Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Civaka êzidî azadiya Rêber Apo azadiya xwe dibînin

Endama Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ Suham Şengalî diyar kir ku beşek ji xebatên Rêveberiya Xweser a Şengalê, xebatên girêdayî azadiya Rêber Apo ye û wiha got: “Em wekî civaka êzidî dibêjîn, em û Rêber Apo nêzîkî hev in. Ji bo vê divê em têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo geş bikin."

Dostên kurdan di 10’ê cotmeha 2023’an de pêngava “Ji Abdulla Ocalan re azadî ji pirsgirêk kurd re çareseriya siyasî” li dehan welatan bi rengekî hemwext hate destpêkirin. Pêngava azadiyê her ku diçe berfireh dibe. Civaka êzidî û pêkhatiyên Şengalê jî di 21’ê cotmeha 2023’an de bi dirûşma “Ji Rêber Apo re azadî ji Şengalê re xweserî” tevlî pêngava azadiyê bû. Di çarçoveya pêngavê de her roj çalakiyên cuda tên lidarxistin. Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Suham Şengalî der barê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêngava azadiyê de axivî. Şengalî anî ziman ku xebatên sereke yên civaka Êzidî azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Şengalî da zanîn ku Şengal bi xweseriya xwe tevlî pêngavê bûye û wiha got: “Tevlêbûna civaka êzidî bo pêngavê gelek girîng e. Piştî fermana 2014’an yek ji armancên bingehîn ên civaka Êzidî azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Bi çalakiyên cuda em tevlî pêngavê dibin. Beşek ji xebatên Rêveberiya Xweser a Şengalê, xebatên girêdayî azadiya Rêber Apo ye. Em wekî civaka Êzidî dibêjîn, em û Rêber Apo nêzîkî hev in. Ji ber ku di demên herî zor û zehmet de Rêber Apo li me xwedî derket, şervanên wî bi hewara me ve hatin. Ji bo vê divê em têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo geş bikin.”

Îro pêngava azadiyê bûye rojeva cîhanê

Şengalî destnîşankir ku gelek aliyên cuda yên vê pêngavê hene ku wekî têkoşîneke piralî û demdirêj tê meşandin û wiha pê de çû: “Ne tenê Kurd vê pêngavê dimeşînin. Ji 74 navendên cîhanî banga azadiya Rêber Apo hate kirin, ev rewş bandor li ser rojeva cîhanê jî kir. Bû rojeva gelek parlamentoyan. Gelek alî çareseriya pirsgirêka kurd û azadiya Rêber Apo nedixistin rojeva xwe, lê îro ev pêngav bûye rojeva cîhanê. Êdî sebra mirovahiyê ya tecrîd nemaye. Gelek caran rewşa Nelson Mandelan û Rêber Apo dişibînin hev, lê niha rewşa Îmraliyê hemû sînor derbas kiriye. Mafên tenduristiyê û hiqûqê nîne. Tecrîd di asta herî jor de berdewam dike.”

Jinên êzidî azadiya Rêber Apo dixwazin

Şengalî, têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalanwekî mifteya çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn binav kir û got: “Pirsgirêkên Rojhilata Navîn her ku diçe kûr dibe. Eger em dixwazin pirsgirêka kurd û Rojhilata Navîn were çareserkirin, divê azadiya Rêber Apo were mîsogerkirin û têkoşîna ji bo azadiyê were geşkirin. Ya ku deriyê çareseriyê veke, azadiya Rêber Apo ye. Bi vê girîngiyê em beşdarî vê pêngavê dibin û ev ne pêngaveke demkî ye. Ev pêngav xwedî armance, ji ber vê hemû qadên xebatê, xebatên jin û ciwanan, xebatên civakî bi erka xwe ve radibin û beşdarî pêngavê dibin. Vaye cîhan hemû dibîne çawan gotina Rêber Apo ya ‘Jin, jiyan, azadî’li tevahiya cîhanê belav bûye. Ev dirûşma li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê deng veda. Rêber Apo ji bo jin bibe xwedî hêz û îrade, kedeke mezin daye. Îro jî jin xwe bi fikir û ramanên Rêber Apo rêxistin dikin. Jinên êzidî azadiya Rêber Apo wekî azadiya xwe dibînin. Jinên êzidî hewl didin di vê pêngavê de bi erka xwe ve rabin.”

Şengalî bal kişand bi ser tecrîda girankirî û got: “Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ne tenê ji aliyê dewleta tikr ve tê meşandin. Sîstemeke cîhanî vê tecrîdê birêvedibe. Ji wezareta dewleta tirk rewşa Îmraliyê hatibû pirsin û wan gotibû CPT ji her tiştî agahdar e. Tenê dewleta tirk vê tecrîdê nade meşandin. Çawa ku bi komployeke navneteweyî Rêber Apo girtin, pergala tecrîdê jî ji aliyê hêzên desthilatdar ên cîhanî ve tê rêvebirin.”

Endama Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ Suham Şengalî, di dawiya axaftina xwe de banga geşkirina pêngava azadiyê li civaka Êzidî kir.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar