Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Girtî ji bo Rêber Apo dest bi greva birçîbûnê kirin

Girtiyên PKK-PAJK’ê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” de heta 15 sibatê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger kirin.

Pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” a di 10’ê cotmehê de li seranserê cihanê hatibû destpêkirin her ku diçe berfireh dibe. Girtiyên PKK-PAJK’ê yên di girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de tên ragirtin, duh bi daxuyaniyekê ragihandibûn ku di çarçoveya pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dest bi greva birçîbûnê ya dorveger dikin. Çalakî duh dest pê kir. Greva birçîbûnê ya dorveger dê heta 15’ê sibata 2024’an bidome.

Girtiyên PKK-PAJK’ê di daxuyaniya dabûn de armanca xwe wiha vegotibûn:

“Di navbera 27’ê Mijdarê û 15’ê Sibatê de Çalakiya Greva Birçîbûnê ya Dorveger lidar bixin. Em ê bi vê çalakiyê tevlîbûna xwe ya ji bo pêngava ‘Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî’ nîşan bidin. Her qadeke me ya girtîgehê wê plan û hejmara kom û roja çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya dorveger, li gorî şert û mercên xwe diyar bike. Kesên nexweş, kal û du sal ji bidawîbûna cezayên wan re mane, wê tevlî çalakiyê neyên kirin. Her wiha, li her devera ku em lê ne, wê li ser bingehê xisûsên di daxuyaniya me de û li gorî naveroka kampanyayê wê ji nûneriyên ji derve, saziyên mafên mirovan, nûneriyên medyayan re, partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl re nameyan binivîsîn. Em ê daxwaznameyan pêşkêşî Wezareta Edaletê bikin, di daxwaznameyan de tim û tim qala tecrîda li Îmraliyê bikin û bixwazin ku me jî veguhestînin Îmraliyê. Em ê ji Rêber Apo û hevrêyên xwe yên din ên li Îmraliyê re hîn zêdetir nameyan binivîsînin û berpirsyariyên CPT’ê li bîra wê bixin. Em ê li dadgehan tecrîdê şermezar û teşhîr bikin. Di pêvajoya çalakiyê de divê hemû hevalên me li gorî planê tevbigerin û divê teqez nekevin hewldana rêbaza çalakiya şexsî. Li ser vî esasî di serî de malbatên me, em bang li hemû dost, azadîxwaz û demokrasîxwazan dikin ku xwedî li kampanyayê derbikevin û bi hev re dîrokê binivîsînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar