Dewleta faşîst a tirk êrîşên xwe yên li ser kurdan bênavber didomîne. Bi taybetî jî êrîşî ser Rojavayê Kurdistanê Kurdistanê dike. Çeteyên hov bi fermana şefê faşîst Erdogan Kantona Girê Spî dagirkirine şerç hev dikin. Çavkaniyên kantona Girê Spî ragihand ku ji duh ve şerê di navbera komên çeteyên Cebhe El Şamiye de berdewam e.
Li gorî heman çavkaniyan, di şer de çekên navîn û sivik, top û tank hatine bikaranîn. Di encamê de 3 çete hatine kuştin û 4 çete jî birîndar bûne. Çeteyên birîndar veguhastine nexweşxaneyên Tirkiyeyê.
Çavkaniyan da zanîn ku ji ber şer, şêniyên herêmê ber bi gundê Cezle ve koçber bûne û di wê demê de 6 sivîl birîndar bûne.
Çavkaniyan aşkera kir ku çeteyên Cebhe El Şamiye yên bi serkêşiya Raêd El Dehiş xwe li nêzî seyrangeha bajarokê Eyn El Erûs asê kiriye û çeteyên Cebhe El Şamiye yên bi serkêşiya Ebû Amir jî li taxa Îskan a başûrê Girê Spî mane.
Heta niha sedema aloziya di navbera çeteyan de nehatiye zanîn. Hemwextî wê qedexeya giştî li kantonê heye û sûk hatine girtin.