Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Çiya Kurd: Darizandina girtiyên DAIŞ′ê dozeke navneteweyî ye

Bedran Çiya Kurd di civîna li Cinêvê de diyar kir ku darizandina girtiyên çeteyên DAIŞ′ê û malbatên wan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dozeke navneteweyî ye.

Li bajarê Cinêv ê Swîsreyê civîneke navneteweyî di 29 û 30′ê mijdarê de hat lidarxistin. Di civînê de nûnerên ji dewletên Ewropa û Asyayê, rêxistinên navneteweyî û nûnerên Rêveberiya Xweser amade bûn û li ser rêbazên sekna li hember şaneyên çeteyên DAIŞ′ê û diyarkirina hewldanên guncaw ên têkbirina mayînde ya DAIŞ′ê nîqaş kirin.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd jî beşdarî civînê bû.

Bedran Çiya Kurd ji dezgehên çapemeniyê re piştî civînê axivî û Nivîsgeha Ragihandinê ya Daîreyê ew axaftin parve kir. Çiya Kurd di axaftina xwe de got: “Di civînê de gelek dozên sereke yên têkildarî rêbazên geşkirina hewldanên têkoşîna li dijî terorê hatin nîqaşkirin. Her wiha pêwîstiya girîngîdayîna hewldanên giştî yên li ser astên cuda, aliyên siyasî, mirovî û dozgerî hat nîqaşkirin, da ku DAIŞ bi temamî were têkbirin.”

Çiya Kurd wiha domand: “Hewldanên leşkerî tenê têrê nakin ku ev rêxistin bi temamî were têkbirin. Darizandina girtiyên çeteyên DAIŞ′ê û malbatên wan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dozeke navneteweyî ye û divê her kes ji bo pêkanîna koordîne û hevkariyeke navneteweyî ya giştî bixebite û divê hêzên navneteweyî berpirsyariyên xwe yên ewlekirina kamp û navendên girtinê rakin û navendên perwerdekirina zarokên DAIŞ′iyan ên ku li ser fikra tundraw tên perwerdekirin, vekin. Ji ber ku ew li ser cîhanê gefên mezin in.”

Her wiha hat destnîşankirin ku derxistina ferd bi ferd nabe çareseriyeke bingehîn, ji ber ku gelek astengî li pêş vê yekê hene. Li aliyekî din behsa astengiyên li pêşberî hewldanên Rêveberiya Xweser ên têkoşîna li dijî DAIŞ′ê, bi taybet li gel hebûna êrişên leşkerî yên dewleta tirk ên li dijî herêmê hat kirin. Ji ber ku ew êrîş hewldanên têkoşîna li dijî DAIŞ′ê asteng dikin û gefan li ewlehî û îstîqrara herêmê dixwin û DAIŞ jî ji vê yekê derfetê digire.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar