Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Greva birçîbûnê li 104 girtîgehan didome

Hevserokê Şaxa ÎHD'a Enqereyê Omer Farûk Yazmaci daxuyand ku greva birçîbûnê ya bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî” li 104 girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê didome û wiha got: “Li gel ev qasî derfetên kêm jî girtî dîsa dibin dengê civakê. Divê em bibin bersiv ji vê bangê re.”

Girtiyên PKK û PAJK’ê yên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê tên ragirtin di 27’ê Mijdarê de roja damezrandina PKK’ê de bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger ku wê heta 15’ê Sibatê berdewam bike, kirin. Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê Omer Faruk Yazmaci têkildarî çalakiyê de agahî da û ragihand ku li Anatolyaya Navîn li 21 bi giştî jî li 104 girtîgehan greva birçîbûnê destpê kiriye.

Yazmaci anî ziman ku daxwazên girtiyan zelal in û wiha got: “Girtî dibêjin tecrîda li ser birêz Ocalan li civakê belav bûye û ji ber vê yekê azadiya birêz Ocalan di heman demê de çareserkirina meseleya kurd e. Ji ber vê yekê ev çalakî, ji bo rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan û çareserkirina meseleya kurd in.” Yazmaci diyar kir ku li gel greva birçîbûnê, girtiyan daxwazname û name ji saziyên fermî yên neteweyî û navneteweyî yên xwedî raye re jî şandine.

Di nava derfetên kêm de jî dibin dengê civakê

Di berdewamiya axaftina xwe de Yazmaci diyar kir ku divê her kes piştgiriyê bide çalakiyên li girtîgehan hatine destpêkirin û bilêv kir ku girtiyên ku bi wan hevdîtin re kirine gotine ku ger daxwazên wan pêk bên dê çalakiya xwe bi dawî bikin wiha domand: “Em mecbûr in bibin dengê girtiyan. Divê her kes di vî warî de bi berpirsyarî rabe. Tecrîda girankirî ya li ser girtiyan ji pêvajoya koronayê ve ketiye meriyetê. Bêpêwendîtî li girtiyan tê ferzkirin. Ji pêwendiya mirovî bêpar tên hiştin. Tecrîd tê sepandin. Li gel ev qasî derfetên kêm jî girtî dîsa dibin dengê civakê. Divê em bibin bersiv ji vê bangê re.”

Yazici diyar kir ku girtiyan li 21 girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kiriye. Yazici girtîgehên ku grev lê dest pê kirine ragihandin:

* Girtîgeha Hejmara 1 a Afyonkarahîsarê

* Girtîgeha Tîpa T a Bolvadînê

* Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê

* Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê

* Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê

* Girtîgeha Eregliyê

* Girtîgeha Tîpa T a Eskîşehîrê

* Girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayseriyê

* Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 a Bunyan a Kayseriyê

* Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Bunyan a Kayseriyê

* Girtîgeha Tîpa F a Hacilar a Kirikkaleyê

* Girtîgeha Jinan a Sîncanê

* Girtîgeha Hejmara 1 a Sîncanê

* Girtîgeha Hejmara 2 a Sîncanê

* Girtîgeha Tîpa T a Çorûmê

* Girtîgeha Tîpa T a Sûngûrlû ya Çorûmê

* Girtîgeha Hejmara 1 a Yozgatê

* Girtîgeha Hejmara 2 a Tîpa T a Yozgatê

* Girtîgeha Tîpa T a Karabukê

* Girtîgeha Tîpa T a Tokatê

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar