya sala 1976’an de, Rêber Abdullah Ocalan ji bo awayê birêxistinbûna PKK’ê, cara pêşîn li Dîkmenê ya Enqerê civînek li dar xist. Di vê demê de kom wekî Koma Şoreşgerên Kurdistanê hatiye pênasekirin.

*Di sala 1976 ‘an de Alî Dogan Yildirim di encama qezayekê de şehîd dibe. Yildirim bû şehîdê yekem ê komê.

* Di 1976`an de li Enqereyê endamê komê Fevzî Aslansoy ji aliyê faşîstan ve hat qetilkirin. Merasîma cenazeyê Aslansoy bi awayekî girseyî li navçeya Pirsûs a Rihayê hat lidarxistin. Merasîm bû yekemîn çalakiya girseyî ya Koma Şoreşgerên Kurdistanê. Di wê çalakiyê de Mehmet Hayrî Durmuş, Kemal Pîr û Mustafa Gezgor jî di nav de, nêzî 40 şoreşger hatin girtin û ew birin zindana Amedê.

* Di 18’ê Gulana 1977’an de Hakî Karer li Dîlokê ji aliyê serokê koma provakator a sîxur “Stêrka Sor” Alaattîn Kapan ve hat qetilkirin.

* Di 16’ê adara 1978’an de faşîstan bombe avêtin nav xwendekarên Zanîngeha Teknîk a Stenbolê û di encama gulebaranê de 7 şoreşger hatin qetilkirin.

* Di 18-19’ê gulana 1978’an de li navçeya Hîlwanê ya Rihayê di êrîşekê de ku bi hevkariya çeteyên ‘Suleymanan’ û polîsên dewleta tirk li dijî koma şoreşger pêk hat, pêşengê ciwanên Hîlwanê Halîl Çavgun hat qetilkirin. Piştre li hember koma ‘Suleymanan’ li gorî tundiya şoreşgerî têkoşînê dest pê kir.

* Di 27’ê Mijdara 1978’an de li gundê Fîs ê navçeya Lîcê ya Amedê bi beşdariya 22 delegeyan Kongreya Damezirîner a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) pêk hat û PKK hat damezirandin.

* Di 2’yê Tîrmeha 1979’an de Rêber Abdullah Ocalan tevî Ethem Akcan di ser Pirsûsê re derbasî Kobanê bû.

* Di 10-15’ê Tîrmeha 1981’an de PKK’ê konferansa xwe ya yekemîn pêk anî.

* Ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Mazlûm Dogan di 21’ê Adara 1982’yan de li zindana Amedê ya rejîma faşîst-leşkerî ya 12’ê Îlonê bi şîara ‘Berxwedan jiyan e’ çalakî li dar xist û şehîd bû.

* Di 1’ê Gulana 1982’yan de di encama êrîşa balafirên Îsraîlê de Abdulkadîr Çubukçu yê ji Êlihê li kampeke li Beyrûdê şehîd bû. Şehîdê destpêkê yê PKK’ê yê li qada Lubnan-Filistînê bû.

* Di 17’ê Gulana 1982’yan de Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Eşref Anyik û Mahmût Zengîn ku xeta Hakî Karer û Mazlûm Dogan dişopand, li zindana Amedê bi hev re bedena xwe da ber agir û şehîd bûn. Ev çalakî wekî ‘Şeva Çaran’ di dîrokê de cihê xwe girt.

* Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmeha 1982’yan ji aliyê girtiyên PKK’yî ve bi pêşengiya Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilman û Alî Çîçek li zindana Amedê dest pê kir. Kemal Pîr di 7’ê Îlona 1982’yan de, Mehmet Hayrî Dûrmûş di 12’ê Îlona 1982’yan de, Akîf Yilmaz di 15’ê Îlona 1982’yan de û Alî Çîçek jî di 17’ê Îlona 1982’yan de şehîd bûn.

* Di 2’yê Gulana 1983’yan de endamên Komîteya Navendî ya PKK’ê û serokê Komîteya Leşkerî ya Navendî Mehmet Karasûngûr û Îbrahîm Bîlgîn li Başûrê Kurdistanê dema ku xebatên yekîtiyê didan meşandin ji aliyê hêzên başûrî ve hatin qetilkirin.

* Di 15’ê Tebaxa 1984’an de bi pêşengiya fermandar Egîd (Mahsûm Korkmaz) û Gozluklu Alî (Abdullah Avcı) li Erûh û Şemzînanê li dijî dagirkeriya Tirk şerê çekdarî hat destpêkirin. Ev hemle wekî ‘guleya yekem’ a li dijî mêtingeriyê û wekî çalakiya şoreşgerî ya tevgera civakî derbasî dîrokê bû. Di vê çalakiyê de hêzên leşkerî yên PKK`ê bi navê Hêzên Berxwadana Kurdistanê (HRK) hat îlankirin.

* Di 21’ê Adara 1985’an de eniya rêxistinkirina civakê bi navê ERNK (Eniya Rizgariya Neteweyî ya Kurdistanê) bi daxuyaniyeke çapemeniyê ji raya giştî ya cîhanê re hat ragihandin.

* Di 28’ê Adara 1986’an de fermandarê Pêngava Gerîla ya 15’ê Tebaxê Egîd (Mahsûm Korkmaz) li çiyayê Gabarê şehîd bû.

* Di 25’ê Gulana 1983’yan de artêşa tirk bi hêzeke nêzî 10 hezar leşkerî 5 km derbasî herêma di navbera Zaxo û Amêdiyê de bû û yekemîn êrîşa dagirkeriyê li ser xaka Başûrê Kurdistanê da destpêkirin.

* Di 27’ê Gulana 1984’an de artêşa tirk li başurê Kurdistanê bi navê “Operasyona Şopandinê” êrîş pêk anîn.

 

* Di 25-30’ê cotmeha 1986’an de PKK’ê di kongreya xwe ya sêyemîn de ARGK (Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistanê) îlan kir.

* 3’yê adara 1987’an 30 balafirên şer ên artêşa Tirk bi navê ‘operasyona hewayî ya derveyî sînor’ qadên ku gerîlayên ARGK’ê lê bûn bombebaran kirin.

* Di navbera 31’ê cotmeh û 1’ê mijdara 1987’an de PKK’ê li gorî biryarên kongreya 3’yemîn, li Ewropayê kongreya jinan li dar xist û Yekitiya Jinên Welatparez ên Kurdistanê (YJWK) hate avakirin.

* Di sala 1987’an de YCK (Yekitiya Ciwanên Kurdistanê) hat avakirin.

* Di 5’ê Tebaxa 1991’an de dewleta tirk bi navê “Operasyona Malaştinê” sînorê Başûr derbas kir û êrîş bire ser herêma Xakûrkê.

* Di 10-11’ê Tebaxa 1991’an de YJWK di kongreya xwe ya sêyemîn de TAJK (Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê) ragihand.

* 6’ê Gulana 1992’yan artêşa tirk li herêma Behdînanê dest bi êrîşên mezin ên bejahî kir.

* Di 11’ê Cotmeha 1994’an de dewleta tirk a dagirker bi navê “Operasyona Rojê” li dijî şervanên azadiyê yên Kurd êrîş dan destpêkirin.

* PDK ku di şerê 2’yê cotmeha 1992’yan de ji aliyê Tevgera Azadiyê ya Kurd ve hat têkbirin, di 19’ê Adara 1995’an de bi pêşengiya artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê bi navê “Operasyona Çakûç” li dijî gerîlayên PKK’ê dest bi êrîşeke nû kir.

* Di 24’ê cotmeha 1992’yan de fermandar Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Karataş) li dijî xiyaneta PDK’ê heta guleya dawîn li ber xwe da û ji bo dîl neyê girtin, xwe ji zinarekî avêt û şehîd bû. Têkoşîna şehîd Bêrîtan wekî xeta azadiya jin û tevgerê hat pênasekirin.

* Dewleta Tirk di 19’ê Adara 1995’an de li xeta Heftanîn, Metîna, Zap û Zagrosê dest bi “Operasyona Polayî” kir. Li gorî bîlançoya şer a ji aliyê ARGK’ê ve hat aşkerakirin, di êrîşa dagirkeriyê ya heta 2’yê Gulanê de herî kêm 800 leşkerên Tirk hatin kuştin.

* Di 8-28’ê çileya 1995’an de PKK’ê di kongreya xwe ya 5’emîn de ala xwe guherand (li şûna çakûç û das, sembola meşaleyê). Konseya serokatiyê hat avakirin.

* Di 8-19’ê adara 1995’an de Kongreya Jinên Azad a Yekemîn li Mêtinayê pêk hat û YAJK (Yekitiya Azadiya Jinên Kurdistanê) hat îlankirin. Li ser vê bingehê biryar hate dayîn ku yekitiyên jinan ên xweser werin avakirin.

* PDK û YNK’ê di 11’ê Tîrmehê de li bajarê Dublînê yê Îrlandayê di bin çavdêriya DYA û dewleta Tirk de peymaneke li dijî PKK’ê îmze kir. PKK’ê jî li hemberî vê plangeriyê têkoşîn meşand û ji 26’ê Tebaxê heta 3’yê Kanûna 1995’an plangerî têk bir. Di encama vê têkoşînê de li Behdînanê qadeke rizgarkirî ava kir. Navê wê bû “Şerê Başûr ê Duyemîn”. Pêngav bi agirbestê bi dawî bû.

* Di 6’ê adara 1996’an de artêşa tirk ji bo êrîşa dagirkeriyê ya bi navê “Operasyona Atmacayê” êrîşî xeta Zap û Heftanînê kir.

* 6’ê gulana 1996’an êrîşeke berfireh a leşkerî (sûîqest) li dijî Rêber Abdullah Ocalan hat kirin. Kamyoneke bi 500 kîlo teqemenî dagirtî li ber dibistana partiyê hat teqandin. Bi vî rengî agirbest bi dawî bû.

* Di 30’ê hezîrana 1996’an de Zîlan (Zeynep Kinaci) li Dêrsimê çalakiya fedayî ya yekem pêk anî. Ev çalakî nîşaneya pêvajoyê bû, rêya derketina ji astengbûna taktîk nîşan dide. Rêber Abdullah Ocalan got “Zîlan fermandar e, em şervanên wê ne.” Ev çalakî jî wekî xeta Zîlan di dîrokê de cihê xwe girt.

* Di 14’ê gulana 1997’an de bi navê “Balyoz” de li Başûrê Kurdistanê dewleta Tirk û hêzên PDK’ê êrîşên dagirkeriyê dan destpêkirin.

* Di 14’ê gulana 1997’an de tifaqa dewleta Tirk-PDK’ê ji bo têkbirina Navenda ARGK’ê ya li Zapê dest bi êrîşa bi navê “Operasyona Çakûç” kir.

* Di 16’ê gulana 1997’an de bi dehan gerîlayên PKK’ê yên birîndar, rojnamevan, hunermend û bijîşk ên ku li Hewlêrê dihatin dermankirin ji aliyê PDK’ê ve bi awayekî hovane hatin qetilkirin.

* Di 17’ê îlona 1998’an de di navbera Celal Talebanî, Mesûd Barzanî, M. Albreight (wezîra karên derve ya DYA’yê) de li ser bingeha Komploya Navneteweyî û derxistina PKK’ê ji Başûrê Kurdistanê, Peymana Washingtonê hat îmzekirin.

* Di 25’ê îlona 1997’an de tifaqa dewleta tirk-PDK’ê bi navê “Operasyona Berbangê” li hemberî herêma sînor a başûrê Kurdistanê dest bi êrîşeke berfireh kir. Di dema van êrîşan de Zeynep (Gurbetellî Ersoz) û koma wê êvara 8’ê cotmehê di navbera Zap û Garê de şehîd bûn.

* Li ser esasê peymana dewleta tirk û PDK’ê, artêşa Tirk di Gulana 1998’an de li Başûrê Kurdistanê bi navê “Operasyona Murat” li dijî PKK’ê dest bi êrîşê kir.

* Serhildan (Sema Yuce) ku 17’ê hezîrana 1998’an li zindanê bi gotina “Li ezmanan du roj nabin” xwedî li Rêber Abdullah Ocalan derket û li dijî tasfiyekariyê helwest nîşan da, 17’ê hezîranê piştî ku agir berda bedena xwe, şehîd bû.

* Di 9’ê cotmeha 1998’an de bi derketina Rêber Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê re pêvajoya Komploya Navneteweyî dest pê kir.

* Di 9’ê cotmeha 1998’an de Mehmet Halît Oral li zindana Elbistanê li dijî Komploya Navneteweyî bi dirûşma “Hûn nikarin rojê me tarî nikin” bedena xwe da ber agir. Piştre bi dehan welatparêz û kadroyên PKK’ê agir berda bedena xwe.

* Di 15’ê Sibata 1999’an de Rêber Abdullah Ocalan li Kenyayê dîl hate girtin û radestî dewleta Tirk kirin. Li her dera cîhanê û Kurdistanê gel rabû ser pêyan.

* Di gulana 1999’an de artêşa Tirk bi pêşengiya PDK’ê li Başûrê Kurdistanê bi navê “Operasyona Sandwîç” de êrîş pêk anîn.

* Di 2’yê tebaxa 1999’an de Rêber Abdullah Ocalan ji bo agirbesteke bêdem bang kir ku ji 1’ê Îlona 1999’an ve dest pê bike û xwestibû gerîla vekişin Başûrê Kurdistanê.

* Di 2’yê çileya 2000’î de PKK’ê di kongreya 7’an de navê ARGK’ê kir HPG’ê (Hêzên Parastina Gel) û navê ERNK’ê hat rakirin û hat plankirin ku tevgera girseyî bê organîzekirin.

* Di 29 tîrmeh-21 Tebaxa 2000’î de di Kongreya Jinên Azad a 3’yemîn de Partiya Jina Azad (PJA) hat avakirin.

* Di 7’ê hezîrana 2002’yan de fermandar Gulan (Fîlîz Yerlîkaya) bi komployekê şehîd bû.

* Di 4-10’ê nîsana 2002’yan de di kongreya 8’an de navê PKK’ê wek KADEK (Kongreya Azadî û Demokrasiyê ya Kurdistanê) hat guherandin.

* Meclisa KADEK’ê di 1’ê îlona 2002’yan de li Xinêrê kom bû û biryar da ku li gorî daxwaza Rêber Abdullah Ocalan ‘Herêmên Parastinê yên Medyayê’ îlan bike.

* Di sala 2003’yan de di pîrozbahiyên 15’ê Tebaxê de ji Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê Erdal (Engîn Sîncer) di encama qezayekê de şehîd bû.

* Di cotmeha 2003’yan de Kongreya Gel di kongreya damezirîner de hat îlankirin.

* Piştî bêçalakîtiya 5 salan ku sala 1999’an dest pê kir, PKK’ê biryar da ku têkoşîna xwe ya siyasî-leşkerî di 1’ê Hezîrana 2004’an de bidomîne. Ev wek pêngava duyemîn a 15’ê Tebaxê hat naskirin.

* Di 17’ê hezîran-2’yê tîrmeha 2004`an 5`mîn Kongreya Jinên Azad de navê PJA wekî PAJK (Partiya Azadiya Jinên Kurdistan) guhertin.

* 29’ê mijdara 2004’an di encama komployekê de li Mûsilê Şîlan Bakî, Fûat, Ciwan Kobanê, Zekeriya û Cemîl ku endamên Komîteya Navendî ya PKK’ê û KADEK’ê, di encama êrîşeke de şehîd bûn.

* Di 21’ê adara 2005’an de Rêber Abdullah Ocalan bi armanca îlankirina Pergala Konfederalîzma Demokratîk (KCK) re danezanek weşand.

* Di 7-18’ê nîsana 2005’an de KJB (Koma Jinên Bilind) hat ragihandin. Li ser bingeha nêrîna Rêber Abdullah Ocalan piştre navê KJB’ê bû KJK.

* Di 1’ê sibata 2006’an de Viyan Soran (Leyla Walî Hisên) ji bo şermezarkirina komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li Heftanînê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

* Di 25’ê adara 2006’an de 14 gerîlayên HPG’ê yên ku li dijî êrîşên dewleta Tirk 2 rojan li qada Şenyayla ya Mûşê li ber xwe da, di encama bikaranîna çekên kîmyewî de şehîd bûn. Merasîma cenazeyên gerîlayan li tevahî Bakurê Kurdistanê veguherî serhildaneke ku hefteyekê dom kir.

* Artêşa tirk di 21’ê Sibata 2008’an de li herêma Zapê bi navê “Operasyona Rojê” dest bi êrîşê kir. Li hemberî êrîşan gerîlayên azadiyê berxwedaneke dîrokî ya 8 rojan nîşan da û artêşa Tirk neçar ma vegere. Ev berxweda wek Destana Zapê ket nava rûpelên dîrokê.

* Di 9’ê gulana 2009’an de hikumeta Îranê Şîrîn Elemhûlî, Ferzad Kemanger û 3 girtiyên din bi hinceta ku endamên PJAK’ê ne, bi dar ve kirin.

* Piştî hevdîtinên bi heyeta dewletê re ku çûbû Îmraliyê, Rêber Abdullah Ocalan gotibû ku di siyaseta demokratîk de astengiyeke cidî heye û ji Komên Aştiyê xwest ku werin Tirkiyeyê û rê li ber pêvajoyê vekin. Koma Aştî û Çareseriya Demokratîk ku ji 34 kesên ji Qendîl û Maxmûrê 19’ê Cotmeha 2009’an çûn Tirkiyeyê.

* Di 19’ê tîrmeha 2012’yan de çirûska yekemîn a şoreşa Rojava hate pêxistin. Şoreş wekî encamek fikrên Rêber Abdullah Ocalah hat pênasekirin.

* Yek ji damezrênerên PKK`ê Sakîne Cansiz (Sara) 9’ê çileya 2013’an li Parîsê tevî şoreşger Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ji aliyê îstixbarata Tirk ve hatin şehîdxistin.

* Dema ku çeteyên DAIŞ`ê 15`ê îlona 2014`an bi desteka dewleta tirk êrîşî Kobanê kir, gerîlayên PKK`ê mudaxele kirin û berxwedana ku dê li cîhanê deng vebide û ji bo yekitiyê bibe gaveke girîng nîşan da.

* 3`yê tebaxa 2014`an çeteyên DAIŞ`ê bi awayekî hovane êrîşî Şengalê kir, li ser vê yekê gerîlayên PKK`ê yekser mudaxele kirin û bi sed hezaran mirov ji komkujiyê xilas kirin û bingeha avakirina sîstema xwerêveberiyê ava kir.

* Di 30’ê cotmeha 2014’ an de Desteya Ewlekariya Millî ya Tirk (MGK) yek ji civînên herî dirêj ên dîroka xwe (10 saetan) pêk anî û biryar da ku ‘Plana Têkbirinê’ li dijî Kurdan û Tevgera Azadiyê bi cih bîne.

* 24’ê Tîrmeha 2015’an li gorî civîna MGK’ê û biryarên ku hikumeta AKP’ê dane, êrîşeke berfireh li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dest pê kir. Pêvajoya ku di 2013’an de bi hevdîtinên li gel Rêber Abdullah Ocalan re dest pê kiribû, bi vê êrîşê re bi awayekî fermî qediya.

* Di 2’yê tebaxa 2015’an de li Sûr, Nisêbîn, Cizîr, Şirnex û Geverê li hember êrîşên dewleta Tirk berxwedana Xwerêveberiyê hat meşandin. Di vê berxwedanê de bi sedan kes hatin qetilkirin û cih û warên sivîlan hatin bombebarankirin.

* Dewleta tirk a dagirker 28’ê Gulana 2019’an bi navê “Operasyona Pençeyê” êrîşî herêma Xakûrkê kir.

* Artêşa tirk a dagirker di 15’ê Hezîrana 2020’an de bi navê “Operasyona Pençe-Baz” bi awayekî hemwext Şengal, Mexmûr, Zap, Heftanîn, Avaşîn, Qendîl û Derabî bombebaran kirin. Tevî teknîka çekan a pêşketî jî artêşa tirk têk çû, serkeftina berbiçav a gerîlayan di dîroka berxwedanê ya gelê Kurd de bi navê “Cenga Heftanînê” bi ser ket.

* Di sibeha 10’ê sibata 2021’an de dewleta Tirk di operasyona dagirkeriyê de ku li Garê bi navê “Pençe-Baz 2” da destpêkirin, zêdetirî 40 balafir, bi dehan helîkopter, balafirên bêmirov ên biçek, gelek leşker û hêzên taybet bi kar anîn. Artêşa Tirk a dagirker tevî êrîşên xwe jî bi pêş ve neçû û şeva 13’ê Sibatê neçar ma bireve.

* Artêşa tirk a dagirker di 24’ê nîsana 2021’an de bi navê “Pençe-Brûsk” û “Pençe-Beledî” êrîş bir ser Herêmên Parastinê yên Medyayê.

* Di 17’ê nîsana 2022’yan de li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşeke nû ya dagirkeriyê dest pê kir. Armanca vê êrîşê ku dewleta Tirk jê re “Pençe Kilîd” dibêje; dagirkirina Zapê bû.

* Di şeva 26’ê îlona 2022’yan de gerîla Sara Tolhildan Goyî (Dilara Urper) û Rûken Zelal (Feremez Hisên) li dijî mala polîsan a li Mezîtlî ya Mêrsînê çalakiyeke fedaî li dar xist.

* Di 18’ê cotmeha 2022’yan de HPG’ê dîmenên 2 gerîlayên ku li Qada Berxwedanê ya Werxelê ya Avaşînê rastî êrîşa kîmyewî ya dewleta Tirk a dagirker hatibûn, weşandin.

* 1’ê cotmeha 2023’yan saet di 09:30’an de, Rojhat Zîlan (Ozkan Şahîn) û Erdal Şahîn (Hasan Ogûz) ên endamên Tabûra Nemiran, li dijî Wezareta Karên Hundir a Tirk a li Enqereyê çalakiyeke fedaî pêk anî.

* Êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin. Li gorî bîlançoya şerê meha Cotmehê ya HPG’ê, di 278 çalakiyên gerîla de 205 leşkerên tirk ên dagirker hatine kuştin û gelek alavên leşkerî hatine îmhakirin.

* Di dîroka 45 salên têkoşînê de PKK’ê her ji bo çareseriya pirsgirêkan jî hewldan kirine. Di vê çarçoveyê de li ser pêşniyarên Rêber Abdullah Ocalan 8 caran agirbesta yekalî (1993, 1995, 1998, 1999, 2006, 2009, 2010, 2013) hat îlankirin, lê her carê dewleta dagirker bi êrîş û plangeriyan bersiv da.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar