Paradîgmaya civaka demokratîk, azadîxwaziya zayendî û ekolojîk ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 25 sal in li zindana Îmraliyê dîl tê girtin û nêzî 33 meh in tu agahî jê nayê girtin, belavî gelên cîhanê dibe. Tevgera Potere al Popolo a Îtalyayê yek ji tevgerên ku di lêgerîna ji rizgarbûna krîzên modernîteya kapîtalîst de paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çavkanî digire ye.
Di navbera 17-19’ê mijdarê de li bajarê Basel ê Swîsreyê ji aliyê Akademiya Modernîteya Demokratîk ve bi sernavê “Hunera Azadiyê-Birêxistinbûn û Stratejiyên Berxwedanê yên Kolektîf” konferansek hat lidarxistin. Konferans nûnerên gelek rêxistinên ji Ewropa, Afrîka, Latîn Amerîka, Asyayê û nêzî 200 kesên ji gelên cuda anî ba hev.
Di konferansê de krîza modernîteya kapîtalîst, rêyên çareseriya krîzê û perspektîfên çareseriyê hatin nîqaşkirin. Her wiha li ser dagirtina valahiya navbera tevgerên civakî yên li parzemînên cuda, berfirehkirina perspektîfên hevpar û xetên berxwedanê yên stratejîk nîqaşên girîng hatin kirin. Di navenda nîqaşan de girîngiya paradîgmaya civaka demokratîk, azadîxwaziya zayendî û ekolojîk ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hebû.
Têkîldarî konferansa Modernîteya Demokratîk, girîngiya paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gelan, şert û mercên tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” em bi nûnerê Tevgera Potere al Popolo a Îtalyayê Maurîzîo Coppola ku beşdarî konferansê bûye re axivîn.
‘Paradîgmaya Abdullah Ocalan dibe çavkanî’
Coppola diyar kir ku paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di navenda nîqaşên konferansê de bû û wiha got: “Me di nava rêxistinê xwe de û bi hevalên xwe re nivîsên Abdullah Ocalan ên bi zimanê Îtalî û zimanên din hatine wergerandin, xwend. Nivîsên Abdullah Ocalan û paradîgmaya wî ji bo me dibe çavkaniya îlhamê. Îlhameke ku çavkaniya xwe ji têkoşîna rizgariya gelê Kurd a li dijî zextên mêtînkar û emperyalîst digire.”
Maurîzîo Coppola wiha berdewam kir: “Em dizanin ku ne pêkan e fikreke ku li xaka Kurdistanê hatiye pêşxistin kopî bikin û bi têgehê xwe ve girê bidin. Belê, ramanên Abdullah Ocalan ji bo me çavkaniya îlhamê ye. Em bi saya van ramanan fêr dibin ku hizrên xwe nû bikin. Lê her tim girîng e ku nêzîkatiyeke rexnegir jî bipejirînin. Gelo pêkan e paradîgmaya Abdullalh Ocalan bigirin û bi awayek hêsan li Îtalyayê pêk bînin? Em di wê baweriyê de ne ku ev ne pêkan e. Lê paradîgmaya Abdullah Ocalan ji bo pêşketina di îdeolojî û pratîkê me de çavkaniyeke bingehîn a îlhamê ye.”
Maurîzîo Coppola pirsa me ya têkîldarî pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ku di 10’ê Cotmehê de li 74 navendên cîhanê bi daxuyaniyeke hevpar hatibû destpêkirin, bersivand û wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Pêngava azadiyê ku ji bo Abdullah Ocalan hat destpêkirin, pir girîng e. Eger hûn parêzvanên demokrasiyê bin û bixwazin di nava civakeke de nêrînên cuda hebûn, hûn nikarin girtina kesekî ku têkoşîna azadiyê dide, qebûl bikin. Ev rewşeke dij-demokratîk e. Ji ber vê yekê parastina demokrasî û daxwazkirina azadiya Abdullah Ocalan ji bo me esas e.”
Coppola destnîşan kir ku pêngava ji Abdullah Ocalan re azadî ji bo Tevgera Potere al Popolo a Îtalyayê jî girîng e û wiha domand: “Ev pêngav ji bo em ji girîng e, ji ber ku têkiliyên nêz ên Îtalyayê bi Tirkiye û rejîma Erdogan re heye. Têkiliyên wan ên leşkerî hene; Îtalya çekan difroşe Tirkiyeyê û ev çek piştre di şerê li dijî gelê Kurd de tên bikaranîn. Têkiliyên dîplomatîk ên Îtalyayê bi Tirkiyeyê re hene. Yekîtiya Ewropayê (YE) ku Îtalya jî endamê wê ye, pere dide Tirkiyeyê ku penaber li Tirkiyeyê bimînin û neyên Ewropayê. Ev rewşeke dij-demokratîk e, ne mirovî ye. Ji ber vê yekê dijmînek heye ku divê em bi hev re bi awaylên cuda têbikoşin. Ji ber vê yekê daxwazkirina azadiya Abdullah Ocalan beşek ji têkoşîna me ya hevpar e. Lewma em piştgiriya pêngava azadiyê dikin û hewl didin civakên Îtalya û Ewropayê bikin şirîkê vê pêngavê.”
Coppola anî ziman ku divê dewletên Eworpayê bi taybet Îtalya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikevin tevgerê û got: “Azadiya Abdullah Ocalan wê li Tirkiyeyê demokrasiyê bîne. Eger Abdullah Ocalan azad bibe, wê tevgerên Kurdan bikaribin xwe bi awayeke azad îfade bikin. Ev yek jî di welêt de demokrasiyê bi xwe re bîne. Divê Ewropa ku xwe weke parêzvanê demokrasiyê pêşkeş dike, ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşe.”