Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Kuçukbalaban: Bi berdewamkirina tecrîdê dê gengeşiyên civakî derbikevin

Hevserokê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban destnîşan kir ku heke tecrîda li Îmraliyê berdewam bike, dibe ku gengeşiyên civakî rû bidin

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK’î bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî’ ya di 27’ê mijdarê de dan destpêkirin, di roja 6’emîn de berdewam dike. Girtî derbarê çalakiya xwe de bi riya malbat û parêzerên, civakê ji çalakiya xwe agahdar dikin û tînin ziman ku daxwazên wan zelal in û heta neyên pêkanîn ew ê çalakiya xwe bidomînin.

Serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Huseyîn Kuçukbalaban, der barê polîtîkayên tecrîdê yên li Îmraliyê tên meşandin de û têkildarî çalakiya girtiyan a greva birçîbûnê axivî.

Hevserokê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban anî ziman ku astengiya herî mezin a li pêşiya demokratîkbûna Tirkiyeyê, pirsgirêka kurd e û diyar kir ku ev pirsgirêk jî bi nêzîkatiyên polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê tên destgirtin û got: “Em wek saziyên parastina mafên mirovan dixwazin ku pirsgirêka kurd bi aştiyeke demokratîk were çarserkirin û der barê ewlehî û tenduristiya girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê de tên ragirtin, agahî bigirin.”

‘Rewşa Ocalan ji bo gelê kurd metirsiye’

Kuçukbalaban bi bîr xist ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di pirsgirêka kurd de aktorekî girîng e û da zanîn ku ji ber kurd ji Ocalan agahî nagirin, gumanên wan zêde dibin. Çalakiya girtiyên di girtîgehan de jî ji ber van gumanan in. Gelek çalakî hatin lidarxistin, Meşa Gemlîkê çêbû. Gelê kurd li Îmraliyê çi diqewime meraq dike. Ji ber vê yekê girtiyên siyasî ji 27’ê mijdarê heya 15’ê sibatê çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger dan destpêkirin.

Kuçukbalaban diyar kir ku ew wek ÎHD ji bo ku geşedanên li Îmraliyê hîn bibin ji Wezareta Dadê xwestine ku şandeyeke biçe Îmraliyê û herwiha da zanîn ku ew ê di pêvajoya pêş de weke çend saziyên civakî yên sivîl ji bo ku biçin Îmraliyê dê serî li CPT’yê bidin

Kuçukbalaban destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê her ku diçe belavî hemû girtîgehan dibe û got: “Ji ber Abdullah Ocalan di pirsgirêka kurd de, aktorekî herî girîng e. Diyalogên ku bi Ocalan re tên kirin dê ji bo aştiyê pir sûdewer bin. Ne tenê li Tirkiyeyê dê ji bo gelên Rojhilata Navîn, bibe wesîleya dûrketina ji pêvajoya şer.”

‘Divê hevdîtin pêk bên’

Di berdewama axaftina xwe de Kuçukbalaban diyar kir ku astengiya herî mezin a li pêşiya demokratîkbûna Tirkiyeyê, pirsgirêka kurd e û wiha pê de çû: “Çalakiyên îro li girtîgehan tên li dar xistin ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê ye. Divê dewlet keştiyekê amade bike da ku Ocalan bi malbat û parêzeran re hevdîtinê bike. Îro polîtîkayên înkar û îmhayê nahêlin hevdîtin pêk were. Heke polîtîkayên tecrîdê dom bikin, di pêvajoyên dema pêş de, dibe ku gengeşiyên civakî rû bidin. Bi qasî ku Ocalan di bin tecrîdê de be, dê aştiyeke civakî neyê pêkanîn. Ji bo ku gelên li Tirkiyeyê di nava aştiyê de bijîn divê pirsgirêka kurdan û elewiyan were çareserkirin.”

 ‘Divê her kes kedê bide aştiyê’

Di dawiya axaftina xwe de Kuçukbalaban da zanîn ku ew bi rêxistinên xwe yên li 27 bajaran û 8 nûnertiyan ve, bi tevahiya girtîgehan re eleqedar dibin û got: “Li gorî tecrûbeyên me yên berê çalakiyên grevên birçîbûnê ewilî wek demkî û dorveger tên lidarxistin piştre dibin bêdem û bêdorveger û herî dawî jî dibin rojiyên mirinê. Ev dibe sedema gengeşiyên mezin ên civakî. Divê her kesek bi zanebûna ku dê rojekê tecrîd li ser wî jî were sepandin tevbigere û ji bo aştiyê keda ji destê wî tê bide.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar