Rojnameger û edîtorê beşa erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmed di 1’ê cotmehê de ji bo serdanê çû cem malbata xwe ya li taxa Şêx Meqsûd a Helebê. Ehmed, di 25’ê cotmehê de xwest bi ser deriyê Sêmalka re derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bibe. Lê li vir ji hêla hêzên PDK’ê ve hate revandin û ev 36 rojin agahî jê nayê girtin. Hefteyek piştî windabûna Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê daxuyaniyek da û îdia kir ku “Silêman Ehmed rojnameger nîne.” Bi vê daxuyaniyê li xwe mikûr hat ku Ehmed ji hêla wan ve hatiye binçavkirin. Tevî hemû hewldanên parêzer û malbata Ehmed jî asayîş nahêle tu kes pê re hevdîtinê bike.
Parêzera rojnameger Ehmed, Nerîman Ehmed ji nûçegihana MA’yê Zeynep Durgut re axivî. Nerîman Ehmed diyar kir ku weke parêzer li ser daxuyaniya asayîşa Dihokê serî li Dozgeriya Dihokê da û wiha axivî: “Piştre em li tevahiya Asayîşa Dihokê geriyan. Ji me re gotin; ‘Li vir nîne û hûn nikarin bi fermî dosyaya wî bibînin û hevdîtinê bi wî re bikin.’ Piştre em çûn gel dozgeriyê û me daxwaz kir ku Silêman bibînin. Dozgeriyê biryar da ku em hem dosyaya wî bibînin hem jî bi fermî bibînin. Lê asayîşa Dihokê biryara dozgeriyê jî binpê kir û nehiştin em bibînin. Piştre ji me re gotin li vir nîne. Lê hikûmet dibêje li wir e. Kesên ku li gel wî di binçavan de mane wan agahî dane me ku Silêman Ehmed heta ku kîjan xurfê de jî tê girtin. Lê dîsa jî ssayîşa Dihokê destûr nade ku em biçin bibînin. Ev tiştê ku Asayîşa Dihokê dike, neqanûnî ye. Yek ji hinceta wan ew bû ku digotin,’hê betlane xelas nebûye.’ Lê tiştekî wisa tune ye. Li gorî qanûnên hikûmeta Iraqê û başûrê Kurdistanê, di nava çar seatan de keseke ku tê binçavkirin divê ku bi parezerê xwe re hevdîtinê bike.”
Di berdewamê de parêzer Ehmed bi lêv kir ku di vê pêvajoyê de xwedîderketina li rojnameger Ehmed girîng e û axaftina xwe bi vê bangê bi dawî kir: “Em bang li hemû hêzên siyasî û rojnamegeran û sazî û dezgehên navneteweyî dikin ku vê bêhiqûqiyê ku PDK û asayişa wê dike bi dawî bikin. Divê vê bêhiqûqtiyê hem şermezar bikin hem jî daxwaz bikin ku di zûtirin demê de rojnameger Silêman Ehmed berdin. Heke ku sûcek kiribe jî divê ne asayîş, polîs bi vê meseleyê re eleqeder bin. Mafê asayîş û parastinê nîne ku li ser dosyaya wî bisekinin. Heke ku sûceke mezin jî bike divê ku li gorî qanûnan tevbigerin. Ev 36 roj in tişta ku li dijî Silêman tê kirin derqanûnî ye.”