Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Ji bo aşkerakirina rewşa Rêber Apo dakevin qadan’

Meclisên malbatên şehîdan ên Qamişloyê û şêniyên herêma Firatê xwestin piştî erdheja li Bursayê çêbûye rewşa Rêber Abdullah Ocalan bê aşkerakirin û banga daketina qadan li her kesî kirin.

Rêber Apo 25 sal in li Îmraliyê di bin tecrîdeke girankirî de têragirtin û ev 33 meh in agahî jê nayê girtin. Piştî erdheja Gemlîkê 13 erdhejên herî mezin bi pileya 4,5 pêk hatin û derbarê rewşa Rêber Apo de agahî nehatiye dayîn. Bêdengiya rayedarên dewleta faşîst a tirk fikaran zêdetir dike û gel dixwaze demildest agahiyê ji Rêber Apo wergirin.

Piştî erdheja li Gemlîkê, şêniyên herêma Firatê li Kobanê li hev kom bûn. Bi sedan kes ji Qada Jin a Azadî dest bi meşê kirin û heta Dibistana Şehîd Seydo bi dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” meşiyan.

Di dawiya meşê de endama Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê Arîn Kobanê axivî û got ku divê tavilê agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê wergirtin. Arîn Kobanê diyar kir ku li ser Rêber Apo tecrîdeke giran tê ferzkirin û wiha axivî: “Li wir erdhejek qewimî. Em nizanin ku bandoreke çawa li Îmraliyê kiriye. Divê malbat an jî parêzerên Rêber Apo hevdîtinê tavilê bikin.”

Kobanê li ser girîngiya Rêber Apo aji bo gelan rawestiya û wiha domand: “Yê ku kir em li ser lingê xwe bisekinin û li ber xwe bidin, mîmarê felsefeya neteweya demokratîk Rêber Apo ye. Divê civaka navneteweyî jî bi berpirsyariya xwe rabe. Divê em tavilê agahiyê ji Rêberê xwe werbigirin.”

Meclisên malbatên şehîdan ên kantona Qamişloy, Amûdê û Tirbespiyê der barê mijarê de daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyan de hate gotin Komploya Navneteweyî ya di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de li dijî vîna gelê kurd ji 26 salan ve dewam dike û civata navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe bi dewleta tirk re biparêzin li hember vê yekê bêdeng in. Di daxuyaniyan de hate destnîşankirin ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan tecrîdeke giran û cezayên dîsplînê hatine ferzkirin û wiha pêde çû: “Ev yek li cem gel metirsiyê li ser tenduristiya wî çêdike, bi taybet piştî erdhejên li nêzî Îmraliyê çêbûn. Ev hemû bûyer li ser kesên di komîteyên hiqûqî de dixebitin ferz dikin ku zextê li dewleta tirk bikin da ku rewşa Rêber Abdullah Ocalan aşkera bike.”

Di daxuyaniyan de hat gotin ku armanca polîtîkayên li Îmraliyê pêk tên, têkbirina çanda berxwedan û azadiyê ye û destnîşan kirin ku bila dewleta tirk baş zanibe ku bi siyasetên xwe yên qirêj nikare vîna Rêber Abdullah Ocalan têk bibe.

Di dawiya daxuyaniyan de bang li gelê kurd û Kurdistanê yên li welat û derve hate kirin ku dakevin qadan û xwestin ku dawî li tecrîdê bînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar