Encama sîstema ku bi Erdogan re kete meriyetê, niha zêdetir dixwûye. Her der bi diz û tolazan, bi mafya û çeteyan tijî bûye. Bêguman, beriya Erdogan jî sîstema dewleta tirk ne tu sîstem bû. Lê dîsa jî ya Erdogan û ya berê bi gelek aliyên xwe ve naşibin hevûdu. Di navbera wan de gelek cûdahî hene.Di sîstema berê de hiquq tune bû. Lê hiqûqa heyî jî ji kesan wêdetir sîstemê, ango hebûna dewleta tirkperest diparast. Dijminatiya hiqûqê tenê ji dijberên sîstemê re bû. Di sîstema berê de aboriya dewletê ji şer û tirkperestiyê re dihate xerckirin. Lê di ya Erdogan de şer jî, xercên şer jî ji bo berjewendiya der û dorên Erdogan tê bikaranîn. Rast e, Erdogan dîn û tirkperestiyê bi kar tîne. Lê rastî ew e ku tu elaqa wan bi dîn û tirkperestiyê re tune ye. Bi gotineke din Erdogan ji xercên şer jî, ji xercên tirkperestiyê jî hem ji xwe re, hem jî ji der û dora xwe re par verdigre.
Di sîstema berê de feqîrî zêde û zêdebûn. Lê niha Erdogan ne tenê feqîran feqîr dike. Her wiha yên xwedî mal û milk in û ne girêdayî sîstema Erdogan in jî niha feqîr dibin. Çimkî Erdogan dest dide ser mal û milkên wan. Ango wekî mafyayek li ser mal û milkên wan rûdine. Ji alî din jî feqîrên xwe jî maldar dike.
Di sîstema berê de mafya û çete tenê ji nav dewletparêzan û ji bo berjewendiya sîstema tirkperest dihatin hilbijartin. Lê niha, kesên ku para Erdogan bidin dikarin bibin mafya û çeteyên sîstemê. Dema bûn mafya û çeteyên sîstemê jî dikarin her cûre xerabî bê qeyd û hesab pêkbînin. Heta Erdogan destûr nede jî tu saziyek nikare ji wan hesab bipirse.
Sîstema berê Kemalîzm bû û li ser tirkbûnê hatibû damezrandin. Hemû qanûn û kiryarên dewletê ji bo tirkbûn were parastin; bi rengekî din jî ji bo gel û baweriyên cûda bihelin, bên bişaftin dihatin bikaranîn. Niha Erdogan her çi qas xwe bi dîn û tirkbûnê re girêdabe jî, ne wiha ye. Ew ne îslamiyetê, ne jî tirkperestiyê diparêze. Ew tenê xwe û derdora xwe diparêze. Bikaranîna dîn jî tirkperestî jî ji bo sîstema Erdogan hincet in. Ne dînê wan, ne jî qewmê wan hene. Ew îman bi berjewendî û perê re anîne.
Di vê rewşê de ya herî berbiçav, serkeftina sîstema Erdogan e. Kêm zêde, ew sîstema xwe piçopiço bi cî kir û niha jî di dema xwe ye herî har de ye. Heke pêşî lê neye girtin, bi gotinekî din zora îdeolojiya damêzrîner a dewletê jî bibin, bêgûman ew ê beriya her tiştî xilafeta xwe ya sexte îlan bikin. Tu şik nîne ku ew xilafeta sexte ew ê ji xilafeta DAIŞ’ê xerabtir bibe. Di xilafeta Erdogan de şansê tu kesan a jiyanê tune ne. Ji xwe yên bîad nekin ew ê di cî de werin şerjêkirin. Yên bîad kirine jî tenê dikarin ji bo berjewendiya xilafeta Erdogan bixebitin. Heke ew vê nekin, ew ê jî werin şerjêkirin.
Rast e, ew ê mixalefet her tim hebin. Lê divê em bizanibin, di serkeftina esasî ya Erdogan de ew ê çi mixalefet nikaribin li ser axên xwe bijîn. Piranî muxalîf ya ew ê di zindana de bin, ya ew ê birevin derveyî welat, ya jî ew ê xwe ji her tiştî re ker û lal bikin. Kêmek dilsozên pakrewan jî ew ê piranî bi xebatên binardî kar û xebatên xwe bimeşînin. Divê em bizanibin, ev jî xebatek gelek zor e. Rastiyek jî ev e ku di rewşek weha de ew ê berdêl ji îro girantir bibin.
Ev ne gotinên tirsê ne. Ji ber ku hê rê û olax neqediya ne, divê van gotinan wekî gotinên baldariyê werin famkirin. Belê gelek rê û olax hene. Lê ya herî girîng ew e ku kurd têkneçûne û bi piranî girêdayî doza xwe mane. Bi tu awayî teslîmî sîstema Erdogan nebûne. Bi her cûre têkoşînê, xebatên xwe didomînin. Sibe Erdogan bi temamî serbikeve jî ew ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Ev ji bo her kesên ku dixwazin sîstemeke azad, wekhev û demokratîk ava bibe, destkeftiyek gelek mezin e.
Heta niha qedr û qîmeta ev yekê nehat dîtin.Xwediyên sîstema kevin ji bo kurd derfet nebînin, çavên xwe ji kiryarên Erdogan re girtin. Pirî caran jî piştgirî dan Erdogan. Lê niha piraniya wan jî xeterê dibînin. Çimkî ew jî ketin ber şûrê Erdogan. Ji alî din yên bi zanebûn an bi nezanî heta niha piştgiriya sîstema Erdogan kirine, gelek ji wan jî ji xeterên pêşerojê hayîdar in. Çimkî jiyan ji wan re jî nema ye. Ên ne hayîdar tenê kêmaniyek nijadperest û faşîst in. Hejmara wan jî tu car naghîje sedî 20 an 25’an. Rast e, ev jî ne kêm e lê divê em bizanibin, hejmara wan çi car ne piranî ye.
Bar li ser pişta sedî 75 û 80’yên mayî ne. Heke ew bi aqilane tevbigerin, dikarin her tiştî bigûherînin. Rêya herî aqilane jî gûherîna sîstemê ye. Ne sîstema kevin, ne jî sîstema Erdogan, nikarin ji pirsgirêkan re bibin derman. Divê Tirkiye vegere kodên demokrasiyê. Divê sîstem li ser esasên azadî û wekheviyê ji nûve were qaîmkirin. Heke Meclîsa Tirkiye nebe meclîsa gelan; qedexeya li ser hemû ziman, bawerî û nêrînan ranebe; her gel û bawerî nikaribin xwe bi awayeke azad li ser axa xwe rêve bibin; dijminatiya navbera gel û baweriyan heta bi heta ji holê ranebe, çi tiştek nagûhere. Ev ne hêsan e. Lê piraniya kurdan îman bi vê baweriyê anîne. Divê aliyên din jî îman bi vê baweriyê bînin.