Dayikên/Mirovên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin û daxwaza darizandina faîlan dikin di hefteya 976’emîn a çalakiya xwe de li Qada Galatasarayê hatin ba hev. Di destê malbatên windakiriyan ên wêneyên xizmên xwe hilgirtin de qûrnefîlan cih girtin.
Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanci û parazvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Lê ji ber sînorê hejmara kesên beşdarî çalakiyê dibin, Fîncanci û kesên din li derveyî qadê sekinîn.
Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Îbrahîm Demîr û Agît Akîpa yên di 12’ê kanûna 1991’an de li gundê Xandûk yê Hezexa Şirnexê hatin binçavkirin û pişt re ti agahî jê nehatin wergirtin hate pirsîn. Hevseroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî çîroka Demîr û Akîpa xwend.
Piştî Yolerî keça Îbrahîm Demîr, Denîz Demîr û kurê Agît Akîpa Fehmî Akîpa axivî. Demîr û Akîpa, anîn ziman ku 31 sal in ji bo faîl bên darizandin têdikoşin û dê tu car dest ji vê têkoşînê bernedin.