Garîbe Gezer piştî qedexeyên derketina derve ya li Nisêbîna Mêrdînê di 2016’an de dema diçû Kutahyayê hat girtin û di 9’ê kanûna 2021’ê de li girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 1 a Kandirayê hat kuştin.
Li girtîgeha jinan a Bunyan a Kayseriyê piştî cezayê hucreyê lê hat birîn di adara 2021’ê de surgunê girtîgeha Kandirayê hat kirin û li wir tundiya sîstematîk, destdirêjî lê hat kirin û heta întîxarê çû. Piştî 22 roj cezayê hucreyê şûnde Garîbe Gezer xwest bikeve hucra sê kes lê dimîne lê ew bi zor birin hucra yek kesî. Garîbe Gezer ev qebûl nekir û gardiyanan ew birin odeya bi sunger. Li wir jî li Gezer îşkence û destdirêjî hat kirin. Du sal bi ser kuştina Garîbe Gezer re derbas bû. Çend îşkence bi dîmenan derketin holê jî der barê sûcdaran de tu lêpirsin nehatin destpêkirin. Ev rewş bêhiqûqiya li hemberi Garîbe Gezer nîşan da. Piştî mirina Garîbe Gezer Dadgeha Bilind cezayê wê erê kir, lê dosyaya der barê mirina Gezer de jî di Dadgeha Destûrî de li benda biryarê ye.
Xwişka Garîbe Gezer Asya Gezer derbarê xwişka xwe de axivî.
Asya, diyar kir ku Garîbe Gezer di 3’yê adara 2016’an de li Kutahyayê hat binçavkirin û di nava 6 salan de ew birîn girtîgehên wek Mêrdîn, Mîdyat, Şakran, Tarsûs, Bunyan û Kandirayê. Asya Gezer daxuyand ku cara yekem Garîbe li Girtîgeha Bunyan a Kayseriyê hat tecrîdkirin û wiha got: “Li Bûnyanê di hicreya yekkesî de ma û li vir Garîbe dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Vê demê ji xwe li gelek girtîgehan grevên birçîbûnê hebûn. Ji bo piştevaniyê dest bi grevê kir. Roja duşemê bi telefonê geriya û dengê wê qet nebaş bû û ji me re got ‘Min hicreya xwe şewitand û niha ez di hicreya ku tijê lê av heyî de dimînin’. Du rojan xew neket çavên min. Min û parêzer me ji girtîgehê re telefon vekir û ji me re gotin carek din birine hicreya wê. Lê vê demê jî îşkence berdewam kir.”
‘Bi navê îzalasyonê xistin hicreyê’
Asya Gezer da zanîn ku Garîbe li dijî bêhiqûqî û neheqiyê her tim xwedî bi helwest bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rojek di telefonê de behsa tiştên ku jiyayî kir. Diyar kir ku berpirs midûrê yekem û berpirsê gardiyanan e. Piştre di meha adarê de Garîbe ji Bunyanê sewqê Kandirayê kirin. Dema qala Kandirayê tê kirin mirov gelek ditirse. Bi hinceta ‘îzalasyonê’ ev xistin hicreyeke yekkesi. Lê ev rewş berdewam kir û Garîbe nebirin cem hevalên wê. Garîbe li dijî vê yekê daxwazname da lê bersiveke devkî dan wê. Midûr xwest bi Garîbeyê re hevdîtin pêk bîne lê Garîbe vê yekê qebûl nekir û gardiyan piştre êrîşê Garîbeyê dikin. Nêzî 200 metre ji erdê kaş dikin û dixin odeya bi singer. 4 saetan bi keleçeya plastîk destê wê tê girêdan. Dû re dibin hicreya asayî. Garîbe li dijî vê şîdetê derdikeve û carek din ew dibin odeya bi singer. Dema Garîbe hewl dide ku parçeyek ji singerê biqetinê gardiyan êrîşê Garîbeyê dikin. Dîmenên îşkenceyê ya di ode û korîdorê de pêk hatî derketin holê. Piştî ku Garîbe 24 saetan li vir dimîne kesek wek psîkolog xwe dide nasîn Garîbe tehdît dike. Garîbe li dijî vê îşkenceyê serî rakir û hewldana ku dawî li jiyana xwe bîne. Lê dema tê ser hişê xwe serê wê di nava xwînê de maye, gardiyan li şûna ku wê bibin revîrê dibin cihê ku ziyaretvan tên qebûlkirin. Bijîşk jî li şûna ku tedawî bike bertek nîşan dide û Garîbe jî vê yekê qebûl nake. Li vir daxwaznameya “Heke sibê ez bimirim, ez ji mirina xwe berpirsim’ li Garîbeyê didin îmzekirin. Piştre ew dibin hicreya ku ji dûrê hevalên wê. Li vir tê tecrîdkirin û Garîbe li vir ji hêla gardiyanên jin ve bi tacizê re rûbirû dimîne. Ji xwe me ji çapemeniyê ragihand vê rewşê. Parêzerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi mijarê re eleqedar bûn. Ligel vê yekê Garîbe di meha heziranê de carek din hicreya xwe dişewitine. Ligel vê carek din bi îşkenceyê re rûbirû dimîne.”
Hevdîtina herî dawî…
Asya Gezer da zanîn ku di îdianameya der barê Garîbe Gezer de hatiye amadekirin de hat gotin ku Garîbe Gezer li ser dîwarê hucreya xwe “Dewleta faşîst, destên xwe ji bedena jinan bikişine” nivîsandiye û wiha bi lêv kir: “Îşkenceya li Garîbe dihat kirin berdewam kiriye. Der barê Garîbeyê de ji ber ku singerên odeyê qetandiye 2 dozên cuda lê hatin vekirin. 45 rojan cezayê hicreyê lê hat birîn. 3 caran min hevdîtina girtî pê re kir. Serpêhatiyên xwe ji min re got. Garîbe tişta ku pêk hatî qebûl nedikir û yek bi yek tiştên ku jiyayî nivîsand. Herî dawiyê di 16’ê mijdara 2021’an roja sêşemê em bi telefonê axivîn. Dengê wê baş dihat. Ji min re got dê cezayê hicreyê wek 5, 20 û 9 roj bikin. Piştî 5 roj şûnde Garîbe telefon venekir û min jî ji girtîgehê re telefon vekir. Ji min re gotin cezayê hicreyê ya 20 rojan heye. Di 9’ê kanûnê saet 17.00’an de ji girtîgehê telefon hat. Midûrê duyem a girtîgehê ji min re got ‘Garîbe dawî li jiyana xwe aniye’. Min jê re got ez bawer nakim we tiştek aniye serê Garîbeyê.”
‘Îşkence li kurdan dikin’
Asya Gezer di axaftina xwe de wiha bal kişand ser dozên ku hatine vekirin: “Parêzerên Garîbeyê derbarê îşkence û tacizê de doz vekir bûn. Lê tu encam derneket. Kiryar hatin xelatkirin. Çende pevajoyên wisa derbas bûn jî carekî jî îfadeyên Garîbeyê negirtin. Piştî 10 meh şûnde bi israra parêzeran îfadeya min girtin. Lê dîsa der barê dosyaya taciz û tecawizê ya li hemberî Garîbeyê de biryara neşopandinê hat dayîn. Piştî demek kurd dozger der barê mirina bi guman û kuştina bi qestî de jî biryara neşopandinê da. Dadgeha Destûrî jî wek henek piştî mirina Garîbeyê, biryara Dadgeha Bilind a der barê cezayê Garîbeyê de erê kir. Ev tişt tenê nîşaneya zilma li hemberî kurdan e. Îşkence li kurdan dikin.”
‘Nîvê dilê min çû…’
Asya Gezer da zanîn ku Garîbe Gezer li girtîgehê bi îşkenceyê hatiye kuştin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Kuştina Garîbe nehat lêkolînkirin û piştre gelek cenaze li girtîgehan derket. Ev rewş nîşaneya îşkenceya li girtîgehan tê kirin e û ev nîşaneya tecrîdê ye. Parçeyek me niha li girtîgehê ye. Min Garîbe di girtîgehê de winda kir. Nîvê dilê min çû. Niha li girtîgehan tecrîd tê meşandin û girtî li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne. Divê em bibin dengê wan. Bi taybetî jî dengê jinên girtî. Polîtîkayên herî qirêj li hemberî hevalên me yên jin tên meşandin. Divê em bibin yek û em dibêjin ‘Jin jiyan azadî’. Divê em bibin dengê Denîz Poyraz, Nagîhan Akarsel û hemû hevalên din.”