Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Malbatên girtiyan li dijî tecrîdê nobeda edaletê dan destpêkirin

Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat ragihand ku dê li her devera komeleya TUHAD-FED’ê lê heye nobetan bidin destpêkirin û bang li her kesî kir ku ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî dane destpêkirin dengê xwe bilind bikin.

Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û rakirina tecrîdê, 27’ê mijdarê  roja damezrandina PKK’ê de dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kiribûn û çalakî di roja 8’an de berdewam dike. Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) ji bo piştevaniya bi girtiyên di greva birçîbûnê de dest bi “Nobeta Edaletê” kirin.

Çalakiya nobetê bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan” hate destpêkirin. Têkildarî nobetê li Şaxa TUAY-DER a Amedê daxuyanî tê dayîn. Nûnerên partiyên siyasî, sazî û dezgehan tev li daxuyaniyê bûn.

Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat bertek nîşanî polîsên hewl didan daxuyaniya li pêşiya komeleyê asteng bikin da û diyar kir ku dê li her devera komeleya TUHAD-FED’ê lê heye nobetan bidin destpêkirin. Canpolat, wiha domand: “Em tevek niha di tecrîdê de ne. Dîmenê îro jî vê rastiyê nîşan dide.”

Bi domdarî Canpolat anî ziman ku ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan zêdetirî 33 meh in tu agahî nayên girtin û wiha pê de çû: “Girtiyên siyasî ji bo ku raya giştî ya derve li dijî tecrîdê bêhtir dengê xwe derxîne dest bi greva birçîbûnê kirin. Em jî dixwazin bi çalakiya xwe ya nobetê bêhtir bibin deng, dil û çavê girtiyan. Em dixwazin raya giştî di vê mijarê de bêhtir bihestiyar tevbigere. Hêj grevên birçîbûnê neketin merheleyeke xeternak divê em bêhtir bibin dengê girtîgehan.”

Di berdewamê de Canpolat ev tişt anî ziman: “Li gorî me sedema temamiya xitîmînên heyî, tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan e. Ji bo jiholêrakirina vê rewşê, divê Abdullah Ocalan bikare bi parêzerên xwe re, bi malbat û bi raya giştî re bê gel hev. Li gorî me dê ev yek di mijarên aborî, siyasî û derûnî de bandoreke erênî bike. Gotinên birêz Abdullah Ocalan ji bo raya giştî binirx in. Got; ‘Ez dikarim di nava hefteyekê de şerê li Tirkiyeyê bidim sekinandin. Ev gotin, pir girîng e. Em ê li gel sazî partiyên siyasî dest bi nobetê bikin. Her 3 rojan carekê dê nobet were dewrkirin.”

Daxuyanî, bi dirûşmên “Bijî berxwedana Îmraliyê” û “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.

Piştî daxuyaniyê jî nobet dest pê kir.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar