Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê çalakî bidomin

Endama Meclisa Giştî ya PYD û rêvebera Akademiyên Şaredariyên Reqayê diyar kirin ku ku ji bo şikandina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan çalakiyan zêde bikin û wiha gotin: “Rêber Abdullah Ocalan ji bo tevahî mirovahiyê têdikoşe û çareseriyan ji pirsgirêkên cîhanê re peyda dike. Heta azadiya wî ya fîzîkî ya Rêbertî pêk were dê çalakiyên me bidomin.′′

Ji bo azaiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di 10`ê Cotmehê de li 74 navendan li seranserî cîhanê pêngava cîhanê hat destp»kirin. Pêngava zadiyê di demek kurt de li seranserê cîhanê berfireh bû û çalakî hatin lidarxistin. Ji wê demê ve beşên civakê û bi taybet jin tev li pêngavê bûn.

Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demorkatîk (PYD) Nîroz Muslim û anî ziman ku fikrê rêber û fîlozof Abdullah Ocalan fikrekî navneteweyî ku gelekî an civakekê tenê eleqedar nake. Nîroz Muslim destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan behsa mirovahiyê dike û ji bo pirsgirêkên civakên cîhanê li çareseriyan digire û got, lew re ragihandina pêngava ji bo azadiya wî ya fîzîkî hêjeya ku cîhanî be jî.

Nîroz Muslim bang li tevahî beşên civakê û li tevahî pêkhateyan kir ku ji bo şikandina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan çalakiyan zêde bikin û wiha axivî: “Dewleta tirk tecrîdeke giran li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz dike, nahêle parêzer û malbat wî bibînin. Ji Adara 2021`an ve tu agahî jê nayê girtin.”

Nîroz destnîşan kir ku dewleta Tirk tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan giran dike da ku girêdana di navbera wî û gelên li ser fikrên wî dimeşin de qut bike û wiha li axaftina xwe zêde kir: ” Fikrê Rêber Abdullah Ocalan cihê xwe girtiye û belav bûye û dê hîna ji vê bêtir belav bibe.

Têkildarî heman mijarê, endama rêveberiya Akademiyên Şaredariyên Reqayê Ewatif El Îsa jî îşaret pê kir ku lidarxistina pêngavê, erka herî kêm e ku gel li hemberî Rêber Abdullah Ocalan ê ku fikrê neteweya demokratîk pêşkêş kiriye, pê rabû ye. Ewatif diyar kir ku fikrê Rêber Abdullah Ocalan ji tevahî pirsgirêkên gelên bindset re çareserî ye û wiha dom da axaftina xwe: ′′Pêngav wê berdewam bike. Heta tecrîd bi dawî bibe û azadiya wî ya fîzîkî pêk were em ê çalakiyên xwe bidomînin. Bi navê xwe û navê pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em banga rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan dikin. Tu qanûneke navneteweyî yan jî mirovî yan jî tu rêxistineke mirovî vê tecrîdê rewa nakin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar