Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Berxwedêr li zindanê dayika wê jî li derve li ber xwe didin

Berxwedêra zindanê Leyla Atabay a ku 27 sal in di girtîgehê de ye, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger kiriye. Dayika wê Eynê Atabay jî li Wanê di çalakiya Nobeta Edaletê de cih digire.

Berxwedêrên zindanan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di 27’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê kirin. Berxwedana li zindanan her roj geştir dibe. Ji van berxwedêran yek jê Leyla Atabay a ku 27 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Girtî ya Alanyayê ya Antalyayê tê ragirtin. Leyla li girtîgehê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye, dayika wê jî bi heman daxwazê di Nobeta Edaletê de cihê xwe girtiye û têkoşîna xwe didomîne. Dayik Eynê Atabay qala çalakiyê û têkoşînê kir.

Dayik Eynê diyar kir ku li gund ji ber şert û mercên zehmet ên jiyanê û zilma desthilatdariyê ew berê xwe dane Wanê û li vir bi cih bûne. Eynê da zanîn ku ev 5 sal in keça xwe Leyla ji ber şert û mercên zehmet ên jiyanê nedîtiye û wiha domand: “Rastî jî gelekî zor e. Zarokên me dûrî me û malbatên wan dixin. Bi vê yekê êşkenceyê li zarokên me dikin da ku dev ji doza xwe berdin û poşman bin. Lê belê me dîsa jî dev ji doza xwe bernedaye. 27 sal in girtiye û hîn 3 salê wê maye ku bê berdan. Herî dawî bavê wê çû hevdîtina wê.”

Li ser zarokên xwe helbestan dibêje

Eynê got ku ew helbestên xwe taybetî li ser kurê wê yê ku jiyana xwe ji dest daye û keça xwe Leyla vedibêje û wiha pê de çû: “Kurê min sala 2000’î de çû û di sala 2010’an de jî jiyana xwe jiyana xwe ji dest da. Min zêdetir li ser kurê xwe stranan digot. Rojekê ji malê derket û çû ji wê rojê şûnde min nedît” û di vê navberê de li ser kurê xwe helbest xwend. Eynê, diyar kir ku piştî keça wê hat girtin 2 sal şûnde kurê wê çûye tevlî PKK’ê bûye.

‘Em îro bi keda wan hatine vê astê’

Ddi berdewamiya axaftina xwe de Eynê bal kişand li ser çalakiya greva birçîbûnê ku di girtîgehan de destpê kiriye û wihapê de çû: “Bangawaziya min ji tevahî gelê cihanê ew e ku ne bi tenê malbatên girtiyan, bila dayikên dinê jî werin li vir bi hev re rûnên. Bila destên xwe bidin ser wijdana xwe û bêjin ev gel ji bo me tevahiyan kiriye, ji bo xwe nîne. Keça min ne ji bo xwe, ji bo vê gelê xwe hatiye girtin. Keça min û hemû girtiyên din ji bo pêşeroja zarokên vê gelê û hebûna vê gelê ketine girtîgehê. Bila hemû kes baş bizanibe ku em îro bi saya birêz Ocalan û girtiyan hatine vê rojê û pêş ketine. Em îro bi keda wan hatine vê astê. Bila hemû kes piştevaniya vê çalakiyê bike. Zarokên me baweriya xwe bi vîna vê gelê anîn. Bi vê baweriyê li ser piyan in. 30 sal in di girtîgehan de ne. Dîsa jî rihekî wan ê di nava bêtonan de û li hember hemû zextan li ber xwe didin. Çi dibe bila bibe ew dengê xwe digihînin cihanê.”

Eyne wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me felsefa serokatî naskiriye. Em zanin û me mirovahiyê dîtiye. Em rengê mirovan nanêrin. Ji ber vê yekê bila hemû kes jî destên xwe bide ser wijdana xwe. Em dixwazin demildest daxwazên girtiyên pêk bînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar