Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê tecrîda mutleq li Imraliyê dimeşîne û bersivê nade serlêdanên parêzer û malbatan. Piştî erdheja Gemlîkê fikarên li ser rewşa Rêber Apo zêdetir bûn.Ji parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Ozgurk Faîk Erol û Mazlum Dînç ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê Apo ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û zêdetirî 33 meh in tu agahî jê nayên girtin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. Di heman demê de parêzeran ji bo hevdîtina bi girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li serdozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.
Di heman demê de parêzeran ji bo hevdîtina bi girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li serdozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.