Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an vir ve di Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê de di bin tecrîda mutleq de tê ragirtin. Ji 25’ê adara 2021’ê ve tu agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Ji bo tecrîda mutleq a li Îmraliyê wekî hincet “cezayên dîsîplînê” yên hinceta wan nayên diyarkirin, tên nîşandan. Ji bo agahî ji Rêber Apo bê girtin û ji bo azadiya fizîkî çalakiyên cihê reng tên lidarxistin.
Siyasetmedar, rewşenbîr, parêzvanên mafên mirovan, rojnamevan û saziyên sivîl di 10’ê octmehê de pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” zêdetirî 100 navendên cuda yên cîhanê dan destpêkirin. Pêngava azadiyê li seranserê cihanê berfireh bû. Her dawî Girtiyên PKK û PAJK’ê yên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê tên giritn jî di 27’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin.
Ji rêveberên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) a Wanê Veysî Guneş tecrîda li Îmraliyê nirxand. Guneş diyar kir ku tecrîd ji komploya navdewletî heya niha dewam dike û got: “Tişta herî dawî divê were gotin, divê mirov pêşî bibêje; Hewl dan ku di navbera gelê kurd û heqîqetê de mesafeyeke mezin çêbikin. Bi komployê hewl dan ku têkiliya kurdan ya bi heqîqetê re qut bikin. Bi girtina birêz Ocalan re hewl dan ku têkiliya kurdan bi heqîqetê re qut bikin.”
‘Hewl didin heqîeta kurdan ji holê rakin’
Guneş nirxandina Abdullah Ocalan ku gotibû “Çi dikin bila bikin lê dê têkiliya di navbera kurdan û Ocalan de qet qut nebe” bi bîr xist û wiha got: “Ev heqîqet xwe ferz dike. Xwedîderketina ku ji bo tu rêberekî nebûye, îro ji bo birêz Ocalan pêk hatiye. Bi sedan kesan ji bo wî agir berdan bedena xwe û bi sedan kes jiyana xwe ji dest dan. A rast ev, tê wê wateyê ku di navbera Ocalan û kurdan de têkiliyeke xurt heye. Sedema bingehîn a pêkanîna tecrîdê ya bênavber jî, jiholêrakirina lêgerîna heqîqetê ya kurdan e.”
Guneş destnîşan kir ku tecrîd sûcê dijî mirovahiyê ye û wiha pêde çû: “Armanca vê tecrîdê tunekirina têkoşîna aştî û demokrasiyê ya Abdullah Ocalan e. Di şexsê birêz Ocalan de tecrîdeke ferdî tune ye. Tecrîda ku di şexsê Ocalan de tê meşandin, îro di qadên çandî, siyasî û hiqûqî de jî xwe dide der. Bi van polîtîklayan dixwazin kurdan entegreyî pergalê bikin.”
‘Sedema tecrîdê bêstatuhiştina kurdan e’
Guneş da zanîn ku desthilat dizane ku kurd çareserî û aştiyeke bêyî Rêber Apo qebûl nakin û got: “Mimkun e ku mirov bibêje sedema bingehîn a polîtîkaya tecrîdê ya bi vî rengî ya bi awayekî hovane li ser Ocalan tê meşandin, bêstatûhiştina kurdan e. Sedema bingehîn a tecrîdê, bêstatuhiştina kurdan e. Ger ev gel, li ser esasekî rast pêwendiyê bi birêz Ocalan re deyne, dê aştî zûtir bê. Divê dewlet pêşî li ber vê negire. Ji bo tenduristiya birêz Ocalan fikar hene û divê dewlet bi awayekî qesdî pêşî li ber van hevdştinan negire. Meşa dawî ya Gemlîkê mînakek bû di warê têkbirina polîtîkayên dewletê de. Gelê kurd û gel, bi daxwaza azadiya fizîkî ya birêz Ocalan çalakiyan li dar dixin.”
‘Divê Abdullah Ocalan daxilî pêvajoyê bibe’
Guneş da xuyakirin ku divê parêzer, hunermend, rewşenbîr, siyasetmedar û rêxistinên girseyî yên demokratîk li hemberî tecrîda li ser Abdullah Ocalan hestiyar bin û wiha pê de çû: “Nêzîkatiya li hemberî birêz Ocalan, nêzîkatiya li hemberî meseleya kurd, nêzîkatiya li statuya kurdan e. Nêzîkatiya li demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ye. Gava mirov li pêkanînên antîdemokratîk ên Tirkiyeyê mêze dike, a rast tê dîtin ku ev rengvedana Girtîgeha Îmraliyê ye. Hemû pêkanînên dijdemokratîk ên li Îmraliyê tên meşandin, niha li ser hemû girtîgehan û rêxistinên girseyî yên demokratîk vediguhere polîtîkayekê. Ji bo vê jî divê her kes xeteke çalakiyê ya ku azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan têxe rojevê diyar bike. Me dît ku gava birêz Ocalan daxilî pêvajoyê hat kirin, bê xeteke aştiyê ya çawa çêbû.”
Guneş bal kişand ser serlêdanên parêzer, baro û siyasetmedaran ên ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re û diyar kir ku serlêdan nehatine bersivandin. Guneş diyar kir ku ji bo tecrîdê bînin rojevê hin hewldanên komeleya wan jî hene û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di vê çarçoveyê de em her meh bultena tecrîdê diweşînin. Her wiha em ê car din serî li baro, TBB û Wezareta Dadê bidin. Yekîtiya Baroyan û Wezareta Dadê bi pir bi awayekî teknîkî li pergala tecrîdê mêze dikin. Mafekî rewa tê astengkirin, lê ew wekî bûyereke hêsan lê mêze dikin. Lê em ê xebatên bi bandortir bikin.”