Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Gelo fermana qetilkirinê di hevdîtina bi Walî re hatiye girtin?

Sercerdevanê berê Şeyhmûz Babat di hevdîtina bi Waliyê Şirnexê Cevdet Atay re gotiye; “Li gundê min çendek terorîst mane ez ê wan jî paqij bikim”. Gelo fermana qetilkirina rêveberê DEM Partiyê Ahmet Gun di vê hevdîtinê de hat dayîn?

Endamê Meclisa Şaredariya Sêgirkê ya Qileban a Şirnexê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ahmet Gun û kurê wî Abdurrahîm Gun duh li çoltarê Deştoltê rastî êrîşa çekdarî ya 4 kesan hatin. Di encama êrîşê de Ahmet Gun li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û kurê wî jî birîndar bû. Gun, ji bo tedawiyê sewqî Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê kirin.

Hat îdiakirin ku cerdevanên Enver Babat, Siddik Babat, Omer Yarar û kurê wî Ebûbekir Babat li ser pêdankeriya sercerdevanê berê Şeyhmûz Babat, Ahmet Gun qetil kirine. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî; di maçeke sehaya xalîçeyan a li bajarokê de di navbera ciwanan de şer nîqaş derket û ev nîqaş veguherî şer. Bûyer mezin bû û malbat ketin dewrê. Li ser vê yekê rûspiyên bajarokê hewl dan silha malbatan bikin. Hat îdiakirin ku sercerdevanê berê Şeyhmûz Babat ev hewl dan red kir û ji cerdevanên girêdayî xwe re gotiye “herin hesab bipirsin” û bi vê yekê re Ahmet Gun û malbata wî hedef nîşan daye. Ji ber gefên malbata Babat, zarokên Ahmet Gun ên Sêgirkê dixwendin çûn Qilebanê. Her wiha hat gotin ku ji ber zextan, li bajarokê ambargo danîne ser malbata Gun.

Sercerdevan Şeyhmûz Babat berpirsyarê kuştinê ye

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku Şeyhmûz Babat gefa “Hûn ê tu tiştekî nefiroşin vî kesî” li esnafan û ya “Tu kes dê pê re neaxive, heta silavê jî nedinê” jî li xelkê bajarokê xwariye. Her wiha hat gotin ku Babat nehiştiye ku malbata Gun pezê xwe tevî birê pezê xelkê bajarokê jî bike. Ji ber van zextan, gelek ciwanên ji malbata Gun ji neçariyê çûn bajarên cuda. Hat ragihandin ku xelkê bajarokê jî ji qetilkirina Ahmet Gun, Şeyhmûz Babat berpirsyar dibîne.

Êrîşî parlamenter û rêveberên gel kiribûn

Şeyhmûz Babat di heman demê de Şaredarê Sêgirkê yê AKP’ê ye û di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên sala 2009’an de êrîşa li dijî parlamenterê Partiya Civaka Demokratîk (DTP) ê Şirnexê Hasîp Kaplan û endamên partiyê ketibû rojevê. Şandeya DTP’ê di 10’ê adara 2009’an di çarçoveya xebatên hilbijartinê de dema diçûn Qilebanê, di ketina bajarokê Sêgirkê de rastî êrîşa çekdarî û bi keviran ên ji hêla Babat ve hatibûn organîzekirin hatibûn. Wesayîta DTP’ê ya hilbijartinê jî xesareke mezin gihiştibûyê û nema dikarî bê bikaranîn.

Hat zanîn ku Waliyê Şirnexê Cevdet Atay demeke berê bi Şeyhmûz Babat re hevdîtin kir. Li gorî îdiayê, Babat di hevdîtinê de endam û rêveberên DEM Partiyê hedef girt û ev soz da: “Li gundê min çendek terorîst mane. Ez ê wan jî paqij bikim.”

Şeyhmûz Babat kî ye?

Navê vî sercerdevanê berê di salên 1990’î de bi şewitandina gundan û cînayetên kiryarnediyar hate bihîstin. Gelek caran cil û bergên HPG’iyan li xwe kir û li herêmê digeriya. Demeke dirêj sercerdevantî kir û di sala 1999’an de bû şaredarê Partiya Dogru Yolê, di sala 2004’an de jî bû şaredarê AKP’ê yê bajarokê. Ji ber nelirêtiyên kirî, neçar ma ku ji bajarokê bireve. Lê piştre dîsa vegeriya. Navê wî bi cînayet û bêusûltiyan tê zanîn. Sûcên li dijî gelê kurd kirine qebûl kir û di 14’ê sibata 2014’an de tevî xizmên xwe yên cerdevan bi merasîmekê tev li Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) bû. Piştî ku desthilat dîsa li konsepta şer vegeriyayî, dîsa berê xwe da AKP’ê. Di heman demê de ji Heftanînê heta Herêma Besta û Çiyayê Cûdî, serkêşiya tevahiya qirkirina xwezayê jî ew dike. Di heman demê de îhaleya gelek qereqol û kalekolên li ser sînorê Qileban û Herêma Federe ya Kurdistanê de tên çêkirin jî ew digire.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar