Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, di hefteya 775’an de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya li navçeya Rezan a Amedê li dar xistin. Kesên di çalakiyê de amadebûn wêneyê windayan hildan û pankarta ku wêneyên windayan li ser e jî li erdê raxistin. Xizmên winda, endam û rêvebirên Şaxa ÎHD’ya ya Amedê tev li çalakiyê bûn. Di çalakiya vê heftê de li aqûbeta Mahmut Onerari ku di 8’ê kanuna 1996’an de li navçeya Liceyê ya Amedê di binçavan de hatibû windakirin, pirsîn. Di çalakiyê de endam û revebirên Odeya Tabîbên Amedê (TTB), endam û revebirên Platforma Ked û Demokrasiyê û gelek sazî û dezgehên sîvil amadebûn. Çîroka serpêhatiya winda Onerari endamê Lijneya Rêveberiya Şaxa İHD’ê ya Amedê Alî Îhsan Demîrtaş xwend.
Endamê Lijneya Rêveberiya Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Yakûp Guven beriya daxuyaniyê axivî û ev tişt got:”Windakirina welatiyên kurd û parêzvanên mafên mirovan nîşanî me da ku ev bûyer siyasetek e. Pirsgirêkeke din jî ew e ku yên windabûne goristaneke wan jî nînin. Em dibêjin ku ev ne pirsgitêke 30 sale ye, ev di avakirina komarê de hat plansazkirin. Zarokên darbekaran heqaret li kesayetên girîng ên kurd kirin. Şêx Seîd rewşenbîrekî kurd e. Lewma darvekirina Şêx Seîd bi serê xwe weke bûyerek şexsî nayê dîtin. Bila zanibin ku Şex Saîd û Pîr Seyîd Riza yen ku sed sal berê hatin kuştin ne bitenêne. Heta cihê gora wan bê hînkirin em ê têbikoşin”
Çîroka Serpêhatiya winda wiha ye: “Mahmut Onerari li gundê Yaprak ê navçeya Licê ya Amedê ji dayik bû. Onerari ji aliyê leşkerên ku gelek caran bi ser gundê wî de girtin, hat binçavkirin. Ji ber van zextan tevî malbata xwe li Amedê bi cih bû. Onerari di navbera Licê û Amedê de ajokariya wêsayîtê dikir. Dema di 8’ê kanûna 1996’an de çû buroya ku lê dixebitî, polîs hatin cem wî û jê pirsa: ‘Tu Mahmut Onerari yî?’kirin. Polîsa got ji Qereqola Angulê ya li ser rêya Licê der barê wî de gilî heye. Piştre bi derbkirinê wî binçavkirin û wî xistin wesayîta spî ku plaqeya 21 AV 305 û birin. Rêwi û kesên ku li wir bûn û wî û malbata wî nas dikirin bûn şahidî ku ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin telefonî malbata Onerarî kirin û tiştên qewimî ji wan re gotin. Piştî ku malbata wî agahdar bû çû buroyê lê heta ew çûn polîsan Onerarî birin.
Wêneyê wî li miduriyeta palîsan dibîne
Bavê Onerari çû serdozgeriyê û xwest hîn bibe kurê wî li ku derê tê ragirtin, lê serlêdana wî ji aliyê dozgeriyê ve nehat qebûlkirin. Bav ji bo pirsa kurê xwe bike çû Midûriyeta Polîsan û li wir wêneyê kurê xwe dît. Piştî ku Midûriyeta Polîsan piştrast kir ku Onerari hatiye binçavkirin, malbat li benda anîna Onerari li dozgeriyê sekinî. Lê tevî hemû israran jî destûr nehat dayîn ku malbat bi Onerari re hevdîtinê bike. Di dema bûyerê de Rıdvan Guler Midûrê Emniyeta Amedê bû. Piştî du hefteyan di 23’ê kanûna 1996’an de malbateke ji navçeya Gel a Amedê dema li xizmên xwe digeriyan cenazeyê Onerari dîtin û agahî dan malbatê. Onerari û Atîlla Korkmaz bi guleyan ku berdabûn serê wan hatibûn kuştin.
Serlêdan bêencam man
Li gorî rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di 8’ê çileya 1997’an de dest û devê Onerari û Korkmaz hatine girêdan. Bavê Onerarî ku wî cenazê wî tespît kir, dît ku di laşê wî de birîn û di stûyê wî de jî şopên benekê xeniqandinê hene. Malbatê cenazeyê Onerari anîn Amedê û li wir defin kirin. Pitika Onerari ku wextê windakirina wî 25 rojî bû, piştî bûyerê di demeke nêz de jiyana xwe ji dest da. Malbata Onerari piştî bûyerê demildest serî li Midûriyeta Polîsan a Amedê û Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Ewlekariya Dewletê(DGM) ya Amedê da. Piştre serî li Wezîrê Dewletê Lutfu Esengunê ku ya ku ji Mafên Mirovan Berbisyar da. Lê belê hemû hewldanên malbatê yên hiqûqî bê encam man. “
Daxuyanî bi çalakiya runiştinê bi dawî bû.