Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

44 sazî li Amedê banga çareserkirina pirsgirêka kurd kirin

Di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de, bi tevlibûna 44 rêxistinên civakî yên sivîl li Amedê meş hat lidarxistin. Di çalakiyê de bang hat kirin ku tecrîd bi dawî bibe û pirsgirêka kurd bi diyalogê were çareserkirin.

Li Amedê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Odeya Bijîşkan a Amedê, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Komeleya Jinan a Rosayê, û Baroya Amedê di çarçoveya Heftaya Mafên Mirovan de meş lidar xistin. Hevserokên HEDEP’ê ya Amedê Pinar Sakin Tekîn û Abbas Şahîn û nûnerên partiyên siyasî û saziyan sivîl tev li meşê bûn.

Meş ji Konuk Evî ya semta Ofîsê heta Bîrdariya Mafên Mirovan a di Parka Koşuyolûyê de domiya. Di meşe de pankarta “Daxuyanameya gerdûnî 75 salî ye… Aştî bi mafên mirovan pêkan e” hate vekirin û dirûşmên “Jin, jiyana, azadî” û “heq, hiqûq, edalet” hatin berzkirin.

Li ser navê girseyê Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran daxuyanî xwend û diyar kir ku ew ji aliyê rêgeza rêzdariya li dijî mafê mirovan û demokrasiyê gelek bi fikarin û destnîşan kir ku li herêmê sepanên derveyî demokrasiyê zêde bûne.

Tûran diyar kir ku bi taybet jî piştî hewldana darbeya 15’ê tîrmehê şûnde bi îlankirina OHAL’ê re binpêkirin zêde bûne, hiqûq hatiye rakirin. Tûran wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi awayekî kêfî 6 salan çalakiya dayikên şemiyê hat qedexekirin. Di neçareseriya pirsgirêka Kurd de israrek mezin heye. Îro gava em dinêrin li ser çapemeniyê zextek mezin heye û gelek kedkarên çapemeniyê ji ber nûçeyên çêkirine, hatine girtin.”

Tûran bal kişand ser tecrîda giran a li Îmraliyê û wiha pêde çû: “Li gorî daneyên Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD’ê ya sala 2022’an 651 jê giran 1517 girtiyên nexweş hene. Girtî nikarin xwe bigihînin mafên xwe û nikarin bên dermankirin. Bi biryarên kêfî yên li jneya îdarî tahliyekirina girtiyan tê taloqkirin. Tecrîda li Îmraliyê bandor li ser hemû girtîgehan û civakê kiriye. Li hember destkeftiyên jinan êrîşek mezin heye. Ewil Peyaman Stenbolê niha jî qanûna hejmar 6284 kirin hedef. Em dibêjin ku mafê jiyanê pîroze, daxwaza me jiyaneke bi rumet û azad e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar